Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-12-29
*Do danê êvarî ez, Abid Dundar û Salim Çelîker em çûn serdana Mahmûd Baksî. Ji
zûda bû min nêt kiribû herim serîyekî bidimê, bîstekê pê ra heneka bikim.
Lê
nizanim çima wer li hev nehat û ma hetanî îro. Axirê do êvarî li hev hat ez, Salim
û Abid em çûn.
Bi serdana me pir kêfxweş bû, çer dîtin rken hat ruyê wî, êş û jana xwe ji bîr
kir û got, wey wey, wey, hela mêze kî hatin?. Me tavilê sohbet geş kir, dest bi
henekan kir.
Mahmûd yekî nuktdan e, sohbeta wî xweş e, cimata wî şên e.
Hêvî baş e, lê bi baweriya min nikane ji vê nexweşiyê xelas bibim. Tuxtor bi tedawiyê jiyana wî hinekî dirêj dikin, lê herçî xelasî ye ez bawer nakim.
Dibê ez viya jî bibêjim, di sala 1981ê da li ser daxwaza Tirkiyê dema ez li Swêd ez hatim girtin, di berdna min da rola Mahmûd Baksî pir bû. Di medyaya Swêd da bi nav û deng bû, gotina wî pere dikir. Rojnameyan her roj qala min dikirin. Ev xêra Mahmûd Baksî bû.
Ez eyn di vê mehêda hatim hatim girtin.
*Do berî em herim serdana Mahmûd Baksî, min kitêba xwe (Sitriyên me)da hevalê Riya Azadî Fexrî Olçer, ji bo ku çap bikin. Heger çap bikin me li hev kiriye.
Min ji çapê ra hazir, mîzanpaja wê çêkirî dayê. Mîzanpaj Arif Zêrevan ji min ra çêkir.
XXX
2000-12-29
Ji Ahmed Okçûoglû ra
Kekê Ahmed, rohniya çavê min, merheba!
Berî her tiştî, ez Cêzna te ya Remezanê ya bihurî û sala te
ya nû ji dil û can pîroz dikim û di kar û xebata da ji te ra pêşketin
serfiraziyê dixwazim.
Kekê Ahmed, birayê min yê delal, di vê nabênê da ez dixwazim
bizanim, gelo te li wê romana Susanna Tamaro(Bide dû dilê xwe) min dabû we mêze
kir yan na?
Ez dixwazim biryara we bizanibim. Heger hûnê biweşînin ya jî neweşînin ji
kerema xwe ra min agahdar bikin. Ez li bende bersîva te me.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2010-12-29
Min ev name îro ji Fadil Ozçelîk ra şand. Qelema wî pir xurt e, zimanê wî mikemel e. Ez dixwazim dev ji tirkî berde û tenê bi kurmancî binivîsîne. Lê zexeliyê dike, de ji tirkî bernade. Kesên di mektebên tirkî da xwendibin zû bi zû dev ji tirkî bernadin, bi piranî dibin muptelayê tirkî.
Fadil bi kurmancî çi binivîse ewê mikemel be, lê nake, destê wî, dilê wî ji tirkî nabe, nivîsên xwe yên herî xweş bi tirkî dinivîsîne.
Hêvî dikim ev nivîsa min tesîrê lê bike.
"Fadil, min nivîsa te ya Kurdînfoyê do bi şev xwend, lê
derengê şevê bû, min pir ecele kir, dibê ez careke din bixwînim...
Tu zanî dema meriv bixwaze nivîsekê careke din jî bixwîne, maneya wê ew e ku
meriv ji nivîsê pir hez kiriye.
Heyran, bi navê Xwedê te helandiye, te îman ji meselê stendiye, te wek
sosyologekî, psikologekî û antropologekî îdeolojiya tirk û sîstema wan ya
fikirandinê, nîjadperestiya wan ya prîmîtîv ji hev vençiriye, tarmûmar
kiriye...
Û bi zimanekî pir xweş, pir edebî… Dîsa ji bo me kurdan jî te hin muqayese û
tespîtên pir cidî, pir balkêş kirine. Însan dema wan numûneyan dixwîne însan
vediciniqe…
Numûneyên te yên li ser kurdên Îran, Sûriyê û Kurdistana başûr û hevalbendiya
bi Seddam ra pir xweş bûn, kêfa min jê ra hat û ezê di nivîsa xwe ya îro da
qala vê numûneyê bikim.
Helbet ne ev tenê, li ser tirkan jî te gelek tiştên xweş gotine, tem tam li
hedefê xistiye…
Lê mixabin nivîs pir dirêj e, çavê meriv ditirsîne. Dibê te kiribûya 4-5 nivîs;
yanî hindik û rindik. Ji bo ku bê kêmasî, bi temamî were xwendin.
Heta tu dikanî vê nivîsê hinekî din jî fire bikî, bike kitêb jî…
Qelema te pir xurt e, ez nizanim ji berê da wiha xurt bû ya jî te van demên
dewî li derekê sûye û wiha tûj kiriye...
Esas ji berê da jî "tûrikê" te ne vala bû, lê belkî şert û zemnîn
çênedibû ku tu devê tûrikê xwe baş vekî, xurtiya qelema xwe nîşanî gelê xwe
bidî…
Baş tê bîra min, li ser teşxela te û ya Bavê Nazê, ji Moskovayê te nameyek ji
min ra ya jî ji Armancê ra şandibû. Wê demê kurdiya te ya nivîskî ne baş bû. Lê
li gel vê jî di nameyê da edebiyat û xurtiya qelema te bala min kişandibû, pir
kêfa min jê ra hatibû. Bi min wek nameyeke edebî hatibû…
Û ji xwe loma jî dema tu hatî Stockholmê min hezkirin û nêzîkayiyeke pir mezin
nîşanî te da. Ji ber ku min di warê rojnamevanî û edebiayta kurdî da hêviyeke
mezin ji te dikir, min di qelema te da jîrî, hosteyî û cewherên edîbekî xurt
didît.
Piştî demkê tu wenda bûyî, nuha tu li ku yî û çi dikî ez nizanim. Lê bi qasî ez
taqîb dikim, di warê kurdî da tiştê min ji te dipa û hêvî dikir te neda. Belkî
jî te kiribe haya min jê tuneye. Lê axirê min nedîtiye…
Fadil, tu rastiyê dixwazî,
wek min berê jî got tirkiya te pir xweş e, edebiyata te xurt e, qelema te wek
şûrê Şamê yê avdayî ye...
Lê çi heyf ne bi kurdî ye...
Ev nivîsa Kurdînfoyê dibê bi kurdî bûya, dibê kurd bibînin rexne çawa tê kirin,
edebiyat, nivîs çawa tê nivîsîn.
Heta ku kesên wek te bi tirkî binivîsin, tiştên xweş û edebiyata herî bedew bi
tirkî werin nivîsîn û kesên ”binbêjing û ifare” jî bi kurdî binivîsin, kurdî
nabe zimanê edebiyatê, tîcaretê û siyasetê.
Dibê şaş neyê fêm kirin, bêguman ez nabêjim hemû kesên bi kurdî dinivîsînin
”binbêjing û ifare” ne, ez wek nimûne dibêjim, yanî dixwazim bibêjim qelemên
xurt jî dibê kurdî bikin zimanê xwe yê edebî, nivîskarî û rojnamevaniyê.
Tu zanî di dawiya sedsala 19a da mahcirekî ji Rûsyayê yê bi navê Elyêzer bin
Yehûda bi serê xwe tenê îbranî ji gorrê derxist û kir zimanê miletekî.
Yanî dibê meriv rola şexsan û israra di nivîsandin û axaftinê da biçûk nebîne,
hin lawê bavan împaratorî hilweşandine, dewlet ava kirine. Ne Lenîn bûya
Sovyet, ne Mistefa Kemal bûya Tirkiye û ne Mustefa Barzanî bûye Kurdistana
Federe ava nedibû, yanî rola esasî ya van şexsan e.
Di warê edebiaytê da jî ev yek wiha ye, hin edîb dibin pêşeng û avakarê
edebiyata miletan.
Şoreşa Fransayê jî wiha ye, heger ne pêşengiya fikrî ya Jean Jacques Rousseau
(1712 -1778)bûya şoreş bi wî rengî çênedibû.
Yanî qesta min rola şexsan e, dibê meriv rola şexsan biçûk nebîne. Wisa xuya ye
min jî wek te dirêj kir. Di kar û xebata te ya edîb û hunerî da ji te ra
serkeftinê dixwazim…
Lê ev dua min ji bo bi kurdî ye, ji bo tirkî ji te ra duayê nakim, lê tu
nifiran jî li te nakim…"
XXX
2016-12-27
Încîl Selçuk: Mamoste ez niha pê hay bûm ku we ez ji rupela xwe derxistime.
-Erê, ji ber ku te di binê nivîseke min da bêedebî kiribû,
te gotinên ne xweş ji min r a kiribû. Lema min tu ji hevaltiya xwe derxist.
Nayê bîra min te çi gotibû. Lê ewê were bîra te.
Încîl Selçûk: Ez bawer nakim. Lê li bendê me ku tu nîşanî
min bidî.
-Încîl xanim, min jî qet ji te nedipa.Lê te gotibû. Min şiroveya te avêt. Ez li ciyê rehetiyê te ji hevaltiya xwe dernaxim û buhtanan jî li te nakim. Yanî seb ev bû. Ez xwe rexneyan qet aciz nakim, lê qebûl nakim kes heqaretê li min bike.
Încîl Selçûk: Ez belesebeb hrqaretê li tu şexsan nakim lê
ger hin kes zimandirêjiya keda zarokên me bike û bi gotinên xwe piştgiriya
neyarê min bike ez bersiv didim texsir nakim. Lê min ne bawere ku heqaret li
şexsê te kiribe. Bila wek te be. Tenê min xwest pê zanibim ka te min bi zanebun
derxistiye an na
Not:
Nivîsa min li ser PKKê bû, Încîl xanimê şiroveke ne xweş di binê nivîsê da kir, henekê xwe bi min kir. Fena ku ez merivekî bêwefa me, neyartiya gerîla dikim. Min gotinên wer jê nedipa, lema min şiroveya wê rakir û ew ji hevaltiya xwe drexist.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar