14 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -36-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-14

Piştî kar çûm hewz. Min hinekî ajnê kir. Dixwazim fêrî aşnê bibim lê baş naçe, hinekî fêr bûme. Lê ne tu aşnê ye.

Dûra çûm postexanê. Min bilêta piyesa Nîkolay Gogol ”Mufetiş” kirî. Piyes li Dramaten dilîze. Bilêt ji bo roja yekşemê saet 16a ye.

Di rojnameyan da pir pesnê piyesê û lîstikvanan dan. Hetanî nuha min li tu piyesên Gogol temaşe nekiriye. Cara pêşî ye ezê li vê piyesê temaş bikim. Min hin çîrokên Gogol li vir xwendin, lê piyesa wî cara pêşî ye ezê lê temaşe bikim.

Mufetiş, çîroka mufetişekî sexte ye, belediya bajarekî dixapîne, dûra pê dihesin.
Min îro 100 kron şand ji kovara YARIN ra, bûm aboneyê salekê. Li ser edebiyatê nivîsên baş têda hene.

XXX
1987-02-14

Kongreya Federasyonê li Stockholmê li Medborgarhusetê saet di deha(10.00)da dest pê kir.
Îro mîvan peyivîn. Wezîrê biyaniyan, serokê Învandrarverketê(dahîreyan biyaniya), nûnerê VPK(partiyeke çep e), nûnerê partiya Sosyaldemokrat, nûnerê partiya Center û Moderatan jî hazir bûn û peyivîn.
Telewîzyonê di xeberan da qala kongreyê kir. Ev baş bû. Yanî him ji alî mîvanên swêdî, him jî ji alî medyayê va kongreyê baş dest pê kir.
Henefî Celeplî him di raporê da, him jî di axaftina xwe da buhtan li min kir, gelkî êrîşî min kir.
Min bersîveke kin dayê, lê ji ber ku axaftina dawiyê wî kir, gelek tahrîfatên din jî kirin. Min nizanîbû merivekî hewqasî bêbext e û hewqasî li dijî min e.

XXX
1988-02-14

Kongreya Federasyonê roja duduya bi madeya destûrê dest pê kir. Vê madeyê pir dirêj ajot. Gelek kes peyivîn, gelek kes li ser peyivîn. Hin kes jî belaheq peyivîn.

Lîsteya Komîteya Karger bi rehetî hat qebûlkirin. Ala Rizgarî neket Komîteya Karger. Problem di hilbijartina Komîteya giştî da derket. Ala Rizgarî neket vê komîtê jî. Hêzên din jî nedixwestin her kes têkeve, dixwestin kesên kar jê tê werin hilbjartin, yanî kesên bi kêrî kar û xebatên tên têkevin wê komîtê. Di warê siyasî da jî merivên maqûl bin. Dîtina van kesan pir wext girt.

Di vê nabênê da Ala Rizgarî bi hevalên xwe yên kevn ra lîsteyek Komîta Giştî pêşkêşî kongreyê kir. Evy ek bû sebebê hin minaqaşeyên dirêj û ne xweş.

Li ser vê, Reşo Zîlan aciz bû û ji dîwanê îstîfa kir. Sakib Uzun bela xwe di Keya Îzol da. Milet ket nabênê, mesele mezin nebû. Dûra Ala Rizgarî lîsteya xwe nexist dengdanê, hevalên Ala Rizgarî kongre terikandin. Axirê bi zor lîsteyek hat qebûlkirin û kongre bi silametî qediya.

XXX
1996-02-14

Di rojnameya Ozgur Polîtîka ya îro da Selîm Ferat rexne li Dr. Nacî Kutlay digre, dibêje Dr. Nacî Kutlay çima wê rojê di telewîzyonê da(9/2-96)ji Evdila Ocalan ra negotiye ”Serokê Birêz”?

Dibêje Dr. Nacî Kutlay li hemberî Evdila Ocalan bêhurmetî kiriye. Û ji ber vê yekê hin gotinên ne xweş ji Dr. Nacî Kutlay ra dibêje. Meriv gotinên wiha ji yekî wek Dr. Nacî Kutlay ra nake, ne xweş e.

Demokrasiya apociyan hetanî vira ye, dibê tu jî wek wan ji Apor a bibêjî ”Serok” û jê ra nangeniyê bikî.

Ez bawer dikim Dotor Nacî Kutlay êrîşêke wiha nedipa.
Xwediyê nivîsê jî merivekî bêşexsîyet e, dixwaze her kes wek wî ji Ocalan ra şelafiyê bike.

XXX
1999-02-14

Ez û xanim îro çûn mala Mumtaz, çavronayiya wan. Keçikek ji xanima wî ra bûye, ji zû da ye me nêt hebû herin, lê li hev nedihat. Axirê îro em ji bin vî barî jî xelas bûn.

 XXX

Ji Nedîm Baran ra
Nedîm merheba!

Wek min di telefonê da jî ji te ra got ez dixwazim çapa duduya ya antolojiyê bikim. 
Xwediyê ”Medya Kîtabevî” Selhedîn ji birayê min Fûad ra gotiye li Stenbolê qediya ye, gelek kes lê dipirsin, heger hebe ewê pir were firotin.
Min çend çîrokên nuh jî nivîsîsîne. Heger hûn çap bikin ezê wan çîrokan jî ji we ra bişînim û hûnê wan jî li çapa duduya zêde bikin.
Na heger hûn çap nakin, ji min ra bibêjin, ezê bidim weşanxaneyeke din.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
2020-02-14
Stockholm

XXX

Merheba kekê Zinar,

Hêvî dikim tu baş î. Min do bi rêya telefonê peyameke kin ji te re şandibû û min gotibû di demeke kin de em ê te agahdar bikin.
Me biryar da ku em wekî weşanxaneya Rûpelê çapa duyem a ``Antolojîya çîrokên zarokan`` bikin. Jixwe pirtûk mîzanpajkirî ye, karê pirtûkê zêde tuneye.

Ji alîyê serraskirinê ve dê redaksîyona me carek din jî bixwîne û tiştên ji ber çavan revîyabin serrast bike.

Ji kerema xwe çîrokên ku te nû nivîsandine û dixwazî li pirtûkê zêde bikî ji me re bişîne.

Ligel silavên germ

Weşanxaneya Rûpelê

Nedîm Baran

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar