19 december 2022

Dilê min zora aqilê min bir

Kûpaya Cîhanê ya 2022a bû nesîbê Arjantînê
Di vê maçê da ez hinekî dudil bûm. Bi aqil, ji ber hin hesabên siyasî min dixwest Fransa qezenc bike, lê dilê min bi Arjantînê û bi Messî ra bû. Di dawiyê da dilê min zora aqilê min bir, yanî dil wek xwe kir.

Piştî lîstikeke muhteşem û micadeleyeka mişt dramatîk Arjantîn bû şapîyon û Lîonel Messî jî li Qeterê Kûpa Cîhanê ya Futbolê ya 2022a bilid kir.

Bi baweriya min Arjantîn wek taxim, Messî jî wek lîstikvan şampîyonîya 2022 heq kiribûn. Arjantînê di kûpayê da maça xwe ya herî xweş lîst. Lê di parastina Arjantînê da zeîfî hebû, lema jî Fransayê kanîbû di wexteke kin da li pey hev 3 golan bavêje.

Şampîyoniya Cîhanê ya 2022a li Arjantînê û li Messî pîroz û bimbarek be.
Me li fînaleke pir xweş, dramatîk temaşe kir. Dilê xanima min jî bi Messî ra bû, digot him pir xweş dilîze, him jî yekî feqîr e, ne şerûd e, sert nalîze. Lema dilê wê bi Messî ra bû.
Dilê min jî bi Messî û Arjantînê ra bû, min jî dixwest vê carê ew kêf bikin.

Maçeke pir bi heyecan bû. Herdu taximan jî xweş lîstin. Hetanî Fransayê gol navêtibû, Arjantîn 2-0 li pêş bû, saha ya Arjantînê bû, Fransayê tenê xwe diparast.

Lê piştî ku golek avêtin, rewş bû 2-1 Fransayê pir xweş lîst, her cara top diket nigêfransîyan talûke çêdikirin û nêzî golkirinê dibûn. Çimkî parastina Arjantînê zêde ne baş bû.

Min zanîbû ewê Arjantîn qezenc bike, min ji hevalan ra got. Texmîna min rast derket. Di penaltiyan da jî texmînên min giş rast derketin, min çi texmîn dikir wer derdiket.

Dema meriv li maçên wiha temaşe dike bixwaze, nexwaze bêdewletiya meriv tê bîra meriv, meriv dibêje xwezî li ser navê Kurdistanê taximekî me jî di vê tûrnûvayê da hebûye.

Em kurd tim dibin dilxwaz û piştgirên welatekî, taximekî, lêstikvanekî. Di misabeqeyeke wiha mezin, navnetewî da piştgiriya taximekî kurd, Kurdistanê tu carî nebûye nesîbê me kurdan jî. Dibê heqê miletên bêdewlet jî beşdarî misabaqeyên wiha hebûya.

Dewleteke me ya serbxwe tune ye lê kurd jî futbolê dilîzin, taximên kurdan jî hene. Hêvî dikim rojekê FÎFa vê bêedelaletiyê ji ortê rake û miletên bêdewlet jî beşdarî vê şampîyoniya cîhanê bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE