30 december 2022

Pûlisên kurmancî zirareka mezin didin kurmancî

Kurmancîya reben û bêxwedî di destê me da bûye lîstokeka zarokan. Yê herî nezan jî wek pisporê zimên pê dilîze, aqil dide însanan.

Hin kesên haya wan ji îmlayê tune ye di medyaya sosyal da wek etîmologan, wek lînguîstan dersê didin xelkê, gotinên dibê em di nivîsên xwe da bikar bînin pêşniyar dikin.

Di destên her yekî da mercekek heye, kî gotineke ”RESEN” ne kurmancî bi kar bîne, wek pûlisên trafîkê di cî da dibêjin ”stop! stop!”, ev gotin ”RESEN” ne kurmancî ye !

Li gorî van pûlisên trafîkê dibê em peyvên erebî, farisî, tirkî ya jî ji zimanekî din bikar neynin, ji dêlî wan gotinên ”RESEN” kurdî bikar bînin.

Dibê zimanê me kurmanciya ”RESEN” be û peyvên erebî, farisî tevî kurmancî nekin.
Bifikira hin însan vokabuklerekê, termînolojiyekê pêşkêşî te dikin, dibêjin gerek tu wiha binivîsînî, gerek tu gotinên erebî, farisî bi kar neynî. Dibê zimanê te kurmanciya ”RESEN” be !

”Resen” çi ye, bi çi zimanî ye ez baş nizanim. Di kurmanciya min da peyveke bi navê ”RESEN” tune ye, min ev gotin ji behdîniyan bihîst.

Lê ”kurdiya resen” bûye benîştê daran û wer di devê kurdên rojavayî û başûrî da ye.

Yekî qala PELÉ rahmetî û futbolê kiriye, yekî gotiye ”futbol” ne bi kurdî ye, ne rast e meriv bibêje ez bi futbolê dilîzim. ”Ya durist ez bi gogê dilîzim, ez goklîz im.”

Em zanin gog ne top e, ne futbol e, hinekî ji topa golfê mezintir e, ya ji kulêv ya jî ji paç çêdibe. Meriv bi ço pê dilîze. Yanî meriv bi nig gogê nalîze.

Lê camêr dibêje ”ya durist gog e !”
Yekî din ji dêlî ”gogê”, futbolê û lîstikvaniya topê ”tîplîz”î pêşniyar kiriye.
Yanî em nebêjin top û futbol, em bibêjin ”tîp” û ji lîstikvanan ra jî bibêjin ”tîplîz.”

Lê ne ev tenê, hema hema ji bo her navekî, gotineke biyanî peyvek çêkirine û di xeberên medyayê da jî wan peyvên çêkirî bikar tînin.

Mesela navê psîkolog kirine ”derûnnas, navê sosyolog kirine ”civaknas”, navê pedagog kirine ”amojkar”, ”hêvojakar”, ”perwerdekar”, navê arkeolog kirine ”şûnwarnas”, etîmîlog kirine ”peyvnas”. Edebîyat kirine ”wêje”.

Ez numûneyan dirêj nekim û serê we pê ra neêşînim. Yanî çiqas navên, pevyên dinya alem giş bi kar tînin û piraniya kurdên herçar perçên Kurdistanê fêm dikin, di dibistanan da xwendine bikar naynin, peyvên sunî, yên ji sedî yekê kurdan jî jê fêm nakin bikar tînin.

Dewleta me, dezgeheke me ya netwî tune ye, em bi zimanê xwe perwerde nabin, bi çi aqilî emê rabin futbolê, sosyolog, psîkolog, arkeolog, etîmîlog, edebîyatê û bi sedan gotinên înternasyonal biguherînin û hin peyvên naylon, ne rast çêkin ez fêm nakim!

Tirk 100 sal in xwedî dewlet in lê navê futbolê, psîkolog, sosyolog, pedagot, etîmîlog û edebîyatê neguhertine.
Belkî ji sedî 90ê me kurdên bakur nikanin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsîn, lê dîsa jî em pê ketine çiqas gotinên, navên înternasyonal hene gişan diguherînin û di dewsa wan da ”kurdiya resen” çê dikin !

Dibê em hinekî mitewazî, sakîn bin, hinekî realîst bin, dev ji van gavên, guherînin pir cidî, derî realîteya xwe berdin. Ji dêlî em van tiştên ne rast bikin, pê zimanê xwe bikin gêrmiya gavanan, em xwendin û nivîsandina zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe binivîsin.

Kî çi vokabulerê, kîjan gotinê bikar tîne bi kêfa xwe, zimanê însanan ne wek hev e, her kes li gorî xwe xezîneyeke wî ya peyvan heye, sitîleke wî heye û li gorî wê dinivîsînî. Ne rast e, şerm e meriv ji xelkê ra bibêje vê gotinê bikar nayne, ew erebî ye, dibê tu vê gotinê bikar bîne, çimkî ew ”kurdîyeke resen” e!

Heger tiştekî mecbûrî hebe dibê meriv bala xwe bide berhemên kesên zimanzan.

Em gotinên erebî, farisî ji zimanê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û gelek kilasêkên xwe derxin emê ji wan çi fêm bikin, çi tehm û lezetê ji eser û şiîrên wan bigrin?

Li tu dera dinyayê zimanekî xurrî tune ye, di her zimanî da bi hezaran gotinên biyanî hene.

Heger em gotinên erebî û farisî gişan ji kurmancî bavêjin kurmancî namîne, emê nikanibin bi hev ra bipetivin jî. Lema dev ji fantaziyan berdin, bela xwe di zimanê xelkê nedin.

Gotinên erebî farisî êdî malê zimanê kurdî ne, me kirasekî li wan kiriye, ew li gorî zimanê xwe guhertine. Koka wan erebî, farisî be jî ew malê zimanê kurdî ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE