19 december 2022

Tirkiye dixwaze Ala Kurdistanê li kurdan qedexe bike !

Pûlisan bîstek berê li Amedê girtine ser merkezên(navendê) Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) û Hereketa Azadî. Kes girtine ya na hîn ne diyar e, hevalên PAKê hîn tu beyan nedane.

Li gorî agahiyên di medyaya sosyal da belav bûne sebebê operasyonê hildana Ala Kurdistanê ye.

Ji ber ku van hêzan roja Ala Kurdistanê piroz kirine dewleta tirkan pir aciz bûye, lema jî kerîyek pûlisên xwe şandiye ser partiyên kurd.

Yanî mirikan dixwazin ala me jî li me qedexe bikin. Dixwazin bi êrîşên wiha kurdan çavtirsiyayî bikin. Helbet hêzên kurd ewê li ala xwe xwedî derkevin, bi êrîşên wiha çavtirsiyayî nebin.

Ji nêza gurrî bûne, parsuyên wan bi hev va zeliqîne, di tu warî da karê wan baş naçe.

Li dinyayê îtîbara wan di binê sirê da ye. Ji hêrsa bela xwe di kurdan didin.

Ji ber ku kanin bi kurdan vê zulmê li miletê me dikin. Lê ewê bela xwe bibînin, ew çi zulmê li me bikin jî emê welatê xwe azad bikin, Kurdistan ewê çê be. Ew biteqin jî, ji tirsa kezebreşî bibin jî Kurdistan ewê çêbe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE