31 december 2022

Him sal qediya him bîranînên min

Min îsal 333 rojan, her sibe bîranînên xwe, notên xwe yên rojane nivîsîn, we jî ew xwendin, min nivîsî, we xwend, nîhayet îro dawî li wan hat, qediyan.
Yanî tûrik vala bû, min dawşand û bi darda kir.
Diya min rahmetî çaxa karek diqedand, digot, ”karê Xwedê qedandin e.”
Wele Xwedê tu karî ji kesî ra naqedîne, yên karan diqedînin însan in. Lê gotineke xweş e, ez jî carnan bi kar tînim.

Li dinyayê karê neqede tune ye. Çi kar dibe bira bibe, meriv bixebite zû dereng diqede.

Bîranînên min jî îro qediyan.

Nuha min hinekî rehet kir, êdî azadtir im.

Berê mecbûr bûm her sibe rabim û wan notên salên borî rast bikim û bi binîvîsînim.

Lê êdî ew mecbûriyet nema, êdî ne mecbûr im her sibe zû ji xew rabim û rojaneyên xwe yên salên borî binivîsînim.

Fena min barekî giran, tayekî aşa ji pişta xwe danîbe, nuha ez xwe azadtir his dikim.

Li dora 200 kesî, hin rojan ev jimar dibû 300-400 jî her roj ez taqîb dikirim.

Ji bo xatirê wan min bi îstîkrar hereket kir, rojekê jî nabên nedyê.

Roja bîranîn tunebûya jî min digot îro tuneye, xwendevanên xwe di meraqê da nedihîşt, jê agahdar dikir.

Yanî her sibe min dinivîsî, wan jî dixwendin. Vê yekê bibê nebê bi min ra jî, bi wan ra jî hînbûnek çêkir, bû rûtîneke rojane.

Nuha em hatin dawiyê, bîranîn qediyan, kesên fêr bûbûn her sibe bi rêk û pêk bîranînên min bixwînin ewê çi bikin ez nizanim. Yanî min dûzan û rûtîna wan jî xera kir.

Lê tu karekî neqede tune ye, çi kar be jî rojek tê diqede.

Min îsal 889 nivîs nivîsîne, bi vê nivîsê ra fer dibe zo, hesab dûz dibe, jimar dibe 890.

Min di 30 îlona 2007a da di bloga xwe da nivîsa xwe ya pêşî nivîsî. 15 sal qediyan, sibe dikevim sala 16a.

Di van 15 salên borî da min 8716 nivîs di bloga xwe ”Hindik-Ridik” da  belav kirine.

Min biryar daye van bîranînên xwe û qismekî van nivîsan wek kitêb bidim çap kirin.

Kitêbekê wek rojaneyên dîasporayê û du kitêbekê jî ji nivîsên min ên din çap bikim. Heger weşanxaneyekê xwe bida ber, çend cildên baş ji van nivîsan dertên.

Lê hetanî nuha talebekî wiha tune ye. Hêvî dikim rojekê weşanxaneyek bixwaze ji wan nivîsan çend cildan çap bike. Ne gişan, meriv kane li bêjingê xîne.

Saleke din jî ji emrê min çû, 72 bû 73. Îsal ne sala min bû, ez çend caran nexweş ketim.
Nuha jî bi bapêşê ketime, zekemî me, halê min ji ber kuxukê tune.
Pozê min(bîvila min) xetimîye, nikanim bînê ji pozê xwe bigrim. Min çend pifên poz çeribandin lê bêfêde bûn.
Ji ber ku ez nexweş im em neçûn şahiya hevalan hazir kirine. Ez û xanim û Serhatê me li mal in. Ez û xanim li telewîzyona swêdî temaşe dikin.
Roja duşemiyê ezê herim ser tuxtor, belkî dermanekî baş bide min.

Çaxa diya min, bavê min sax bûn min her sal telefonî wan dikir, sala wan a nû pîroz dikir. Lê piştî wefa wan êdî ew jî nema. Dema diya min sax bû girêdaneke min bi Wêranşarê, bi Diyarbekrê ra hebû. Lê bi wefata wê ra ew girêdan qut bû, zeîf bû.

Çen saetên din emê têkevin saleka nû.  Sala we ya nû pîroz dikim û hêvî dikim sala 2023a ji bo me bibe saleka baştir, sala azadî û serxwebûnê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE