13 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -35-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-02-13

Mihemed Bekir, Reşo Zîlan û Reşîd Simo li ser zimanê kurdî, lehçeyên kurdî semînerek dan. Semînereke zêde ne ilmî bû, lê dîsa jî baş bû. Li ser kurmancî û lehçeyên din hin agahiyên baş dan. Meriv hin tiştên nuh fêr dibe.

Piştî semînerê ewê şeveke şahiyê, sohbetê bihata çêkirin. Federasyonê ji bo xatirê wefata Îdrîs Barzanî şev çênekir. Bi ya min ne rast bû, lê wer biryar dan.


Ji semînerê em çûn mala me, me civîna redaksîyona Armancê li mala me çêkir.

XXX
1988-02-13

Kongreya Federasyonê li Stockholmê li Medborgarhusetê dest pê kir. Ev kongreya 8a ye. Nûnerên 5 partiyên di Meclîsa Swêd da hene di kongreyê da hazir bûn û peyivîn. Beşdarbûna 5 partiyên Swêd ji bo me serketineke mezin e.
93 nûnerên 23 komeleyên endam beşdarî kongreyê bûn. Ji bo dîwanê Reşo Zîlan, Elî Zerdeşt, Selîm Baban, Seyran, Necdet Gundem û Hesenê Qazî hatin hilbijartin. Di hilbijartinê da gelş derneket. Hêvî dikim sibe di hilbijartina Komîteya Karger da jî gelş dernekeve û kesên baş, jêhatî têkevin Komîteya Karger.
Kongre ewê sibe jî dom bike.


XXX
1996-02-13

Radyoya Merheba ya bi tirkî di xeberên xwe yên îro da got, YNKê pêşniyara Amerîka ya rawestandina şerê bi PDKê ra red kiriye...

Li gorî xebera radyoyê di pêşniyara Amerîkayê da PKK wek hêzeke terorîst tê dîtin û ji PDKê û YNKê daxwaz tê kirin ew cî nedin PKKê û hêzên kurd yên ji Kurdistana bakur.

Di xeberê da got, YNKê ev daxwaza Amerîkayê red kiriye, gotiye em PKKê terorîst nabînin, li Kurdistana bakur PKK hêza herî mezin e.

Radyoyê negot PDKê çi bersîv daye vê daxwaza Amerîkayê. Yê ji Diyarbekrê xeber da Namik Dûrûkan bû. Di vê meselê da ew jî hinekî terefgîr e, meriv nikane ji rastiya xeberê sedî sed bawer bike.

Lê tiştê xuya dike piştî şerê PDKê û PKKê, PDK bêtir bi Tirkiyê ve hatiye girêdan, tesîr û giraniya Tirkiyê li ser siyaseta PDKê zêde bûye. Helbet ev jî pir xerab e. Dostiya bi tirkan ra pir talûke ye, ne mimkûn e kurd li karê derkevin.


XXX
1999-02-13

*NTVê di nûçeyên xwe yên derengê şevê da got “Rûsan Abdullah Ocalan girtine û dixwazin teslîmî  Tirkiyê bikin. Dûra jî gotin em nizanin ev îddîa rast e ya na, çimkî ne Rûsyayê, ne jî Tirkiyê ev îddîa qebûl nekirine.
Ez bawer dikim avê bi ber dilê xwe direşînin, moralê kurdan xera dikin. Rûs Ocalan nadin Tirkiyê. Lê ku bingeha tiştekî wiha be ji bo kurdan pir xerab e.

*Telewîzyona MEDê îşev beyaneke Abdullah Ocalan ya nivîskî da. Min qet tu mane neda beyana wî.
Di beyanê da li Rûsyayê, li Yûnanîstanê û li Ewrûpayê rexne digre û ji van velatana mafê rûniştina siyasî û ewlekariya jiyana jiyana xwe dixwaze.

*Min îşev ji rojnameye Azadiya Welat ra, ji bo pîrozkirina çarsaliya wan nivîsek nivîsand. Ezê sibe ji wan re bişînim.

 

XXX
2000-02-13

Du sê roj berê ez çûbûm ba Yilmaz. Min dît kultur ateşeyê Sefaretxana Tirk yê Stockholmê bi yekî din ra li wir in, bîra vedixwarin. Yilmaz berê ji min ra qala Ateşe(navê wî Orhan e)kribû û gotibû carnan tê vir bîra vedixwe, dibêje ez teqawit bûme û ez Arnawit im. Îro jî li wir bû. Berê jî dîsa rojekê ez li wir bûm hat ser masa min û Yilmaz, çimkî wî û Yilmaz hev û du nasdikirin.

Piştî çend gotinên vir da wê da xwe bi min da naskirin û dûre jî min û wî jî çend deqîqeyan bi hev re sohbet jî kir. Mesele hat ser Tirkiyê. Min hema raste rast jê ra got:

-Serokên partiyan yên tirk hemû, (min got ez ji bo hemûyan dibêjim) ji dêlî vê siyaseta ku îro dimeşînin herin li ber deriyê kerxanê qebraxiyê bikin ewê ji bo wan karekî hîn baştir be. Çimkî eskeran bi wan ra ne şeref hîştiye, ne jî heysîyet.

Çaxa min wiha got rengê wî qulibî, lê tiştek jî negot. Dûra me zêde dirêj nekir, rez abûm.
Îro dîsa li wir bû û yekî din jî pê ra bû. Him bi Cemal ra, him jî bi Şêxmûs ra henek dikirin, samîmiyet nîşan didan. Ez rûneniştim.

Vê yekê gelkî bala min kişand. Ewê bi ”Orhan” ra cara pêşî bû min didît. Wê rojê ji bo ku ez bi Yilmaz ra vê meselê bipeyivim ez du caran çûm wir, Yilmaz ne li wir bû. Îro dîsa ne li wir bû.

Yilmaz(Selîm Bakac)îşev telefonî min kir, min ev mesele jê ra vekir. Min go tu zêde rû nedî wan ewê baş be. Nehêle bi Cemal û xortên din ra samîmiyetê deyne, divê tu bala wan bikşînî. Çimkî tu hertim ne li wir î, ew kanin hêdî hêdî  xortan ra samîmî bibin û bi vî rengî ji xwe ra înformasyonê top bikin.

Min got dibê tu rê nedî ku aşxaneya te ji bo armancake wiha bête bikaranîn. Di serî de got ez çi bikim, aşxaneye, ez nikanim biqewitînim.

Lê piştî hinek sobet ez bawer dikim bêtir fikirî. Min mgot, nikanin ji Cemal tiştekî bi dest xin, lê bi saya aşxanê û samîmîyeta bi wan ra kanin gelek têkiliyan deynin. Heq da min. Ezê vê meselê careke din jî bi Yilmaz ra bipeyivim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar