Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-10
*Piştî kar çûm mala Nîmet Aydin; ji nexweşxanê derketiye min saxtî kir. Bavê
Nazê jî li wir bû. Em bîstekê li ser Federasyonê peyivîn.
*Ez çer hatim mal Mûrad Ciwan telefon kir, xwest ez û wî sibe saet di 13a da
hevdu bibînin.
Ez bawer dikm li ser îstîfa min e, dixwaze ez îstîfa xwe bi paş
da bigrim. Ya rast nîvpoşmaniyek bi min ra jî heye. Di jiyana min da valahiyek
çê bûye.
Lê dîsa jî dudil im. Hin tiştên şaş dibin, di ciyê teng da alîkariya
hevalê xwe nakin. Bêdengmayin ne rast e. Lê li alî din li vir hevalên min jî ew
in.
Mame di nabêna xelîl û celîl da. Hela binêrim Mûradê sibe çi bibêje…
1987-02-10
Min û Sidîq Bozarslan li bajêr hevdu dît. Em li ser kongreya Federasyonê peyivîn. Min got hûn kanin bi Nafî Çilgin ra bipeyivin.
Xwediyê çapxanê Mîlonas Armanc anî mala me. Min û zarokan li dora 160 hebî qat kirin, kirin nava hev. Dûra Mumtaz(Nîmet Aydin)hat bir.
Min sernivîsa Mûrad Ciwan a li ser mesela Olof Palme neeciband. Ji ber ku nivîsa xwe di wextê da neda, min nexwendiye.
Xebera vê meselê jî wî nivîsîbû, roja dawî da min. Min hin tiştên wê guhert û bi vî hawî derket. Min sernivîs xwendiba minê hin beşên wê pê bida guhertin.
XXX
1988-02-10
Ji bo kongreya Federasyonê bi Cimşîd
Heyderî ra peyivîm, got ez nakevim komîteya karger. Ji Henefî Celeplî pir aciz
bû, got bi wî ra xebat zor e.
Piştî Cimşîd, bi Keya Îzol ra peyivîm. Keya got ez dixwazim bixebitim lê çaxa
komîteyeke baş be û endamên wê kanibin bi hev ra bixebitin.
Keya jî got Henefî bû, wî jî wek Cimşîd got bi Henefî ra naxebitim. Got dibê
Henefî ne di nav Komîteya Karger da be. Keya xwe wek serok difikirî, yanî heger
ew bibe serok ewê bixebite.
Kesên ji bo ku Komîteya Karger maqûl û baş didît, pêşniyar dikirin ev bûn: Mahmûd Lewendî, Dîcle Kizil, Baran, jinek, ji
Kurdistana Başûr jî Hemîd Newroz. Ji bo Ahmed Karamûs jî pozîtîf bû. Li dijî
Şerefxan û Amed Tîgrîsbû. Got dibê berî kongreyê em lîsteyên organan hazir
bikin.
Min got ez bi milet ra dipeyivim, hêvî dikim em lîsteyeke baş hazir bikin. Got
roja îniyê(îro çarşemîye) em dîsa hevdu bibînin.
Me, KUK, KUK-SE, Ala Rizgarî li ser rewşa Federasyonê li komeleya me civînek
çêkir. Ev civîna dudyaye em çêdikin. Îkram Delen wek cara berê dîsa Şerefxan ji
bo Komîteya Karger pêşniyar kir. Me gişan dîtên xwe di heqê Şerefxan da got.
Bêyî Îkram tu kesî Şerefxan qebûl nekir. Me got ne em tenê, di heqê Şereffxan
da dîtinên kesên din jî negatîf in.
Li ser viya Îkram got, em nikanin li hev bikin, bira bimîne kongreyê, bira
kongre biryarê bide.
Me li hev nekir, civîn belab bû. Kongreya Federasyonê di 13ê mehê da roja
şemiyê ye.
XXX
1996-02-10
Xwedê kir Evdila Ocalan heye, heger Ocalan tunebûya ez
nizanim em kurdên li Swêd em lê ser çi bipeyivîyana?
Îro jî mijara sohbeta me li ser axaftina Evdila Ocalan ya do bû. Nizanim Firat
Cewerî teslîm nebû, nizaim Nacî Kutlay ji Ocalan ra li çepika nexist, nizanim
kê şelafî kir...
Her tim wiha ye...
XXX
1999-02-10
*Ji mecbûrî îro çûm ser
tixtor. Got pişt ketiye ber te. Bi swêdî dibêjin "Ryggskott" e.
Heta hivdê mehê rapor da min. Lê li gel vê jî sibe ezê halê xwe bikim hal û herim kar.
Min hesab kir heftak nexweşî bi kêmasî 1200 kron dike, ew
jî ji qeweta min der e, dûra ewê bibe problem.
Min telefonî şefa xwe kar kir, min got
hal mesele wiha ye, lê dîsa jî ezê sibe werim. Ma ev jî jiyan e?
*Suleyman Demirel îro dîsa HADEP û Partiya Fazîletê tehdît kir, got
rexnekirina leşkeran ewê muxtirayeke nuh bi xwe re bîne.
Yanî bi gotineke din got, dema hûn vê sîstemê rexne bikin, bixwazin ji bin emrê
leşkeran derkevin ewê darbe çê bibe, leşker ewê dest deynin ser hukum.
Ev rezîla bûye xulamê leşkeran, her ku diçe bêheya, bêexlaq û rezîl dibe. Meriv nikane lê guhdarî bike, nayê kişandin.
Esas mesela kurd “qûne reş û sipî “ ji hev gerand, qerekterê her kesî yê esasî
derxist ortê.
Lê li alî din jî meriv gelkî li ber dikeve ku li welatekî hewqasî mezin, di nav
hewqas partî da çawa dibe yek ferd jî newêre bibêje em vê zilmê, vê dîktatoriyê
hew qebûl dikin.
Ji ber ku leşkeran ev bêziraviya wan tespît kirine, lema jî rojê emrekî nuh
didin wan. Xwedê dujminê min jî nexe dewsa siyasetmedarên Tirk, gelkî pîs in,
dilê meriv ji wan digere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar