Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-12-20
Min telefonî Celîlê Celîl kir. Got sibe ez kitêbê ji w era dişînim. Piştî hinek
sohbet, got ez dixwazim werim Swêd. Min got ser seran, ser çavan, emê kêfxweş
bibin.
Min got ji me ra nameyê bişîne, bêje tu dixwazî kînga were, emê ji te ra wîzeyê
bişînin.
Min bala xwe dayê pir dixwaze were Swêd.
Min ji Mûrad Ciwan ra got, ez bi Celîlê Celîl ra peyivîme û dixwaze were Swêd,
min gotiye baş e, emê ji te ra wîzeyê bişînin. Got te baş kiriye.
XXX
1996-12-20
Ez çûm şeva pîrozbahiya 5 saliya kovara NÛDEMê. Pîrozbahî li Kîsta li aşxana
yekî îranî bû. Qey ew û Firad Cewerî hev nas dikin.
Xwarina aşxanê qet ne xweş bû, ne tu xwarin bû, fena xwarina dibistanên zarokan
bû.
Serwîsa wan jî ne tu serwîs bû, her kesî xwarina xwe bi xwe anî. Bufeya wan jî
pir feqîr bû.
Min ji Firat ra got, Firat, ancax kurd kanin serwîseke hewqasî xerab, bêqalîte
qebûl bikin. Got wî texmîn nedikir serwîsa wan ewê wiha be.
Firat di axaftina xwe da qala xebata xwe ya 5 salan kir. Li ser çawa dest pê
kir, çi zahmetî kişandin rawestiya.
Axaftina wî ne bi dilê in bû, axaftinek baş hazir nekiribû. Di axaftina wî da
sîstematîk û qalîteyeke bilind tunebû.
Lê çi be jî camêr ev 5 sal in kovareke bi kalîte û bi
zûzan derdixîne.
Pênc sal in kovara xwe di wextê da derxistiye û ji aboneyên
xwe ra şandiye.
Şexsek bi tena serê xwe 5 salan kovarekê derxîne ne karekî
hindik e.
Hin partiyên me nikanin karekî wiha bikin.
Bi sedan kurdên giregir, zane hene lê karekî wiha nadin ber xwe.
Bi hezaran kurdên sed carî ji Firat dewletîtir hene lê xwe nadin ber karekî
wiha.
Kêfa min û wî hev ra nayê, ez bawer dikim bêtir jî kêfa wî ji min ra nayê. Ji bo min ev ne muhîm e. Karekî baş dike. Lema ez vî aliyê wî teqdîr dikim û dema
gotin li gotinê dikeve di vî warî da ez pesnê wî didim.
XXX
2015-12-20
Keçikeke bi navê Turkan Tosun li ser kovarên zarokan ji min alîkarî xwestiye,
gotiye:
” Mamoste ji bo tiştekî alîkariya te û mamosteyên Swedê hewce dike. Ji bo acizkirinê
bibore. Ez têza xwe ya lîsansa bilind li ser edebiyata zarokan a Kovara
Nûbiharê dikim. Ji ber wê lêkolînan dikim derheqê edebiyata zarokan a kudî de.
Pedagojî kovarên kurdî ên zarokan filan û bêvan. Te jî antolojiya çirokên
zarokan nivîsiye û li TUYAPê diyariyê min kiribû. Wek kurdekî tu jî bi vê
mijarê ve eleqedarî. Heke ji bo hin çavkaniyan û fikran alîkariya te bigîhîje
min ez ê kêfxweş bibim û mala te ava.”
Min ev bersîva jêr dayê û mesele ji Lewendî ra jî got. Min nameya wê jî ji
Lewendî ra şand.
”Merheba Turkan xanim!
Spas ji bo nemeyê û hêviya alîkariyê. Turkan xanim weleh di vî warî da tu
zanîneke min ya taybet tuneye. Tiştê ez dizanim li Swêd kovareke bi navê
Kulîlkê derketiye. Û me jî di nabêna salên 1980-1990î da du kovarên zarokan,
Hêlîn û Hêvî derxistiye.
Wekî din jî nizanim.
Lê belê Mahmûd Lewendî û Malmîsanij li ser kovar û rojnameyan lêkolînek
kiribûn, xebata xwe dû ra wek kitêb jî weşandin. Belkî di wê kitêbê da agahdarî
hebe.
Ezê ji Mahmûd Lewendî bipirsim, heger hevalê te yê facê ye tu jî kanî jê
bipirsî, ew baştir dizane.
Lewendî bi tiştên wiha mijûl dibe. Lewendî camêrekî baş e, ewê alîkariya te
bike.
Ya din tu dikanî bi Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê ra jî têkevî têkiliyê û
ji wan jî alîkariyê bixwazî.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar