Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-15
Heyder Diljen îşev li ba me ma. Em li ser sebebên îstîfa min ji partiyê
peyivîn. Got kesî ji me ra negotiye Zinar li ser mesela Serdar Karataş pêşniyar
aniye. Ji min ra gotin Zinar gotiye ji bo ku partî li Serdar xwedî derneketiye
ez îstîfa dikim.
Min got ev tam ne rast e. Berî wê min pêşniyara alîkariyê kir.
Hevalan guh
nedanê. Ez bi kê ra peyivî bûm, min ji kê ra çi pêşniyar biribû, min yek bi yek
di notên xwe yên rojane da nivîsî bûn, min giş ji Heyder ra xwendin.
Em bêtir li ser konferansa Partiyê peyivîn. Ji konferansê memnûn bû, got baş derbas bûye.
Ez bawer nakim rewşa me baştir bibe, lê hêvî dikim ez şaş bim…
XXX
1987-02-15
Kongreyê îro jî dom kir. Me û Henefî Celeplî li hev nekir. Ji bo komîteya karger belkî 15-20 lîste hatin dayin.
Henefî digot ez qebûl nakim Nafî Çilgin têkeve komîta karger, bira Mahmûd Kîper têkevê. Me jî digot na, nûnerê me Nafî ye. Amed Tîgrîs û Şerefxan Cizîrî jî qebûl nedikir. Dawiya dawî du lîste ketin dengdanê. Lîsta Henefî û Keya Îzol 27 ray, lîsteya me jî 20 ray girt.
Seokê dîwanê Reşo Zîlan bû. Bi ya min Reşo hinekî terefgîr bû, aliyê Henefî dikir.
XXX
1996-02-15
*Min telefonî Dr. Nacî Kutlay kir, li ser beşdariya wî ya MED
TVê pê ra hinek sohbet kir.
Got li Brukselê di nav apociyan da li ser ronakbîran minaqaşeyeke gurr heye.
Dîsa got, giş wek mûriyan (gêreyan) dixebitin, sekin li wan tune ye.
*Îro Ahmed Kaya girtin bin çavan, ji bo gotinên wî yên wê şevê îfada wî girtin û tewqîf kirin. Sûcekî din jî pêve kirin, gotin nizanim kîjan salê li Almanyayê tevî şeveke PPKê bûye û li ber xerîta Kurdstanê stran gotiye.
Got, li gorî totina
wan mesrefa li telewîzyonê diçe bi qasî ya şer e.
Tuxtor nivîsa Selîm Ferat a li ser wî xwendibû, lê cidî nedigirt, muhîm
nedidît. Tu qîmet nedida Selîm Ferat, lema jî got ne muhîm e.
XXX
1999-02-15
*Îro Ahmed Kaya girtin bin çavan, ji bo gotinên wî yên wê şevê
îfada wî girtin û tewqîf kirin. Sûcekî din jî pêve kirin, gotin nizanim kîjan
salê li Almanyayê tevî şeveke PPKê bûye û li ber xerîta Kurdstanê stran gotiye.
Yanî bû mesela gur û berx: Bêrx ji bestê av vedixwar, gur jî li ser kaniyê bû,
ji wir qîriya, ji berx ra got:
- Law tu ava min şêlîn dikî!
Ev yek ne mimkûn bû, çimkî gur li jor û bêrx jî li jêrî bestê av vedexwar. Lê
wek gotine kêla maneyan tije nabe, gur carê nêt kiribû ku bêrx bixwe.
Mesela dewleta Tirk jî ev e, dixwaze bitirsîne, serkutî bike, yên din giş mane
ne. Ji ber ku Ahmed Kaya wê şevê got ez kurd im û ezê bi kurdî bistirêm. Ev jî
sûcekî mezin e, dibê ceza bibe.
*Îro di hefsê da qatilê Sabancî kuştin û Parsadan jî giran
birîndar kirin. Parsadan ji mesela xapandina Çîllerê, gotibû ji bo ku jê ra
bixebitim nizanim min çend milyar ji Çîllerê girtiye.
Li gor xeberên telewîzyonên tirkan heyşt girtî “bi zorê” niftê ji qirdiyanan
distînin û diçin di qawişên wan da bera serê wan didin, dikujin.
Tirkiye bûye cahnimak rastîn, êdî di hefsê da jî meriv ne di ewlekariyê da ye.
Ez bi xwe êdî zêde guh nadimê kî ne, kîjan grûb in ûhw. Ji ber ku dawiya dawî
hemû jî çete ne, faşîst in û baskekî dewletê li pişt wan e. Ev jî qey ewê tiştekî
wisa be.
*Meş û grewên birçîbûnê yên PKKê dom dikin. Îro jî li Yewnanîstanê
yekî ya jî du heban xwe şewitandin. Dixwazin ku hukûmeta Yûnanîstanê mafê rûniştina
siyasî bidin Abdullah Ocalan.
XXX
2000-02-15
Şêla Evdila Ocalan û hevalên wî roj bi roj xerabtir dibe,
her roja derbas dibe xwe bêtir dihetikînin.
Hela Ocalan tew xwe bi carkê da sivik kiriye, di warê siyasî da li gor dilê
dewletê hereket dike.
Her wisa di warê îdeolojîk da jî tiştê kemalîstan diparêze û dixwaze PKKê jî
wek partî bikşîne nuxteyeke kemalîst. Hîn jî wer bawer dike bi tawîzên wiha, bi
pişo pişoyên wiha dewlet ewê bixape, ya jî ewê wî efû bike.
Bi baweriya min ew çi bike jî ev dewlet û ev kadirên îro ne wî efû dikin, ne jî
heqekî didin kurdan.
Lema jî ya çêtir ewe ku meriv xwe zêde pîs neke. Mesela ji kongra PKKê ya hefta
ra nivîsek şandiye. Di nivîsê da şêla wî pirr xerab e. Ji bo ku hevalên xwe jî
bixapîne, bikşîne nuxta xwe çi ji destan tê dike.
XXX
2015-02-15
Min îro bi vê nivîsê 15 saliya malpera Avestakurdê pîroz kir
Bêguman li ba xelkê 15 sal ne pir e, lê li ba kurdan pir e. Bi taybetî jî ji bo
malperên ne yên partiyan ne hindik e.
Li ba kurdan tenê du numûne hene, ew jî Avesta û Nefel e.
Van herdu malperên serbixwe, ne girêdayî tu hêz û partiyê îstîkrareke pir baş
nîşan dan.
Di van 15 salan da min gelek caran şaşiyên zimanê Aveste raxne kir û şaşî dan
rastkirin.
Hin caran min xeberên wê, uslûba xeberan rexne kir. Lê gelek caran jî xeberên
wê bûn çavkaniya nivîsên min.
Ne Avesta bûya minê nikanîbûya ew nivîs binivîsandana.
Avesta yek ji wan malperana ye ez her roj çend caran lê mêze dikim û jê sûdê
digrim. Ji bo malpereke nûçeyan ev ciyê serbilindiyê ye.
Bi kurtî weşana wê, zimanê wê tam ne bi dilê min be jî min her roj çend caran
bala xwe daye Avesta, jê feyde girtiye û tim jî xwestiye ew jiyana xwe ya
weşanê bidomîne, bipêşkeve û weşaneke baştir û bêterefgirî bike.
Ez 15 saliya malpera Avestakurdê bi dil û can pîroz dikim û jê ra jiyaneke
dirêj dixwazim…
XXX
2015. 02-15
Zinarê Xamo:
M. Burhan Hedbî meleyekî ji Qoserê ye, kurmanciya wî baş e,
lê bi tirkî dinivîsîne. Di twîtterê da min gazin jê kir, min got bi kurmancî
binivîsîne. Mesele vir da, wê da bir, hin hincetên ne cidî kirin sebeb, got
efendim cî tuneye ez tê da binivîsînim.
Min ev bersîva dayê:
Birayê ezîz, li qal û qîlan negere û barê min jî giran neke.
Yekî wek te ne muhtacî rêberî û alîkariya min e.
Tu bixwazî tu dikanî nivîsên xwe di gelek deran da belav
bike. Malpera Tevgera Azadî heye. Ew nebû tu ji xwe ra yekê çêke.
Mesela feqîrekî wek min tu carî bi tirkî nanivîse.Bloga min
ev 8 sal in bi kurmancî ye.
Face min bi kurmancî ye, twittera min bi kurmancî ye+
Yanî mesela daxwaze, biryar e. Min biryara xwe daye, ne
mecbûr bim ez bi tirkî nanivîm.
Xwedê kir ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û yên din jî wek alim û dîndarên, wek
ronakbîrên kurdan yên îro nefikirîn û li bahaneyên wiha negeriyan. Û di ser da
kurdiya te jî bêqusûr e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar