Carnan bela li ciyê rehetiyê tê meriv dibîne.
Vêsê, berê min bi desté xwe malik li xwe viritand, kompîtora
xwe xera kir.
Min bi şaşì fìşê guhik xist qulika hsbê, kompîtorê di cî da
got çirt û reş bû. Bêxwediyê di cî da mir, bû wek çira tu pif kê, ekran reş bû,
adaptora wê mir, mişk mir.
Min çiqasî li ber da jî fêde nekir, nexebitî. Ez bûm wek siwarê ji hespê da
bikeve, hesp bi terqe, ew li erdê bimîne.
Nuha ez di şer da wek pêşmergeyekî bêsîleh im. Ne kanim fîşekekê berra dijmin
bidim, ne jî di kozika xwe da xwe bi parêzim.
Ma destvala şer dibe?
Camêr mihendizekî programçêkirinê ye. Derî nîvçe vekir, got ji min dûrkeve, ez bi Coronayê ketime, di karantînayê da me.
Min ji dûr va mesele jê ra îzah kir, adaptor bir kontrol kir, got dixebite. Lê dibe ku kompîtora xera bûbe. Got jixwe pir kevn e, here yeka nuh bikire.
Min tiştek bi ser avê nexist, vegerîyam mal, mam li bende Rojenê me, ew jî nîvhoste ye, ji van tiştan fêm dike.
Êvarî Rojen hat, min mesele jê ra got. Mala camêr ava be, kompîtora min ji gorrê derxist. Yanî bela di min gerîya bû ji min dûr cist, ez jê pak kirim.
Camêr ji nuh va ruh da kompîtora min a mirî, ew ji mirinê
xelas kir. Hard dîska wê jê derxist, nizanim çi kir, ji nişka ve ruh pê da hat
û bû xirtîna wê xebitî.
Yanî him hezar Dolar di kîsê min da ma, him jî nivîsên min
wenda nebûn.
Meriv çi bizanibe baş e, zanîn, sinet bazinê zêr e, tim ji meriv ra lazim dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar