12 februari 2022

6 partiyên mixalefetê ji HDPê ra gotin tu partiyeke dijmin e, em bi te ra napeyivin !

Îro li Anqerê serokên 6 partiyên mixalifên hukûmeta Erdogan hatine bav hev û li ser hilbijartinên sala tê sohbet û minaqaşe kirine.
Lê ban HDPê nekirine. Çimkî ew jî wek Erdogan û Bahçelî HDPê partiya neyarên xwe dibînin.
Meriv bi neyarên xwe ra rûnane, sohbet nake. Serokên 6 partiyên tirk jî wer kirine.
Civîna van 6 partiyan tê maneya tirk êdî naxwazin kurdan di meclîsa xwe da bibînin. Maneyeke din ya vê boykotê tune ye.

Tirk dibêjin, hûn çi şelafiyê bikin jî em naxwazin we kurdan di meclîsa xwe da bibînin !

Çimkî ne AKP û MHP tenê, wa ye partiyên mixalefetê jî hemû naxwazin bi HDPê ra tifaqê bikin.
Bi baweriya min baş bû ban HDPê nekirin, ew li mala xwe, em li mala xwe, ew li welatê xwe, em li welatê xwe. Dibê em û tirk di her derê d aji hev biqetin. Gerek HDP bibe partiyeke kurd û Kurdistanî.
Serok û berpirsiyarên HDPê ewê çi bibêjin ez nizanim. Lê bi texmîna min, bi îhtîmaleke mezin ewê xwe aciz nekin û dîsa jî dev ji tirkan û ji siyaseta xwe ya berê, demokratîkkirina Tirkiyê bernedin.
Hukûmet, partiyên tirk giş HDPê wek partiya dijminê xwe dibînin, lema jî ne pê ra rûdinin û ne jî tifaqê pê ra dikin.

Lê tirk çi bikin jî, bi HDPê ra rûnenin jî serokên HDPê dev ji hevaltiya tirkan bernadin.

Çare, dibê milet, kurd ya HDPê bikin partiyeke kurd û Kurdistanê ya jî dev jê berdin.

Miletekî meriv qebûl neke, bi meriv ra rûnene, meriv jî wan partiyan dostê xwe, mitefikê xwe nabîne.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE