Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-02-16
Ezê îro biçûyama tiyatroyê. Du roj berê min bilêta piyesa Gogol Mufetiş kirî.
Lê ji şansê min ra ji ber nexweşiya lîstikvanekî piyesê lîstik nehat lîstin.
Min bilêt guhert roja 7ê adarê.
Rexnegir gelkî pesnê lîstikê didin, dibêjin pir mikemel hatiye çêkirin. Min jî meraq kir, min got herim temaşe bikim. Bilêt hinekî bihaye lê tişt nabe, lîstika Mifetş hêja ye.
XXX
1987-02-16
Saet di 14.30î da çûm mala Mele Bahrî Koçkaya. Min nivîsa li ser Fehmîyê Licî nivîsîbû jê girt. Fehmiyê Licî di Serîhildana Şêx Seîd da şexsîyetekî muhîm e, katibê Şêx Seîd e. Di nava kadirên Şîx Seîd da yekî zana ye, lê hatiye ji bîrkirin, kesî hetanî nuha tiştek li ser nenivîsîye. Mele Bahrî licî ye, wî wek şexs jî nas dike, lema kane li ser vî welatparêzê hêja agahiyên baş bide.
XXX
1996-02-16
*Li ciyê karê min îro em nexebitîn, em giş bi hevra çûn konferansekê. Xanima konferas da jineke jîr bû, karê xwe baş zanîbû, zanîbû xweş bike, me bide kenandin. Ji sibê hetanî êvarî 6 saetan peyivî.
Me şîva xwe bi hev ra xwar. Perê şîvê Forsakrîngskassayê da, yanî ji şîrketê bû. Ji ber ku xwarin û vexwarin belaş bû, yên li îznê bûn, yên xwedêgiravî nexweş bûn giş hatibûn. Yanî xwarina belaş nexweş jî sax kiribûn.*Di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da minaqaşeya li ser
ronakbîran dom dike. Lê min pê ra negîhand bixwînim.
XXX
1999-02-16
Îro ji bo kurdan rojeke reş e! Bêbext û bêşerefên hukûmeta
Yûnanîstanê û Kenyayê, Abdulah Ocalan do bi şev teslîmî Tirkiyê kirin.
Li gor tiştên heta nuha eşkere bûye Abdullah Ocalan ji serê meha Sibatê ve li
Naîrobîyê li sefareta Yûnanîstanê bûye. Hîn baş ne diyar e mesele çawa bûye.
Lê li gor tê gotin, yûnaniyan, emerîkiyan
û tirkan li ser girtina wî li hev kirine. Li ser vê, ekîbekî tirkan bi balafirekê
çûye Naîrobîyê. Sefîrê Yûnanîstanê yê Naîrobîyê Abdullah Ocalan teslîmî pûlisê
Kenyayê dike û ew jî dibin bi zor teslîmî tirkan dikin. Tirk jî wî dibin Tirkiyê.
Şevê çûnî seet li dora sisiyan xeber belav bû, lê êdî pirr dereng bû.
Gava tirkan digotin yûnan qahp in, me xwe aciz dikir, lê bi
vê bêbextî û bêşerefiya kirin diyar bû ku qahpik jî ji yên ev namerdî kirin bi
şerftir in.
Bira nuha kurdên dijminên PKKê kêf bikin, hinnê li destê xwe
kin! Evdila ji ber wan de ket!
Erê Evdila ne tu peya ye, lê dîsa jî ev bêbextiya yûnanan bi min pir zor tê.
XXX
2000-02-16
Me civîna pîrozkirina bîst saliya Federasyonê çêkir. Îcar Şermîn
jî hatibû. Lê Henefî Celeplî, Salih Înce û Şiyar dîsa nehatibûn.
Keya bi Henefî û Salih ra peyivî bû, lê bi Şiyar ra nepeyivî bû, got min
telefona wî bi dest nexist.
Min got te ji min ra gotibûya minê bi dest bixista. Şermînê telefona wî da
Keya ji bo ku pê ra bipeyive.
Me hin biryar girtin. Mesela dawetkirina şexsiyet û rêxistinên kurd min got
bira bimîne, çimkî hîn zû ye. Pîrozkirin di sala 2001ê de ewê werin kirin.
Federasyon di sla 1981ê de ava bûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar