21 december 2022

Amerîka li dijî Tirkiyê li pişt kurda ye

 


Generalê amerîkî Matthew McFarlane, Mazlûm Ebdî, Bafil Talabanî

Xuya bû Amerîka bi şiklekî pir cidî li dijî êrîşeke Tirkiyê ser Kurdistana Rojava ye. Berdevkê PENTAGONê General Pat Ryder gotiye:


”Helwesta me ya li ser her operasyoneka Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ji bejayî pir zelal e, em li dijî operasyoneke Tirkiyê ne. Em rewşê taqîb dikin. Amerîka û HSDê dest bi gerên bi hev re kirine.”
Ev rismekî tarîxî ye, hêviyekê dide meriv. Ez bi xwe bi vî rismî, bi serdana Bafil Talabanî û bi vê şêla Amerîkayê pir kêfxweş bûm.
Amerîkayê berê jî çend caran beyanên bi vî rengî dan, gotin em ji Tirkiyê ra dibêjin êrîş nekin.

Sebebê Tirkiyê hetanî nuha êrîşeke mezin nebiriye ser Kurdistana Rojava ev şêla Amerîkayê ya cidî ye.
Amerîkayê bi rengekî pir cidî ji serok û berpirsiyarên Tirkiyê ra gotiye, êrîş nekin, lê heger hûn bikin emê li we xin!

Heger Amerîkayê ji Tirkiyê ra negota ”emê li we xin”, Tirkiye hetanî nuha nedisekinî, ji zûda ewê êrîş kiriba.

Min bawer nedikir Amerîka bi vê saxlemiyê, bi vê cidîyetê li pişt kurdan be.
Lê wa ye texmîna min şaş bûye, Amerîka dev ji piştgiriya PYDê HSDê bernade û nahêle Tirkiye Kurdistana Rojava dagir bike.

Ev tiştekî pir baş e, hêviyeke dide meriv. Dibê em bi dil û can sipasdarê Amerîkayê bin.

Belkî serdana serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî ya Rojavayê Kurdistanê û hevdîna wî bi Mazlûm Abdî û serokê PYDê Salih Mislim ra jî li ser daxwaza Amerîkayê be.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê General Matthew McFarlane jî beşdarî civînê bûye. Bi Mezlûm Ebdî û Bafil Talabanî ra risim girtiye.

Ev pir muhîm e, şêla Amerîkayê nîşanî Tirkiyê dide. Bi vî rismî mesajekê dide Tirkiyê, dibêje ez hevalê kurda me.


Amerîka him li rojava, him jî li başûr bi rengekî pir cidî zexdê dide ser partiyên kurd ji bo ku yekîtiya xwe çêkin.


Çend roj berê jî heyeteke Hêzên Hevpeypan li Hewlêrê bi berpirsiyarên Wezareta Pêşmerge ra civiyan, ji wan ra gotin, heger hûn di demeke kin da hêzên pêşmerge nekin yek emê alîkariya xwe ji we qut bikin.

General Peters hişyarî jî daye, gotiye heger pêvajoya çaksaziyê ya di nava Wezareta Pêşmerge da bi awayekî bi îstîkrar berdewam neke ewê alîkariyê bibirrin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sidîq ji Rûdawê ra wiha gotiye ji me ra gotin:

"Hêzên Hevpeymaniyê ji me ra gotin divê hûn bibin yek, bibin yek, bibin yek, YNK û PDKê bikin yek, divê hûn zanibin yekîtî dê we biparêze û herêmeke aram ji we ra peyda bike.”

Ev civîn û bûyer hemû nîşan didin Amerîka bi rengekî pir cidî li başûr û rojava dixwaze yekîtiya kurdan çêke. Bi vê serdana Bafil û beyanên wî diyar dibe YNK terefdarê yekîtiye.

Lê serok û berpirsiyarên PDKê ji bo yekîtiyê, ji bo yekkirina hêzên pêşmerge hîn sînyaleke poozîtîf nedane.

Ez hêvî dikim ew jî terefdarên yekîtiyê bin û di demeke kin da pêşmergeyan ji bin destê partiya xwe derxin û bikin leşkerên dewletê.

Lê di vî warî da ez bêhêvî me, ez ditirsim PDK gaveke wiha navêje. Bûyerên hetanî nuha çêbûne vê îhtîmalê, vê tirsa min xurt û zêde dike. Ev jî malwêraniya kurdan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE