26 december 2022

Ax û eman ji derdê vê bapêşê

Ax û eman,
xerab zeman,
vê bapêşê ez kuştime,
ev hefteyeke serê min pê ra ketiye belayê
Kuxuk nasekine, bînê li min diçikîne
bi şevan xew li min bûye tûtya
hetanî destê sibê wer dikime kuxtîn û axîn e.

Însan firiyan asîmanan, çûn hîvê, çûn sitêrkên herî dûr, çûn silavek dan rojê, lê hîn jî dermanê quzulqurta vê bapêşê nedîtine.
Ev çi pêşketine, çi tib e, çi tabîbî ye min fêm nekir !

Dibê dermanekî vê quzulqurta bapêşê hebûya, meriv deh hefteyekê bi şev û roj nekira kuxte kuxt…
Min li malê sîr, pîvaz, zencefîr, simaq, darçîn, pûng, nahne, leymûn, çay, qahwe, mast nehîşt, lê bêfêde ye yek jî nikanin pê.
Ez çi dixum bêfêde ye, pîsa heram bêtir li min tê xezebê, bêtir diazire.
Bi roj dîsa debar dibe, lê bi êvarê rad est pê dike, dibe pîra Horê cinên wê tên dorê û kuxuka min dest pê dike.
Hêvî dikim îşev jî bînê li min neçikîne, min bêxew nehêle.
Dibê tib dermanê vê quzulqurtê bibînin, meriv çer xwar tavilê jê xelas bibe, bibe pîvaz….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE