15 februari 2022

Li Swêd her tişt hatiye xwîna bavê !

Li Swêd xela rabûya haya me jê tunebûye. Bîstek berê ez û xanim piştî meşa xwe, em dagiriyan markêta taxa me. Me got hinek mêwe û sebze û pel û pincar bikirin.

Me bala xwe dayê tiştek nayê kirîn, her tişt hatiye xwîna bavê...

Kîloya tirî bi 50 kronî bû, kîloya xiyara bi 50 kronî bû, kîloya bahcanê reş bi 40 kronî bû.

50 Kronê Swêdî nêzî 5 Euroyî ye.

Vira taxeke sedîsed ya xerîba ye, market ya xerîba ye. Li gorî marketên swêdî sebze û mêwe lê erzantir e. Li marketên wek Coop û ÎCA yê tişt gelkî bihatir e.

Li hember vî biya zêde em matmayî man. Min got wele emê çend rojan nabênê bidin xwarina tirî, xiyar û bahcanan, me hin tişt miştên din kirî û me berê xwe da malika xwe...

Ji bo ku hevalên me yên welêt bizanibin bihayî ne li welêt tenê, li vir jî çêbûye.

Not: Hert tişt hatiye xwîna bavê îdyomeke, em li Wêranşarê di maneya bihayîyeke zêde da bi kar tînin. Li herêmên din ev îdyom heye ya na ez nizanim.

 XXX

 

Gotina rast sondê naxwaze.

-Mirina li ser piyan ji jiyana li ser çongan çêtir e.

-Tifaqa mûriyan(gêrikan)çiya werdigerîne.

-Mirina kûçikan jî bi kûçikanî ye.

-Merivê rastgo serê wî tim bilind e.
-Ereba talanê me bir, me bi gotegotê tu havê nekir.

-Tu dar tuneye ba lênekeve.

-Kara gavana siwarbûna kera ye.
-Bi rextê piştê, bi hevîrê teştê lec nabe.
-Bira meriv li ser dara be, bira ne li ser zara be.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE