19 februari 2022

Nêçîrvan

Lordê îngilîz di nêçîra kewa da keweke tenê kuşt. Hinekî xeyalşikestî bûbû. Bi dengekî xemgîn ji xulamê xwe ra got:

-Kewek li ser min bi 200 Sterlînî mal bû.

Xulêm got:

-Baş e ku te du heb nekuştin, ewê li ser te buhatir rûnişta.

 

Virek

Piştî xort û malbata wî rêwî kirin, mêrik û jinikê dest bi sohbetê kirin. Mêrik pirsî:

-Xanim, tu dibêjî çi, keça me ecibandin ya na?

Jnikê got:

-Pir ecibandin, diya lêwik wer pesnê wê da tew qal neke, digot pir pak e, pir rind e...

Mêrik got:

-Derewa dike.

Jinikê got:

-Tu çawa zanî derewa dike?

Mêrik got:

-Ez zanim. Ma ji xwarinên te ra jî negot pir xweş e ?

 

Bibêje şewitî

Xizmetkara nuh ji xanima xwe ra got:

-Li qusûra min nenêre, ezê tiştekî bipirsim.

Xanimê got:

-Kerem bike.

-Dema xwarin hazir be, ez bibêjim çi baştir e? Ez bibêjim şîv hazrir e, ya jî bibêjim kerem bikin şîvê?

Xanimê got:

-Heger wek şîva şeva çûnî be, bibêje şîv şewitî...

 

Fabrîqe

Sîmsar mêrik û xanima wî ode bi ode li hundur xênî digerand û bersîvên pirsên wan dida. Piştî ku baş li hundur geriyan mêrik ji sîmsêr ra got:

-Xanî pir xweşik e, me jê hez kir. Lê belê ez ji vê fabrîka fîşekan ya hember hinekî fikara dikim.

Sîmsêr got:

-Qet metirse, çawa be di demek nêz da ewê bi hewa keve !

 XXX

Tu du gotin kurdî fêr bibûya
Xortekî Diyarbekrî, baş ajnê nizanîbû û ketibû cemê Dîclê û ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, boxiliyem! Kurtarin boxiliyem!… -Haho, ez difetisim, min xelas bikin! Haho ez fetisîm...-
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst, lê ji ber ku bi tirkî nizanîbû, jê fêm nekir xort çi dibêje. Berbê çû, pê da qîriya û got:
-Kuro çi “qurtar qurtara û boxilim boxilima te ye! Ez fêm nakim tu çi dibêjî. Ji dêlî tirkî, tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî.

XXX
2022-02-19

Ji Necat Zivingî ra
Siba te bi xêr Necat! Do bi şev nehat bîra min ji te ra bibêjim, îro hevala lawkê me Rojen tê mîvaniya me. Gerek ez li mal bim. Min soz dabû wî. Tu yê min efû bikî, îro nikanim werim. Emê sibe hevdu bibînin. Rojeke din jî ez dixwazim em bi hev ra li Stockholmê bigerin, bîstekê sohbet bikin. Ji ber ku îro wiha bû xemgîn im, li qusûra min nenêre. Gelek silavên ji dil

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE