15 februari 2022

Yadîgar

Milyarderê amerîkî Jean Paul Getty yekî pir çikûs bû. Bi çikûsî û çavtengiya xwe deng da bû. Kê jê pere bixwesta ji wan ra digot:

-Hûn ji min çi dixwazin bixwazin ezê bidim we, lê pera ji min nexwazin. Çimkî yadîgara ji bavê min ji min ra ma ye tenê pere ye, lema jî ez nadim tu kesî. Ew yadîgara bavê min e.

 

 Li gorî umrê xwe

Yekî hevalê xwe yê tarîxzan ezimandibû mal. Şerabeke pir kevn îkramî wî kir. Lê şûşa pir biçûk bû. Mazûban ji hevalê xwe yê tarîxzan pirsî:

-Te şeraba min ça dît ? 70 sal kevn e.

Yê tarîxzan qurtek li şerabê xist, got:

-Pir xweş e. Lê tu dibêjî li gorî umrê xwe ne biçûk e?

 

Şahid

Lêwik bi kelecan ji dildara xwe ra qala çiqasî jê hez dike dikir, got:

-Şîrîna min, bira bi milyonan sitêrkên vî asîmanê di ser me ra şahidên min bin, ez ji te pir hez dikim, evîna te ez dîn kiri me.

Keçikê got:

-Çi hewceyî bi milyonan şahidan e, madem tu hewqasî ji min hez dikî, rabe em herin dahîra zewazê, du şahid têra me dikin.

 

Ceza

Dê, her du zarokên xwe yên nahs bi hûrkirina pîvaza ceza kiribû. Bîstek derbas bû ji bo kontrolê çû mitpaxê. Bala xwe dayê lawik pîvaza hûr dike, keçik li kêlekê sekinîye, karekî nake. Bi xeyd ji keçikê ra got:

-Çima tu jî hûr nakî?

Keçikê got:

-Ew hûr dike, ez jî ji dêlî wî ve digrîm.

 

Nîşanî min bide

Mêrik bi çavê werimî çû ba mêşvan, bi gazin jê ra got:

-Do ez bi ereba xwe ji vir derbas bûm, mozeke te bi min veda, tu nema bû erebe wergere, min qeza bikira.

Mêrik mizicî, got:

-Bi qurbana te be, ka were wê nîşanî min bide, ezê destûra firînê jê bistînim.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE