27 december 2022

Hinekan ez nezerî kirim

Xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez nezerî bûm. Çîka bêruyekî li min ket, edî ez ne yê xebatê me, di nava nivîna da me.

Bi texmîna min ev nezera hewqasî pîs, hewqasî bi tesîr ya yekî tirk e.

Çimkî yên herî pir xêra kurdan naxwazin, dixwazin kurd giş kel û kût bibin, nexweş bikevi tirk in; ji bo ku nikanibin li dijî Tirkiyê karekî bikin. Meydan ji wan ra bimîne.

Ez î ez sipî, saxlem bûm, wek fêrizekî bûm, min digot ez bi şûran nayêm xwar, nexweşî, mexweşî nikane bi semta min keve.

Lê çavpîs û qebîhekî tirk ez nezerî kirim, bapêşeka pîs ba li min anî, ez ji darda xistim.

Ez derdê xwe ji w era nabêjim û we jî bi xwe ra xemgîn nakim. Lê dibê hûn bizanibin heger Zinarê Xamo tiştekî nanivîsîne ne ji kêfa ye, miheqeq nikane, nexweşekî giran e. Lema min ev çend rêz bi zor nivîsîn.

XXX
2017-12-27

Merheba kovara Kund !
Spas ji bo daxwaza nivîsê. Daxwaza we ser serê min. Ez nikanim ji kovareke, ji xebateke kurdî ra bibêjim na. Ezê bi kêfxweşî ji we ra nivîsekê bişînim. Lê dibê bizanim heta kînga hûn dixwazin. Ji min ra tarîxa wê bibêjin.
Wekî din jî hemû nivîsên bloga min di emrê we da ye, we kîjan nivîs xwest hûn kanin biweşînin.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Stockholm


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE