20 december 2022

Dîsa wexta şemitandinê hat

Îro ez dîsa çûm ser tuxtora xwe ya diranan. Di proteza min da problem heye, pudiyê min diêşîne, birîn kiriye. Xanimê hinek êge kir, hêvî dikim baş bibe.

Min nizanîbû erd cemîdîye. Ez sê caran şemitîm, carê baş şûş bûm, hindik mabû li ser piştê biketama. Lê axirê şansê min hebû neketim.

Di rojên wiha da, dema erd cemidî be dibê meriv bi semt bimeşe, li xwe miqatebe nekeve. Di vî umrî da ez bikevim ezê xwe seqet bikim. Hestiyên kalan zû nacebirin.

 

XXX

Berpirsiyarên Tirkiyê ji Ala Kurdistanê pir ditirsin, pir nefret dikin.

Gava çavên wan bi Ala Kurdistanê dikevin ji tirs û nefretê dibizin, har dibin, dixwazin dev li kevir û daran kin.

Lema jî keriyên pûlisan dişînin ser avahiyên partiyên kurd û alên bi darda ne, alên li ber deriyên partiyan hêl dibin top dikin.

Dewleta ji ala miletekî bitirse, ala miletekî qedexe bike ew dewleteke irqçî û faşîst e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE