30 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -333-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-30

Min îro ji Akîko Yamada japonî karteke serêsalê girt. Ji Tokyoyê  poste kiriye. Wer xuya dike hîn li Tokyoyê dimîne. Dosteka kurdan a baş e.
Dema li Şamê erebî û tarîxa îsalmê xwendiye çend xwendekarên kurd nas kirine. Dûra bi wan ra çûye Kurdistana Rojava, Qamîşloyê, Diyarbekrê û di nava 9-10 mehan da kurmanciyeke baş fêr bûye. Kurmanciya wê ya nifîskî jî pir baş e.


Di dawiya sala 1992a da (1992-11-25)hat Swêd ba me. Di 25ê meha 11a da li buroya Armancê ez rastî wê hatim.
Him erebî, him kurmancî baş zanîbû. Min ew û çend heval ezimandin mal û pê ra hevpeyvînek kir. Heypeyvîn di sibata 1993a di  Armancê jimara 136a da çap bû.

Akîko di nav salekê da kurmancî fêr bû, lê gelek kurdên xwelîser li Kurdistanê, di nav kurdan da dijîn, serokatiya kurdan dikin lê nikanin du gotinan bi kurdî bibêjin. Lê dema tê axaftinê diçirînin, peyvên ji serê xwe meztir dikin.

XXX
1999-12-30

Min 400 mark bi herdu xwehên Yilmaz(Selîm Bakac)ra ji diya xwe ra şand. 1000 kron Azad da, yê  din min li hev ragirt. Azad bi peran ra çend rismên xwe jî ji pîrika xwe ra şand, ez bawer dikim ewê gelkî kêfa wê jê ra wer e.
Diya min di nav zarokên xwe da herî zêde ji min û di nav torinên(neviyên)xwe da jî herî zêde ji Azad hez dike. Azad jî pir jê hez dike.
Ez nuxuriyê wê me û di aroktiya min da me bi hev ra gelek zor û zahmetî, gelek rojên xerab dîtin. Hema hema ez bê bav mezin bûm, di zaroktiya xwe da ez bûm peyê malê. Tivdîra malê ket hustuyê in û wê. Cemîle û Fûad biçûk bûn, ez tenê yê kar bûm. Lema pir ji min hez dike.
Dema ez ji welêt derketim Azad 3 salê bû, wê mezin kir, belkî ji ber wê ye.
Diya min yeka bi qise ye, zana ye, sohbetxweş e. Gotinên min dikevin serê wê, lema nabêna me pir xweş e. Em bi saetan qala rojên borî dikin. Kêfa wê ji vê rat ê, bêyî min kes zaroktiya wê, serpêhatiyên wê jê napirse.

XXX
2001-12-30

Birayê Îzedîn*

Ez nuha li malpera te dinêrim. Gelkî kêfa min hat tu ji cî û warê xwe, ji welatê xwe hez dikî û bi zimanê dayika xwe yê şîrîn wî gundê tu lê mezin bûye didî naskirin. Û naveroka malpera te jî yanî agahdariyên tu didî jä pir hêja ne, ro were ewê ji gelek kesî ra lazim bibin.
Lê tiştekî te bala min kişand. Dema tu qala zilma Mîrê Botan dikî, tu li ser mizgefta wî lêkiriye wiha dibêjî: "Belê, ji wê demê heta îroj mizgeft ne mizgeft  e, bes kox e. Binê wê ne bi teyîjan, bes bi tershên ji rêxa dewêr hatiye rayêxistin."

Bi baweriya min ev gotinên te ne xweş in û bi kêmasî bêhurmetiyek tê da heye.

Birayê Îzedîn, berî her tiştî ez merivekî ataîst im û baweriya min bi dîn tuneye û ji Êzîdiyan jî pir hez dikim û gelkî jî di nav wan da mame.
Di nav Êzîdiyên Wêranşarê da gelek dost û hevalên min hene, bi gelekan ra em wek malekê ne. Ez ji Wêranşarê me. Ji bo min welatperwerî û kurdayetî di ser her tiştî ra ye.
Yanî ez ne merivekî dîndar im, lê ji hemû baweriyên olî ra hurmeta min heye.

Lê kurd bi piranî misilman in û mizgeft jî ji bo wan dereke, tiştekî pîroz e. Dema tu qala neheqî û zilma yekî misilman dikî dibê tu hewqasî êrîşî mizgeftê nekî.
Tu çawa qedir didî ziyaret û sîmbolên ola xwe, dibê tu vê hurmetê ji ol û baweriyên din ra jî nîşan bidî.
Îcar wek merivkî xwenda û têgihiştî di meselên wiha da dibê tu bêtir hesas û bi diqît bî. Heger ew gotinên jorîn yekî nezan û cahil bigota bêguman minê jê ra ev name nenivîsanda.

Birayê delal, tu jî baş dizanî mîr û begên kurdan ne tenê li kesên ne misilman, herwisa li kesên misilman jî neheqî kirine. Dîroka Kurdistanê tije bûyerên wiha ne. Wan gelek caran ji bo menfetên pir biçûk li hember hev hovîtiyên pir mezin kirine û gelek xwîn rijandine.
Esas ev yek heta destpêka salên heyştêyî jî wiha bû, yanî yê xurt zulm li yê ji xwe qelstir dikir.
Ez jî li wî erd û avî mezin bûme û ez zanim çi dianîn serên hev. Ma li Siwêregê zilma mala Bûcaxiyan ne zilmeke wiha ye. Wan heta nuha gelek gund, xanî û dikan bi zorê ji xelkê stendine û danê zilamên xwe.
Ev, do jî wiha bû û îro jî bi alîkariya Dewleta Tirk hîn jä dom dike. Û yên zilm û neheqî lê dibin hemû jî misilman in. Yanî tiştê ez dixwazim bibêjim kurdan tim zilm li hev kirine û îro jî dikin.

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

*Îzedînê Bacînî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE