Xanima min do bi telefonê bi dayika xwe ra peyivî, bîstekê li halên hev pirsîn, bû axe-waxa wan.
Piştî ku xanim rewşa dayika xwe, halê wê, nexweşiyên wê gişan fêr bû, dor hat
ser pirsên din.
Vê carê dest pê kir, yek bi yek li halê xwehên xwe û birayên xwe, li yên
zarokên wan, li yên pismam û dozmamên xwe û di dawiyê da jî li yên gundiyan
pirsî.
Kî çi dike, kî li gund e, kî ne li gund e, debara filankeso, filankesê
çawa ye, filan û bîvan…
Ez li ber kompîtorê bûm, lê guhê min wer li ser axaftina wan bû, çimkî min jî bi qasî xanimê dixwest bizanibim hela li gund çi ye, kî sax e, kî mirî ye, kê ji gund bar kiriye, kî nuha li gund e?
Di axaftina wan da tiştê herî zêde bala min kişand, diya wê
got:
-Keça min, bi Xwedê gund vala bûye, çend mal tenê mane, giş li bajaran belav
bûne. Hêdî, hêdî gundê vala bimîne, ewê wêran bibe. Berê seba bihostek erd şer
dikirin, nuha piraniya xanîyan vik û vala ne.
Dûra dest pê kir, navên kesên ji gund bar kirine yek bi yek jimart. Her cara navek
digot, xanim matmayî dima, digot:
-Wîîî, wî jî bar kiriye? Çima tu nabêje kes di gund da nemaye, gund vala bûye?
Dûra jî li sebebê vê koçê pirsî, xwest bizanibe sebeb çi ye, çima hewqas însanî
bar kiriye ?
Diya bi dengekî pir xemgînî got:
-Keça min, baran nabare, av tune ye, çêre tune ye. Bîr û kanî giş miçiqî ne.
Ava terş vexwe tune. Heywan birçî ne. Dibê meriv wer alif(êm)bike. Dema çêre û
av tune be ne terş û dewar xwedî dibe, ne jî çandinî dibe. Lema jî xelk ji
mecbûrî koçî bajaran dike.
Ev çend sal in li Qerejdaxê, li alî me ne berf dibare, ne jî baran. Debara
gundiyên Qerejdaxê li ser terş(pez)e. Çindinî pir hindik e, ji bo hewcedariya
malê ye.
Çaxa baran, berf nebare kes ne kane pez xwedî bike, ne jî tiştekî biçîne. Lema
jî di nav gundiyên Wêranşarê da koçeke mezin heye.
Berê li Gundên me û yên dora me li ber her malekê semerak pez û naxirek dewar
hebû.
Her malê têra debara xwe genimê xwe, cehê xwe, nîsk, nok, colik, kizinê xwe ji
erdê radikir.
Berê bîstanekî her malê hebû. Pez û dewarê her malê hebû. Şîr, mast, rûn, penêr
di ser serê xwe ra davêtin. Lê nuha, li gorî xwesiya min got, nan ji bajêr
dikirin. Mêst dikirin. Negot ji dikirin, qey ji bajêr didin anîn.
Manga wan hebû, sitewr bûye, firotine.
Yên çend manegeyên wan hebin jî gerek tim alif bikin. Bi alifkirinê jî heywan
nayê xwedîkirin, pir buha dibe. Lema jî xelk mecbûrî koçê bûye.
Koç jî berbî metrepolên Tirkiyê ve ye, çimkî li Wêranşarê karên gundiyên me
bikin tune, ji gundiyên koç dikin nufûseke pir kêm li Kurdistanê dimîne.
Ez bawer dikim ev yek li her dera Kurdistanê wiha ye. Belkî bakurê Kurdistanê,
Serhed wek alî me, wek Berriyê ne hişkayî ye, lê dîsa jî gundî wek berê nikanin
li gundan debara xwe bikin, mecbûrî koçberiyê dibin.
Ev gelşeke pir mezin e, koçberiya bi darê zorê ne bes bû, nuha jî ya aborî lê
zêde bûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar