13 februari 2022

Tirkiye bûye welatê mizgeftan û meleyan

Li gor beyana Serokê Dîyanetê Alî Erbaş, li Tirkiyê 130 hezar mele hene. Di demeke nêzîk da ewê 7 hezar û 800 meleyên din jî bigrin kar, jimara meleyan ewê bibe 138 hezar û 485.

Jimara tuxtoran li Tirkiyê 107 hezar û 355 e.
Li welatekî jimara meleyan ji ya tuxtoran zêdetir be ew welat, welatekî paşdamayî ye, dîn, xurafe ji ilm, ji siheta însên muhîmtir e.

Helbet hewqas mele li malên xwe meletiyê nakin, ji wan ra mizgeft(camî)jî lazim in.

Di Googlê da min bala xwe da îstatîstêkên mizgeftan. Li Tirkiyê 89.259 mizgeft hene. Ev jimar herî kêm yên salek, du sal berê ne.

Li Rihayê 2086, li Diyarbekrê 2075, li bajarekî wek Betlîsê biçûk jî 730 mizgeft hene.
Li Kurdistanê bajarê herî hindik mizgeft lê hene Dêrsim e.

Li her bajarê Kurdistanê jimara mizgeftan ji jimara dibistanan, ji ya nexweşxaneyan, ji ya fabrîqeyan li ser hev zêdetir e.

Di pirbûna mizgeftan da Tirkiye hindik maye bigihîje Endonezya yê û Pakîstanê.

Ev reqem jî nîşan didin Erdogan û hêzên îslamî baş xebitîne, di nav 20 salan da jimara mizgeftan kirine du qat.

Di sala 2002a da li Tirkiyê 75 hezar û 941 mezgeft hebûne. Di 2021ê da ev jimar derxistine 89.445 mizgeftan. Yanî 13 hezar 500 mizgeft li yên hene zêde kirine. Tirkiye hêdî hêdî dibe Pakîstan, Siûdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE