18 december 2022

Emê îro bi çend hevalan ra li fînala Kûpa Cîhanê temaşe bikin

Hevalê me Nîmet Aydin jî wek min dildarekî futbolê ye. Qey ji nivîsên min li ser futbolê û li ser futbola ereban hez kiriye, camêr em û çend havlên din dawetî mal kirin, xwest em îşev em bi hev ra li fînala nabêna Fransayê û Arjantînê temaşe bikin.
Min bi kêfxweşî qebûl kir.

Wek gurûb, bi heval, nas û dostan ra temaşekirina li maçên futbolê, lê bi taybetî jî li fînaleke di nabêna du hûtên, du şahên futbolê da pir xweş û bi heyecantir e.

Maç saet di 16.00a da dest pê dike. Bîsteke din emê bi rê kevin, herin bi bevalên ezîz ra li maçeke pir xweş, li Fînala 2022 a nabêna Fransa û Arjantînê sêr û temaşe bikin.

Ez mazûbanê xwe nas dikim, kultura wî ya futbolê pir berfireh e, ew entusîastekî futbolê ye. Zanîna min a li ser futbolê ne di dereca ya wî da ye.

Erê ez ji temaşekirina futbolê hez dikim, lê sebebê nivîsên min ên li ser futbolê siyaset e, ez dixwazim taximên djiminên me, Tirkiye, Îran û welatên ereban yek jî tu carî zora kesî nebin, serketinên mezin tu carî nebe nesîbê wan. Di her maçê da xemgîn û hustuxwar sahê terk bikin.

Welatê, miletn xêra min naxwazin ez jî xêra wan naxwazim. Tirkiye, Îran, ereb naxwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin, bibin xwedî dewleteke serbixwe. Tirk jî, faris jî, ereb jî dixwazin me bihelînin, me bikin ereb, faris û tirk.

Heger ez serketina welatên wiha, miletên wiha bixwazim ez ya pir ehmeq im ya jî pir gêj û rentele me.

Ez zêde dirêj nekim, îşev li mala hevalê me Nîmet Aydin û Leyla xanimê emê bi çend dost û ehvalan ra him sohbeteke xweş bikin, têr bixwin, vexwin û li fînaleka muhteşem temaşe bikin.

Min dixwest Fransa bimîne fînalê û Fas têk biçe, ji bo min ya muhîm ev bû, ev jî bû. Ji bo wê jî maça îşev kî kî xweş bilîze, kî hûpayê heq bike bira ew qezenc bike.

Xanima min ji Messî hez dike, dibêje bira îsal jî Messî qezen bike. Ez jî ji Messî hez dikim, bi ya min jî Messî berî dev ji futbolê berde vê yekê bibîne xweş e. Yanî wek siyasî dilê min bi Fransayê ra ye, lê ji bo xatirê Messî Arjantîn jî qecenc bike ezê li ber nekevim, ezê kêfxweş bibim.

Jixwe bi texmîna min Arjantîn ji Fransayê xurttir e, ewê qezenc bikin. Lê dîsa jî belî nabe, top carnan bêbextiyê jî dike, taximê ne layiq bi ser dixe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE