31 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -334-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-31

Îsal jî li surgûnî derbas bû. Şeş sal qediyan, sibe dikeve sala hefta. Ez her sal dibêjim, ”îsla jî li surgûnê derbas bû, lê înşela salê tê emê serê salê li welatê xwe pîroz bikin.”

Sal salan diqulibînin lê em hîn jî nikanin vegerin welatê xwe. Ezê çend salên din vê neqaretê dubera bikim ez nizanim.
Ez texmîn û tirsa dilê xwe nadim der lê ez bawer dikim ev surgûn ewê pir dirêj bajo.

Sal bi sal xwezî bi par, her ku wext derbas dibe dijminê me xurttir, em jî zeîftir dibin. Yanî wext ne di lehê me da, di leyhê me da xuya dike.

Di dawiya sala 1979a da(13/12-79)dema ez ji mal derketim û min berê xwe da Almanyayê bajarê Frankfûrtê, diya min satilek av li pey min rijand, min qet texmîn nedikir ev rêwîtî ewê hewqsî dirêj bajo, bibe surgûneke 30 salî.

Lê ji bo me kurdên siyasî garantiya tu tiştî tune ye. Heta ya jiyana me jî.

Min telefonî malê kir. Bavê min got îşê diya te temam e, di meha sibatê da ewê pasaportê bigire. Bi rastî mizgîneke mezin bû, ji bo min bû wek diyariyeke sala nû. Pir kêfxweş bûm. Min pir bîriya wê û sohbeta bi wê ra kiriye.

Îşev ne em çûn ba kesî, ne jî kes hat ba me. Me di malika xwe da serê xwe da ser hev û xwarin û şîraniyên xwe xwarin.

Mahmûd Al ji min ra got, ”me konferans çêkiriye, di van rojan da ewê belavoka wê derkeve.

Telewîzyonê qala belavoka hêzên kurd kir. Got 16 hêzên ji her çar perçên Kurdistanê belavokek mişterek belav kirine.
Di dawiyê da got ”PKK ne di nav da ye.”

XXX
1996-12-31

Şeva serê sala îsal jî em neçûn derekê, em tik û tenê li malika xwe bûn. Salim Çelîker ji bo şahiya serê salê derek girtiye. Telefonî min kir, got hûn jî werin, em çend heval emê bi hev ra pîroz bikin. Em neçûn.

Min telefonî bavê xwe kir, Fûad û xweha min Cemîle jî li wir bûn. Bavê min got di kurçika wî da kevir heye, piştî serê salê ewê emelîyat bibe.

Me wer MED TVê temaşe kir. Programa wan ne dewlemend bû.
Evdila Ocalan wek her car dîsa bi saetan peyivî. Bi kurmancî û tirkî peyivî. Kurmancî pir dirêj nekir. Kurmanciya wî xweş e. Lê dilê xwe li tirkî rehet kir, peyivî û peyivî. Mêrik naweste, kane bi seetan bipeyive.

Şeva serê salê meriv wiha nake, axaftineke kin dike û rê dide programên sersalê. Lê ew nexweşê axaftinê ye, tu carî jê têr nabe.
Li gorî xeberê wan li ser sînorê Kurdistana Başûr di nabêna gerîlla û leşkerên tirk da şerekî mezin heye.

Evdila Ocalan got, gelek leşker ketinekemînê, giş li ber îmhanûnê ne.

Îsal ji pê ra emê 1000 kronî feqîrtir bûn. Kiriya xênî zêde bû, alîarî kêm bû. Karta mehê ya çûn û hatina nava bajêr buha bû. Lê hatina me, wek xwe ma. Min hesab kir îsal ji pê ra herî kêm 1000 kronî em feqîrtir dibin.

 

XXX
2001-12-31

Merheba xortê delal!

Ez do li malpera te rast hatim. Min bi dilxweşî lê mêze kir. Gelkî kêfa min hat, yekî ji Heboşiyê bixwîne, zanîngehan biqedîne, ji teknîka nuh fêm bike û dûra jî rabe malperkê(sîteyekê)li ser gundê xwe çêke!

Ev xebateke baş e. Dema kurd li welatê xwe, li erd û ava xwe xwedî derdikevin û didin naskirin ez pê serbilind û dilşa dibim. Lê ez qet fêm nakim ji bo çi tu yê vê yekê bi zimanê tirkî bikî? Gelo tu dikanî tirkekî tenê nîşanî min bidî gundê xwe bi kurdî dide naskirin?

Ez bawer nakim yekî wiha hebe. Ya din jî dibê tu ji bîr nekî qet tirkek jî Heboşiyê meraq nake û nayê nakeve malpera te.

Yên dikevinê û lê mêze dikin yan ji wê herêmê ne(mesela wek min, ez ji Wîranşarê me) ya jî kurd in û dixwazin gundekî kurdan nas bikin.

Îcar ji bo çi tu yê rabî Heboşiyê bi tirkî bi min, bi kurdan bidî naskirin?

Ma ne şerm e ez û tu, tu ji Dêrikê û ez jî ji Wêranşarê bi hev ra bi tirkî bipeyivin?
Tirk bi darê zorê tirkî fêrî me dikin, ma qey ne besî me ye?

Bi baweriya min nasandina bi tirkî ji feydeyê bêtir zirarê dide miletê kurd. Bi qasî em qedir didin zimanê xelkê dibê em qedir bidin zimanê xwe jî. Zimanek dema pê neyê nivîsîn mahkûmî mirinê ye. Bi nêtek paqij be jî dibê em nebin aletê asîmîlasyonê.

Bi hêviya tu yê malpera xwe bikî kurdî, ez sala te ya nuh pîroz dikim û ji te ra serkeftinê dixwazim.

Zinarê Xamo
Stockholm

NOT: Bi vî hawî ez hatim dawiya bîranînên xwe. Ev ya dawî ye. Salê tê êdî bîranîn, mîranîn tune ye. 


XXX
2013-12-31

Min bi henek ji Husên Duzen ra got "karê te fesadî ye", Hesenê Dewrêş jî cidî fêm kiriye û ji Husên ra gotiye, "ji xwe apê Zinar jî gotiye karê te fêsadî ye."
Ez li hemberî Husên Duzen mahcûp bûm. Min ji Husênê Dewrêş ra got xwezî te ew heneka min wek cidî dubare nekiria.
 
Hesenê hêja, te do bi şev di minaqeşa xwe ya bi Husên Duzen ra gotiye, ”apê Zinar jî ji te re gotibû karê te fesadîye.”

Ji ber ku te ev heneka min cidî fêm kiriye û li ser navê min ji Husên ra gotiye ez li ber ketim. Ev gotina te ez li hemberî Husên mahcûm kirim.
Ez û Husên  40 sal in hevalên hev in û samîmiyeta me dihêle ez jê ra wiha bibêjim.
Yanî min bi henek jê ra got. Lê te cidî fêm kiriye û li ser navê min carek din bi bîra wî xistiye.
Xwezî te wiha nekira, min fedî kir…
Ez vê nivîsê di bin nivîsa te da naweşînim ji ber ku naxwazim mesele dirêj bibe.
Lê min xwest bi wî hawî diyar bikim ew gotina min henek bû û dubarekirina te jî ez li hemberî Husên mahcûb kirim.
Bimîne di xweşiyê da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE