Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-17
Serokê TSIP(Partiya Sosyalîst a Karkirên Tirkiyê)Ahmet Kaçmaz li komela me
hevdu dît. Med est bi sohbetê kir.
Nabêna min û pir baş e. Merivekî zana, bi
kultur û xweşsohbet e. Mahmûd Kîper jî hat. Em li ser Tirkiyê hinekî peyivîn,
me hinek henek kir.
Mustefa Duzgun got:
”Wexta min tune ye. Yek, ez diherim dibistanê. Dudu, ez hin lêkolînan dikim.”
Me bîstekê sohbet kir, min jî, Kîper jî xwest di Federasyonê da bixebite. Bi min wer hat hnekî li dijî Farûk Aras e. Mesela got:
”Ma Farûk Aras çi dike? Çima hûn navê wî nanivîsînin? Bira were bixebite.”
Li alî din bi min wer hat meyla wî li ser me heye, fena ku dixwaze bi me ra bixebite.
Piştî ew çû, min ev texmîna xwe ji Mahmûd Kîper ra got. Min got bira hin heval vê meselê pê ra bipeyivin.
Kîper got:
”Hîn zû ye. Rewşa me nuha ne baş e. Dema were nav me, vî halê me bibîne, ewê poşman bibe."
Ez li dijî vê dîtina wî derketim.
Ez û Kîper rabûn çûn şîna hevalekî Samî Rahman, lê me mal nedît. Ji wir em çûn mala Mûrad Ciwan. Minê kovara Roja Nû ji bo çapkirinê ji Mûrad bigirta. Lê nebû, ma sibê, Mûradê sibe bi xwe ra bîne Komelê. Çimkî sê jimarên wê hîn ne hazir bûn.
Roja Nû kovareke bi kurmancî fransizî ye. Kamûran Bedirxan di navbera 1943-1946a da li Bêrûdê derxistiye. Me jimarên giş bi dest xistin, em ji nuh va çap dikin. Nifşên nuhgerek vê kovarê bibînin û bixwînin.
XXX
1987-08-17
Mihemedê Hekarî ewê îro afîşê ji bo şeva jina bida min, minê
jî bibira, bida çapê. Mihemed afîş anî, lê hin çewtî di afîş da hebûn, min got
bibe rast bike. Got wan çawa dane min, min jî wer nivîsîye, loma jî ez careke
din rast nakim.
Ez çiqasî li ber gerîyam jî qebûl nekir, Mihemed merivekî pir taybet e, bi
disiplîn e, lê ji carê bibêje na, naye, ne mimkûn e meriv wî îqna bike.
Min dev jê berda, Rojvan Yeşîl got ezê çêkim.
1999-02-17
Ji do da ye ji qahra li ser serê xwe digerim. Xwezî tofanek
rabûya, ev dunya ji bin da wêran biba, em jî û însan jî hemû bi hev ra bimrana.
Dinya li me kurdan tenê bûye dojeh.
Di dawiyê da destê yahûdiyan, dewleta Îsraîl jî di xwîna kurdan geriya. Ez qet ne li bende felaketeke wiha bûm.
Çend kurd li Berlînê çûne ber sefareta Îsraîl, rola Îsraîl ya di girtin û teslîmkirina Evdila Ocalan da protesto kirine. Qey çend kesan xwestine têkevin hundur sefaretxanê.
Li ser vê, hêzên ewlekariya sefaretxanê ji hundur, ji qatê duduyan yê sefaretxanê ew gulebaran kirine. Pênc kes hatine kuştin û li dora hivde- hijde kesan jî birîndar bûne.
Çawa qetlîamek wiha kirine ez matmayî mam !
Mesela ”tiliya” Îrasraîl rast e, ne rast e ew jî ne zelal e. Kane derew be jî. Lê însîyatîfa Amerîkayê ez dibêjim ewê rast be.
Li hemû bajarên Ewrûpayê meş û liberxwedan berdewam in.
Li Londonê îşxala sefaretxaneya Yûnanîstanê hîn berdewam e.
Lê li Tirkiyê û li Kurdistanê tevgerên meriv hêvî dikir hîn xwe nîşan nedane.
Bê guman di vê yekê da tedbîrên dewletê jî roleke gelkî mezin dilîze.
Helbet tiştê hatiya serê kurdan felaketeke mezin e, lê ji vê
felaketê jî mezintir Evdila Ocalan xwe pîs bike, bi qehremanî li ber xwe nede.
Telewîzyonê nuha ji dengê wî sehneyek nîşan
da, di balefirê da bû, bi kursiyê ve kelemçe kiribûn, çend gotin gotin. Di wan
gotinên wî da min sînyalên nebaş, sinyalên teslîmiyetê dîtin. Got “ez ji
xizmetê ra hazir im.”
Înşelah ewê çewtiyeke wiha neke, heger tiştekî wiha bike ewê him xwe û hevalên
xwe, him jî kurdan rezîl bike, ji alî moral ve ewê derbeke mezin li kurdan xe.
Hêviya min ewe ku emê rojeke wer nebînin.
XXX
1996-02-17
*Li gorî Mistefa(Riza Polat) ji min ra got, Komîta Giştî ya
Federasyonê îro civiya ye û Şermîn Bozarslan bûye seroka Federasyonê.
Keya Îzol jî namzed bûye, lê qezenc nekiriye. Şermînê 9, Keya jî 8 ray gortine.
Yanî Şermîn bi rayekê hatiye hilbijartin.
Belkî serokatiya Şermînê di rewşa îro da baştir be. Li Swêd şansê jinan zêdetir
e.
Mistefa Aydogan pasîf bû, bêînsîyatîf bû. Belkî Şermîn ji wî baştir be. Di kongreya berê da jî min got Mistefa nikane serokatiyê bike. Levalên YEKBÛNê qebûl nekirin. Xwezî
Mistefa bikanîbûya heta kongreyê îdare bikira. Tişt nabe, bira dewrekê jî jinek
bibe serok…
*Min îro telefonî Remzî Înanç kir û çend kitêb jê xwestin.
*Dunya ecêb sar e, derve berf û tozan e, çavê min nabire
herim ji xwe ra rojnameyekê bikirim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar