31 december 2022

Sala we ya nû pîroz be !

Îro roja dawî ya sala 2022a ye. 13 saetên din emê ji vê sala qebîh, ji bo me kurdan mişt êş, derd û felaketên mezin bûn xelas bibin û têkevin saleka nû.

Sala 2022a li herçar perçên Kurdistanê jî ji bo miletê kurd saleka pir xerab bû.

Hêvî dikim di sala 2023a da kurd yekîtiyeke netewî çêkin, em ji vî halê xerab xelas bibin û rojên xweş bibînin.

Sala 2023a ji bo miletê me bibe saleka bi xêr, sala serketinê, azadiyê û serxwebûnê.

Bi vê hêviyê sala we ya nû bi dil û can pîroz dikim.
Rica min ji we, dîsa ”sersalê, serê salê” li hev pîroz nekin, sala nû pîroz bikin. Tiştê em pîroz dikin saleka nû ye, ne şahiya serê salê ye.

XXX

Dinya SALA NÛ pîroz dike, gelekên me ne SALA Nû, ya ”sersalê” ya jî ”serê salê” pîroz dikin !
Meriv matmayî dimîne, hewqas însan çima vê şaşiyê dikjin, çima di vê şaşiyê da israr dikin?

Îşev tiştê dinya pîroz dike, pîrozbahiyên belav dibin yên hatina saleka nû ye, ne yên şahiya serê salê ye.

Lema jî bi her zimanê meriv pîrozbahiyan ji bo sala nû belav dike, ne yên "sersalê"!

Hin kurd çima ji dêlî SALA NÛ "sersalê" pîroz dikin?

Hêjayî lêkolînê ye. Bi baweriya min him gotina peyva "sersalê" rehettir e, him jî telafuz û nivîsa wê xweştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE