18 februari 2022

Jiyan tim ne xortaniya belek e

Li nêzî mala me jimnastîka derve heye, li dereke xweş e, belaş e. Li ber salona sporê ye, yê bixwaze dihere hundur, yê bixwaze li derve spora xwe dike.

Di dema gerrê(meşê) da carnan em riya xwe bi wir dixin û bîstekê spora/jimnastîka xwe dikin, dûra diherin malika xwe.

Îro min xanim xapand, me dîsa riya xwe bi wê derê xist.

Wek xortekî min dest bi antramanê kir. Xanim berê dudil bû, lê dûra wê jî ji ya herî rehet hêdîka dest pê kir. Me li dora nîv 20 deqeyî jîmnastîka xwe kir.

Lê nuha em her du jî gazinan dikin. Xanim dibêje her dera min dêşe, ji ruyê te da ye, çiyê me û jimnastîkê !

Ji ber ku min ji wê zêdetir kir, êşa canê min hinekî zêdetir e, ez bûme wek hinek bi mîkut û şonikan bi min kevin.

Min digot belkî ez bi antraman im, ewê tiştek bi min neyê, lê wer xuya dike êdî ez kal bûme, dibê hêdî hêdî vê yekê qebûl bikim û êdî xwe li tiştên wiha ranekşînim.

Ez kanim bi şaşî dereke xwe seqet bikim.
Meriv kal dibe lê dilê bêar bijok e, tu carî kal û pîr nabe, gava çav li keç û xortan dikeve, dilê meriv dibije tiştê ew dikin.

Xortaniya bêbext zû terka me kir, me hew dît tew me por sipî kiriye, em kel û pîr jî bûne. Umir wek xewnekê derbas bû. Dema meriv xort e, meriv bawer nake extîyrî heye, meriv dibêje belkî ewê tim xortaniya belek be.

Tiştê di xortaniya xwe da min nekiriye dixwazim nuha bikim, lê dereng e, ew hêz nemaye.

Ez bi viya zanim lê dîsa jî caranan xwe lê dikim bela, qey dixwazim hêza xwe nîşanî xanimê bidim. Ew jî hinekî bi rîsk e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE