10 februari 2022

Erdogan henekê xwe bi biryarên Yekîtiya Ewrûpayê dike

Îro li Stenbolê mahkima Osman Kavala bû. Mahkimê dîsa Osman Kala berat nekir, biryar da wî girtî mahkima bike.

Komîteya Wezîran a Komîsyona Ewropayê gotibû heger Osman Kavala hetanî 19ê Çile(19/1)neyê berdan ewê Tirkiyê ceza bike. Îro 10 sibatê ye, lê heta nuha jî tu jahr belav nekirine, tu ceza meza nedane Tirkiyê.

Erdogan van ewrûpiyên tirsonek, bizok, bêzirav û oportunîst baş nas dike, lema filisekî xwe jî di biryarên wan, di gefên wan nade...

Çimkî Erdogan zane vana fisek in(nêwerek in, ji xwe ne bawer in), newêrin tu ceza mezayî bidin Tirkiyê. Çi biryarê bigrin jî newêrin têxin praktîkê, ewê tim di bin ra xwe bavêjin dexlê wî, wî bertîl bikin, jê rica bikin.

Di mesela Osman Kavala û Selhedîn Demirtaş da hemû dezgehên Yekîtiya Ewrûpayê xwe pûç kirin, xwe rezîl û riswa kirin.

 

XXX

Li gorî Ofîsa Îstatîstîkê ya Yekîtiya Ewrûpayê(Eurostat) li Tirkiyê ji sedî 35ê însanan îmkana wan a kirîna otomobîlekê tuneye. Li Tirkiyê ji 1000 kesî 150 kes xwedî otomobîl in.

Di nav 35 welatên Ewrûpayê da Tirkiye di warê feqîriyê da di rêza herî dawî da ye, tenê Arnawût ji Tirkiyê xerabtir e.

Ne di vî warî da tenê, di nav 35 welatên Ewrûpa da Tirkiye di her warî da welatê herî xerab, herî paşdameyî ye, herî birçî ye.

Lê tirk û arnawut ne hewceye îmkana wan a kirîna otomobîlê hebe, otomobîlên ewrûpiyan giş yên wan in, dizên herdu welatan jî di diziya ptomobîlan da meşûr in, mehê bi hezaran erabeyê ji Ewrûpayê didizin, dibin Tirkiyê pîlaqe û tişt miştên wan diguherînin û difroşin.

Diyar e haya Eurostatê ji vê diziya tirkan tune ye, piraniya tirkan perê xwe di erebeyên nuh nadin, ji dizên xwe dikirin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE