21 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -327-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-21

Li ser daxwaza hevalên YNKê em çend hêz li Federasyonê civiyan. Armanca civînê, li dijî propaganda negatîf ya rojname li dijî kurdan dikin em kanin çi bikin?
Ji bo haziriya belavokê ji 3 kesan komîteyek hat avakirin. Komîte hetanî roja sêşemiyê ewê belavokê hazir bike.
KUKê got em bi KUK-SE ra tiştekî îmze nakin.
Min got, me jî hetanî nuha bi KÎPê ra tiştek îmze nekiriye. Heger hevalên KÎPî bi navekî din belavokê îmze bikin problem tune ye, emê jî îmze bikin.
Lê na heger di navê KÎPê da israr bikin, wê demê emê li ser bifikirin û biryara xwe ji w era bibêjin.


Merivê PDKê Apocî parastin, ew qet rexne nekirin. Wek dostê wan peyivî.
Ji her çar perçên Kurdistanê 13 partî beşdarî civînê bûn.

Îro kongreya Komeleya Uppsalayê çê bû. 11 nûnerên Federasyonê hatin hilbijartin. Necdet Gundem, Heyder Diljen jî bûn delegeyên Federasyonê.
Hevalên Riya Azadî û Apocîyan kongre terikandin, gotin kongre ne demokratîk e.

XXX
1996-12-21

îşev telewîzyona MEDê Cejna Êzdiyan bi şahieyekê pîroz kir. Pîrekî êzdî çend qewlên êzîdiyan gotin. Xweş bû, kurmanciyeke otantîk bû. Tiştên wiha wiha bibin belge, bi kesan ra neçin gorran baş e.
Programeke enteresant bû. Lê nezan bûnkesên peyivîn, li ser êzdiyan tiştek cidî, ilmî nizanîbûn. Lê ya muhîm kurdên êzdî û misilman hatibûn ba hev û bi hev ra Cezna Êzdî pîroz diikirin.

Min ji xwe ra got, telewîzyon  meriv wiha dike yek milet. Heger apocî bizanibin vê platformê baş bi kar bînin kanin kurdên ji herçar perçên Kurdistanê, kurdên misilman û yên nemisilman, kurdên lehçeyên cihê dipeyivin nêzî hev bikin, di nava kurdan da ruhê netewî xurt bikin.

Yanî ev telewîzyon di warê xurtkirina şiûrê millî da kane roleke pir mezin û pozîtîf bilîze.
Tiştê meriv bi çavên xwe dibîne, bi guhên dibihîze tesîra wî ji xwendinê, ji propagandeya devkî sed qatî bi tesîrtir e.


XXX
1999-12-21

Rojvan Yeşîl wek sosyonom li ser avabûn û gelşa Federasyonê tezekê hazir dike. Di vê çerçewê da wek serokekî Federasyonê yê kevn hat bi min ra hevpeyvînek kir. Ji hevpeyvînê pir memnûn ma. Li gor wî ev hevpeyvîn ya herî baş bû.

Rojavan li bajarê Ostersunde sosyolojiyê dixwîne. Tarîxa Federasyonê ewê wek tezekê binivîsîne.

Ji bo Federasyonê tiştekî pir baş e. Ji ber ku tez e ewê him tarîxa Federasyonê, him jî kar û barên hetanî nuha Federasyonê kirine bi şiklekî sîstematîk topî ser hev bike û analîz bike.

 

XXX
2000-12 21

Keya*, ji bo bersîva te ya gelekî samîmî pir û pir sipas.

Keya, wek min di nama xwe ya îstîfayê da jî gotibû, ne ji Federasyonê û ne jî ji te, ez ne dilmayî yanî ne xeyidî me. Min tenê li gor realîta Federasyonê realîst hereket kiriye. Helbet ez texmîn dikim te ne ji ber sersarî ya jî ji ber şêleke li hember şexsê min komîte hetanî nuha banî civînê nekiriye; miheqeq hin sebebên ciddîtir, hin sebebên derî îrada te hene. Di vî warî da qet şika min tunye.

Dema min pêşniyara te qebûl kir û ez ketim komîtê, min bawer dikir ewê feydeyeke min bigihîje Federasyonê, ezê pir ya jî hindik bikanibim xizmetekê bikim. Îcar çaxa ev yek tunebe, yanî dema karekî ez bikim tunebe, wê gavê endametiya min pir bê maneye. Ez mecbûr im vê realîtê bibînim. Ji xwe dema rewş wiha be şewq jî bi meriv ra namîne, bi kêmanî li ser min tesîreke wiha hîştiye.

Wek min berê jî gotibû, pir mimkûn e do hewcedariya komîteyeke wiha hebû, lê îro tuneye. Di vê yekê da ez tu çewtiyekê nabînim. Dema hewcedarî bi organekê tunebe ya jî hebûna wê bibe sebebên hin gelşan divê di hebûn û berdewamiya wê da meriv israr neke.Yanî li gor realîta xwe realîst hereket bike.
Ji ber vê yekê jî ez tu feydeyekê di endametiya xwe ya komîtê da nabînim. Loma jî ji pêşniyara te ya ji bo civîneke nuh ra dibêjim na.
Yanî ji bo xwe dibêjim na. Ji xwe wa ye ji hevalên din jî heta nuha tu pirs ya jî daxwazek wiha nehatiye. Hema bi serê xwe ev tenê tiştekî pir balkêş e û maneya hebûna komîteyê ji ortê radike.

Lê herçî mesela piştgirî û alîkariyê ye ez her tim hazir im, ji bo tiştekî wiha ne hewceye ez bi endamê komîtê bim. Divê tu baş bizanibî Federasyon ji min çi alîkariyê bixwaze, heger ji destê min bê ezê tu carî texsîr nekim. Divê di vî warî da tu musterîh bî.

Ji ber ku min daxwaz û pêşniyara te ya ji bo civîneke nuh qebûl nekir ez hêvî dikim tu yê ji min nexeyidî û min fêm bikî.

Bi silavên biratiyê û bi hêviya di kar û barên xwe da hûn tim serkeftî bin.

Cejna te ya Remezanê û sala te ya nû bi dil û can pîroz dikim û bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo
*Keya Îzol serokê Federasyonê ye.

XXX
2015-12-21

Ji Farûk Aras ra

Merheba kekê Farûk!
Ji bo ku tu carnan nivîsên min û hin parvekirinên min diecibînî ez gelkî kêfxweş dibim. Gelek sipas ji bo înteresa te. Ji ber ku ji nifşê me, ji hevalên me yên berê kesên li dijî êrîş û terora dewleta tirk pir kêm in, gelekên wan ji dewletê bêtir PKKê neheq dibînin.
Dema meriv êrîşên dewleta tirk rexne dike, gelek dost û hevalên me yên kevn aciz dibin, ya jî bi wan hinekî ne xweş tê.
Îcar tu kalekî îstîsna yî, do tu çiqasî li hemberî dewleta tirk ya kolonyalîst bûyî, îro jî tu hewqasî li dij î, tu li hemer dewleta tirk ”nerm” nebûye.
Lê mixabin hukûmeta AKPê gelek kurdên do serok û kadirên birêvebir bûn, Kurdistana serbixwe dixwestin bi bertîlan, bi çend qurişên TRTê kişandine alî xwe, lema jî ji dewletê bêtir tim ji PKKê aciz in.
Dixwazin meriv qet qala dewletê neke, tenê PKKê rexne bike. Careke din sipas  ji bo eleqe û taqîbê…
Gelek silavên dostaniyê…

Zinarê Xamo

XXX
2020-12-21

Ji Mevlûd Oguz ra
Mevlut merheba ji te ra! Min li programe te guhdarî kir. Te karekî baş kiriye, te pîroz dikim. Te qala kitêbên îsal derketine kiriye. Weşanxaneya Nameyê kitêbeke min jî weşand. Çima te qala kitêba min nekiriye ? Te qala kitibên ewê werin weşandin kiriye, lê ya min nehatiye bîra te...

Mevlûd gotiye ew ji min û bloga min pir hez dike, ji ber ku wî kitêba min nedîtiye lema qala wê nekiriye.
Wî bi qestî nekirye, nehatiye bîra wî.
Bi baweriya min jî Mevlûs ji min hez dike û mexsûs nekiriye. Lê mimkûn e ji bîr kiribe.
Min ev bersîv dayê.
Xortê hêja, miheqeq te bi qestî nekiriye, qey nehatîye bîra te. Rast e, carnan meriv hin tiştan bîr nabe.
Yanî ji bo ku te qala kitêba min nekiriye ez xwe aciz nakim û ji te naxeyidim.
Ez ji te hez dikim. Lê kêmasiya meriv dît jî dibê meriv bibêje.
Mesela te kitêba hîn çap nebûne, nizanim ewê tercumeyî kîjan zimanî bibe hêjayî qalkirinê dîtiye, lê te bloga min a ket sala 14a û bloga kurmancî a ewil e û heta nuha 7 hezar meqaleyên tê da hêjayî qalkirinê nedîtiye, ya jî bala te nekişandiye.
Mijara 7 hezar nivîsên di bloga min da di medyaya sosyal da çend rojan li ser hat nivîsîn.
Navê kitêba min ”Stirîyên me” ye.
Gelek kesan qal kirin. Li kitêbxana Medya heye. Lînka wê jî ev e. Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE