30 december 2022

Tirkiye neyartiya xwe ya bi kurdan ra tu carî venaşêre

 

Li Stenbolê bexçeyekî  bi navê ”Parka Aştiyê ya Cîhanê ” heye. Li kêlek deriyê parkê li ser lewheyekê bi gelek zimanan "Aştî" hatiye nivîsîn.
Tenê kurdî tune ye.
Çimkî yên dewleta tirk îdare dikin û yên ew lewhe danîne wira ji kurdan û ji kurdî nefret dikin.
Naxwazin li ser lewheyekê jî navê kurdî hebe. Heger ji destên wan were ewê kurdan û zimanê wan ji kok da ji ser ruyê dinyayê rakin. Ev yek meram û daxwaza wa nya miştereke.

Ev ne cara pêşî ye tiştekî wiha dikin, hetanî nuha gelek carên din jî wiha kiriye.

Yanî ev neyartiya bi kurdan û bi kurdî da ne nuh e, îdeolojiya dewleta tirk ya netewî ye.
Hîmê Tirkiyê, îdeolojî û felsefeya dewletê li ser înkar û neyartiya kurdan ava bûye.
Ji Roja Tirkiye ava bûye ev siyaseta înkarê û nefretê bingehê perwerdeya dewletê ye.
Dibê kurd, zimanê kurdî û navê Kurdistanê li tu derê tunebe, fena ku miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tunebe.

Ev 100 sal e siyaseta Tirkiyê ev e û di vê siyaseta xwe ya înkarê ûasîmîlasyonê da pir baş bi ser ketine, ji nîvê kurdan zêdetir kirine tirk û kurdên xwe nas nakin, ferqê naxin nabêna kurd û tirk.

Kurdê hîn jî hevalê vê dewletê û partiyên tirkan in ew bûne xulamên tirkan û naxwazin ji bindestiyê û ji xulamtiya tirkan xelas bibin.

Tirk çi neheqiyê li kurdan dikin ev kurdên bûne zilamên tirkan qet dengên xwe nakin, nabêjin kirt jî.

Mesela kurdên xulamên Erdogan û AKPê, kurdên îslamî li dijî vê nîjadperestiya berpirsiyarên wê parkê dernayê. Serokê HUDAPARê, hêz û terîqetên îslamîst yên vê irqçîtiya berpirsiyarên parkê protesto nakin, nabêjin çima we bi hewqas zimanî nivîsîye lê kurdî di nav da tune ye?

Sebeb çi ye, çima we wiha kiriye?

Yanî ji cepheya kurdên îslamî, kurdên bûne dûvikên tirkan û xulamên Erdogan deng dernayê.

Çend kesên wek min protesto dikin lê ew jî ne xema wan e, em ji xwe neyarên wan in.

Ya muhîm kurdên zilam û xulamên wan in dengê xwe nekin, xwe ji wan nexeydînin.

Hetanî kurdên xulam û kole serî hilnedin, doza azadî û serxwebûna xwe nekin ev dewlet ewê tim wiha bike.

Kurdên li hemberî vê lewheyê ranebin, rexne û protesto nekin, navên çi be jî ew zilamên dewletê ne.
Tu azadî bêyî micadele, belaş nayê bidestxistin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE