20 december 2022

Swêd xwe xistiye feqa Erdogan

Dadgeha Bilind a Swêd do daxwaza Tirkiyê ya teslîmkirina Bulent Keneşê rojnamevan red kir.

Li ser vê agir ji devê medyaya berdevkê AKPê dibare. Wek gurên har êrîşî Swêd dikin, dibêjin, ”hûn jî bûn endamên NATO yê” !

Rojnameya Takvîmê, Dunyayê gotine:
”Swêd, bi vê timtêlê hûnê endametiya NATOyê ancax di xewna xwe da bibînin.
"Hûn di xewna xwe da jî nikanin endametiya NATO”yê bibînin...."

Ew abûqat û berdevkên Erdogan in, yanî meriv kane bibêje ew tercumanên Erdogan in.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotiye, ”pêşketine pir negatîf e. Em ji Swêd ne gotinên xweş, gavên praktîk dixwazin.”
Çavuşoglu û berdevkên Erdogan mahkimeyê, filan bîvan nas nake, dibêjin kesên em ji we dixwazin gerek hûn teslîmî me bikin. Mahkûme çi ye?
Çimkî li welatê wan wiha ye, mahkime bi nav mahkime ye, Erdogan çi emrî bide hakim tavilê bicî tînin. Dixwazin li Swêd jî eynî tişte bibe.
Erdogan, di 9ê meha yanzada da di civîna çapemeniyê ya bi serokwezîrê Swêd Ulf Krîstersson ra got, ” Dibê Bulent Keneşê ji FETO teslîmî Tirkiyê bibe, teslîmkirina vî terorîstî ji bo me pir muhîm e.”
Serokwezîrê Swêd Ulf Krîsterssonê xeşîm hîn nizane ketiye çi kemînê, bi hustuxwarkirinê çi xwelî li serê xwe kiriye!
Beyana Çavuşoglu û sernivîsên rojnameyên nêzî AKPê nîşan didin yê destê xwe bide dîktatorekî wek Erdogan ewê milê wî jî here. Bi dana tawîzan Erdogan têr nabe, Swêd çiqas tawîzan bidê ewê hinekî din bixwaze.
Swêd hetanî nuha çend kurd firotin Tirkiyê, lê Erdogan pê nehat serî, hinekên din dixwaze. Dawîya hustuxwariya li hemberî dîktatorekî ev e…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE