11 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -34-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-11

Min û Mûrad Ciwan îro saet yekê danê nîvro li qahwexanê hev du dît. Berê me hinekî ji der û dor sohbet kir. Dûra em hatin ser mesela îstîfa min.

Got ma xêr e, tu ji bo çi qeheriye? Em îstîfa te qebûl nakin. Hin henek kirin. Em keniyan.

Min got, ez ji partiya xwe hez dikim. Ya din baweriya min hîn jî bi micadela bi rêxistinî heye. Heger baweriya min bi têkoşîna bi rêxistinî tunebûya, kevir jî ji ezmanan bibariya minê biryara xwe bi paş da negirta. Baş e, ezê bixebitim, lê dibê Partî di ciyê teng da li endamên xwe xwedî derkeve, kêmasiyên wiha dubare nebe.
Wî jî kêmasiya partiyê qebûl kir, got tiştê tu dibêjî rast e, lê carnan kêmasî û şaşî dibin.

Dûra em bi hev ra çûn komelê. Ji wir jî em çûn çapxaneya Mîlonas. Min 3000 kron deynê wî dayê.

Êvarî min rexneya ji kovara Roja Nû ra nivîsîbû careke din xwend, rast kir. Ezê sibe bi postê jê ra bişînim.

Ji bo fêrbûna herfên krîlî minê îşev dest bi qursa rûsî bikira, lê qurs hefteyekê texîr bû.


XXX
1987-02-11

Ez û Mûrad Ciwan bi hev ra çûn mala Kemal Elî. Ji bo ku hevpeyvînekî bi heykeltiraşekî başûrê Kurdistanê ra bike me çend pirs dan Kemal Elî. Yê heykeltiraş hevalê Kemal Elî ye, me pirsên xwe dan wî, ewê jî wan bide yê heykeltiraş.

Min ji Mûrad ra got min nivîsa te ya li ser mesela Oolof Palme neeciband, qebûl nekir, got ez wek te nafikirim.


XXX
1996-02-11
Waliyê Dihokê îro li ABFa Stockholmê li ser rewşa Kurdistanê, li ser têkiliyên PDKê û YNKê, li ser hevdîtina PDKê û PKKê û li ser gerra xwe ya Amerîkayê civînek çêkir û hin agahî dan.

Gelek kes hatibûn civînê.

Walî endamê Komîta Merkezî ya PDKê ye. Di axaftina xwe da her çiqas tim PDK parast, bi heq nîşan da jî, lê ne êrîş bir ser YNKê û ne jî ser PKKê.  Got di nabêna wan da danûstendin heye û dixwazin li hev werin.

Got bi taybetî jî Amerîka dixwaze di demeke nêz da PDKê û YNKê li hev bîne, ji bo wê dixebite.

Di civînê da tiştê herî balkêş jî got, Noşîrvan Mistefa gotiye dibê Kurdistan li ser asasê herêma Behdîna û Soran were perçekirin û her kes hukûmeta xwe çêke. Li gorî îdîa Walî ev yek siyaseta YNKê ye jî.

Tiştê ez jê ditirsiyam wa ye bi rast gerîya ye û êdî eşkere tê parastin.

Heger li başûr wiha bibe, ev felaket sibe li pêşiya me û kurdên zaza ye jî. Heger li Kurdistana başûr mesele bi rastî here wê nuxtê, li ba me jî ewê meyla perçebûnê dixwaze xurt bibe.
Li ser şerê PKKê û PDKê jî Walî got, ji me herdu terefan 800 kes hatin kuştin.

Yanî 800 keç û xortên kurd ji hev kuştine !
Wey mala we wêran be, we çawa kanîbû hewqas keç û xort ji hev bikujin ?

XXX
1997-02-11

Îkram Delen telefon kir, got emê nameyeke pîrozbahiyê ji Şerafetîn Elçî ra bişînin, em dixwazin navê te jî binivîsînin. Mesaj jî xwend. Got heger tu bixwazî ez kanim mesajê ji te ra bişînim jî.
Min ne got sipas ji bo pêşniyarê, ne hewce ye tu bişînî. Ez tu sebebeke konkret nabînim tiştekî wiha îmze bikim. Min îmze nekir.
Ez bawer dikim bersîveke wiha ji min nedipa, hinekî bêdeng ma, got baş e. 
Hin hevalên Şerafetîn dixwazin bi mesajekê cejna wî pîroz bikin. Ez camêr nas nakim, ji bo çi ezê navê xwe li binê mesajê binivîsînim?

Salim Çelîker îro çû welêt, got ezê 10-15 rojan bimînim. Xwezîya min bi dilê wî, serbet diçe welatê xwe û tê. Ji bo ez jî wê rojê bibînim hîn 13 sal mane. 13 sal ewê çawa derbas bin ez nizanim. Ji hesreta dîtina Wêranşarê û welêt ez şewitîme, Wêranşar tim dikeve xewna min.

 XXX
1999-02-11

Siyaseta dewletê ya li hember kurdan hêdî hêdî fêkiyên xwe dide. Îro tu nemabû tirk Ahmed Kaya, ji ber ku got ez kurd im û ezê bi kurdî jî bistirêm, lînc bikirna.

Di şeva “Komela Rojnamevanên Magazîn” da xelatek dan Kaya. Wî jî li ser vê, rabû axaftinek kir, got:

“Ez vê xelatê ne li ser navê xwe tenê, lê li ser navê Komela Mafê Mirovan, li ser navê Dayikên Şemiyê digrim.”

Dûre jî got ezê di kaseta xwe ya nuh da straneke bi kurdî bibêjim û klîpeke bi kurdî çêkim.

Li ser van gotinên wî gelek kesî êrîş birin ser, dikirana bixeniqandana. Lê peyayên wî nehîştin xwe bigihîninê, revî revî ji hotêlê revandin.Di axaftina xwe da got, ”tirk û kurd bira ne, ez li dijî perçebûna Tirkiyê me, lê dibê mesela kurd bête çareserkirin, kes nikane huwîyeta min a milî ji dilê min derxe.”
Hin tiştên din jî gotin lê di bîfa min da nema.

Di vê teşxelê de Îbrahîm Tatlises û Mahsûm Kirmizigulê me jî li wir bûne û bûyer bi çavên serê xwe dîtine û deng nekirine.
Lê esas ya ji wê jî xerabtir piştî Ahmed  Kaya çûye, herduyan jî rabûne marşeke faşîstan gotine.

Di xeberan da ev beş nîşan nedan, yanî min bi xwe temaşe nekir, lê him Yilmaz(Selîm Bakac) got, him jî telewîzyona MEDê di xebera wê da got û Îbrahîm Tatlises û Mahsûm Kirmizigul  jî ji ber vê şêla wan rexne kir. Bi kurtî her duyan jî xwe pîs kirine.

Dijminatiya li hember kurdan gihîştiye nuxteyeke talûke, her gav û seetê dikane bûyerên pirr mezin biqewimin.

XXX
2007-02-11

Silêman silêvanî ji bo nivîsa min a li ser Selah Bedredîn ecibandiye û ev e-mail ji min ra şandiye:


Dema te xwesh kekê Zinar,
Min nivîsîna te ser ziman û nivîskariya Selah Bedredîn di Nefelê de xwend. Note û têbîniyên te dermafê wî di cih de ne. Û loma jî min xwest destxweshiyê li te bikim.

Birêz S. Bedredîn zimanekê qels û tev li hev bikartîne. Tekstên erebî werdigerîne kurdî û loma jî mirov li naveroka wî tênagehe.

Min li programa 40 deqe jî mêze kir lê mixabin di wê programê de jî wî tishtek balkêsh negot her çend Dara Dilbixwîn reklamek zêde û ne di cih de derbarê birêz Selah Bedredîn kir. Mixabin!

Kekê Zinar, ez dibînim êdî tu jî wek çend kesên din di Netkurdê da wek kolumnist nanivîsî. Te bêhnvedan daye yan xêr e?
Kluba Netkurdê ji pirdengiyê ber bi yekdengiyê ve diçe û dibe/bûye dengê desalat... li vir jî mixabin!
Carek din destxwesh û her bijî bo kurd û Kurdistan

Digel silavên biratiyê
Suleiman Sulêvanî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar