16 februari 2022

Pere û şeref

Hewcedariya meriv ne tenê bi pera, bi mal û milkê dinê, bi şerefê jî heye.
Dibê meriv ji bona pera xwe pîs û bêşerf neke, ji bo pera nebe hevalê neyarê qewmê xwe.
Erê pere meydanê li meriv dike fere. Lê pere qirêja desta ye jî. Dibê meriv nehêle hêza pera miqawemeta exlaq bişkîne, zora exlaq bibe.

Hin kes malê dinê di ser her tiştî ra digrin, lema jî dibin hevalên dagirkerên welatê xwe.

 

XXX

Kurd dibêjin teyrê çê qûrandin jê ra ne lazim e.

Li ser xwedîderketina li zimanê xwe di medyaya sosyal da her roj gazî û hawara min hin kesan e, em dibêjin gelî dê û bavên hêja, em ketine bextê we bi zarokên xwe ra bi kurdî bibpeyivin, zarokên xwe asîmîle nekin.

Lê dengê me naçe kesî, wek tu ji kevir û kuçikan ra, ji axa sar ra bibêjî.

Em bela sebeb xwe li ber baranê şil û pil dikin, xelk û alemê nerehet dikin, dilê gelek kesan ji xwe dibêlin.

Kurd dibêjin teyrê çê qûrandin jê ra ne lazim e.

Mêrê çê ne hewceyî halanê ye.

Hespa çê şivê nagihîne xwe.

Mêrê çê gotinê nagihîne xwe.

Yê ji zimanê xwe hez bike ewê pê bipeyive, hecedariya wî bi gazî û gotinên min û we tune ye.

 

XXX

Îhtîras cenawirekî mezin e, tu carî têr nabe, tim hinekî din dixwaze. Lê hirs û îhtîrasên mezin, pir zêde jî ne baş in, dibin sebebê felaketên mezin.Îhtîras carnan hiş ji serê meriv dibe, meriv kor dike, felaketa ji dûr va ban dike, dibêje ez têm nabîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE