14 februari 2022

Gazinê ne ji tirkan, ji hevalên xwe bikin !

Hin kurd ji tirkan gazinan dikin, dibêjin çima tirk dibin serokên me, efendim çima Ertugrul Kurkçu bûye ”serokê me yê şerefê?”

Xwişk û birayên ezîz, tirk bi zor nebûne wekîl(parlamenter), berpirsiyar û serokên HDPê.

Ertugrul Kurkçu bi zora xwe nebûye ”serokê we yê şerefê”. Ayhan Bîlgen bi zor nebû wekîlê HDPê.
Kurd çûne li ber wan geriyane, bi îrada xwe ya azad ew kirine wekîlên (parlamenterên) xwe, serokên partiyên xwe.

Lema jî gazina ji tirkan ne rast e, em ne tiştek in, em dixwazin têkevin bin destê tirkan, em dixwazin tim tirkek li ser serê me be, emir bide me, me îdare bike û helbet bi tirkî bi me ra bipeyive.
Serokatiya tirkan, bindestiya tirkan, axafitina bi tirkî ji gelek kurdan ra serbilindî ye, nahmetekî Xwedê ye, wek şîr û şekir e.

Hin kurd bi bindestiya tirkan, bi serokatiya wan rehet dikin, bextewar dibin. Dibê hûn viya bibînin.

Heger hûnê gazinekê bikin ji tirkan nekin, ji yên xwe, ji hevalên xwe bikin. Bibêjin ma we cara dîtiye filistînî yahûdîyekî bikin parlamenter û serokên xwe?

XXX

Hezkirina ji şexsekî, ji siyasetmedarekî, ji serokekî gerek meriv neke mirîd. Gerek hezkirina wî şexsî tiştê şaş, tiştê nelirê bi meriv nede parastin.

Meriv kane ji yekî pir hez bike, lê meriv ne mecbûr e wî çi kir, çi got bêqeyd û bêşert biparêze, mohra xwe li binî xe. Şêleke wiha zirarê dide şexsîyeta meriv, meriv dike şelaf.

Hevalê meriv, dostê meriv, serokê meriv, yekî meriv pir jê hez dike jî carnan kane şaşiyê, heta tiştê nelirê, tiştê xerab bike. Ji ber ku meriv jê hez dike, ji ber ku hevalê meriv e ne rast e meriv tavilê bibe abûqatê wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE