11 februari 2022

Diyarbekir bajarê herî nebextewar e !

Li gorî lêkolîna Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê ya sala 2021ê bajarê nufûsa wî herî nebextewar, ji jiyana xwe herî ne memnûn Diyarbekir e.

Ji sedî 24,75ê nufûsa Diyarbekrê ji halê xwe, ji jiyana xwe ne memnûn e, ne bextewar e.

Piştî Diyarbekrê, Dêrsim, Riha, Mêrdîn, Mûş, Betlîs, Batman tê.
Ji sedî 24, 2ê nufûsa Dêrsimê ne bextewar e, ji jiyana ne razî ye.
Li gorî îstatîstîkên belav kirine Riha, Mêrdîn, Mûş, Betlîs, Batman piştî Dêrsimê tên.

Îsatîstîkên hemû bajarên Kurdistanê neda ne, tenê navên van 7 bajaran dane. Pînc in, bi zanetî nadin, naxwzin kurd bi perîşaniya xwe bihesin, rastiyê, reqeman rast nabêjin.
Bi texmîna min ev îstatîstîk ne ras te, pir kêm e, rastî, yanî li Kurdistanê jimara însanên ji jiyana xwe ne memnûn gelkî zêdetir e. Belkî ji sedî 90ê nufûsa Diyarbekrê ji jiyana xwe ne razî ye, însan ne bextewar in. Ev yek li tevahiya Kurdistanê kêm zêde wiha ye.
Ma ji bo çi li Kurdistanê însan ewê bextewar û dilşa bin, ji jiyana xwe razî bin?
Kes ne azad e, feqîrî, bêkarî, zulm jî li qirikê ye. Di rewşeke wiha da însan çawa kanin bextewar bin, ji jiyana xwe razî bin?
Bi sedhezaran însan nikanin nanê tisî peyda bikin. Bi milyonan kurd ji ber bêkariyê, feqîriyê diçin ji bax û bîstan û înşiatên tirkan bi nanzikê dixebitin. Bi hezaran însan li ser erdan bi mehan di holik û di binê potikan da dinînin.
Miletekî di vê rewşa perîşan da ne mimkûn e bextewar be, ji  jiyana xwe memnûn be.
Lê ne ev 7 bajar tenê, bi texmîna min seranserê Kurdistanê wiha ye û bajarên ji Diyarbekrê, ji Dêrsimê xerabtir jî hene, lê tirk bi zanetî nabêjin, tiştê gotine kêm e, jî tahrîf kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE