18 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -40-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-18

Ez û Mûrad Ciwan îro bi hev ra çûn çapxanê. Me Roja Nû teslîmî çapxanê kir. Me pê ra bazar kir. Ewê 1200 hebî bi 32.000 kronî çap bike.

Îro pir sar e, berf e, 10 derece sar e, çûk li hewa diqefilin.
Saet di 19.00a da çûm qursa rûsî. Mamosta me yeka rûs e, bi yekî swêdî ra zewicî ye.

Mamostetiya wê pir neket serê min. Swêdiya wê jî ne baş e. Tevî wê em 5 kes bûn. Bi 4 kesan qurs dom bike baş e.

XXX
1987-08-18

Min çû nivîsên Armancê ji Mihemedê Hekarî ra xwend, afîşê jinan jî ji Rojvan Yeşîl girt.
Ez û Mihemed li ser mesela neguherandina afîş hinekî peyivîn, min jê gazin kir.
Qebûl nekir, lê qebûl nekir, got heger min şaşî kiriba minê şaşiya xwe rast bikira, lê wan çawa dabû min, min jî wer nivîsî. Yê ew nivîs nivîsîye bira karê xwe rast bike. 
Nabêna min û Mihemed pir baş e, ez pir jê hez dikim, kurdekî wek zêr e, wek min baş li dijî tirkan û tirkî ye. Jixwe qet bi tirkî napeyive. Lem ajî ez pir jê hez dikim.


XXX
1988-02-18

*Min telefonî Mueyid Teyib kir, nivîsa ewê bida Armancê jê xwest. Got ezê ya sibe ya jî dusibe werim wir û nivîsê bidim we.
Mueyid yekî hinekî cangiran e, carnan di xwe ra nabîne tiştekî binivîsîne. Heger yekî bêtir bi disîplîn bûya ewê gelek tiştên pir hêja binivîsîye. Mueyid qelemeke pir xurt e. Belkî di nav behdîniyan da şairê herî xurt e. Ez ji wî jî, ji şiîrên wî jî pir hez dikim.

*Li ser navê Komîteya Hêzên Kurdistanê(KÎP jî di nav da ye) do ji min pirsîn, gotin hûnê tevî xebatên ji bo girtiyên hefsa Diyarbekrê bibin ya na?

Emê belavoka li ser girtiyan îmze bikin ya na?

Min ji hevalan pirsî, gotin îmze bikin.

Ez bi Komîteya Hêzên Kurdistanê ra peyivîm, min got dîtina me di heqê KÎPî da nehatiye guhertin, em wan hevalan wek nûnerên partiyê nabînin.

Lê ji bo ku di rojeke wiha da em kanibin bi hev ra bixebitin emê beşdarî her kar û xebata Komîteyê bibin û belavokan jî îmze bikin.

Hevalên komîteyê memnûn bû, sipasî me kirin.


XXX
1999-02-18

Tirkan îro rismekî Abdullah Ocalan li ber ala Tirkiyê nîşan dan. Dixwazin him wî pîs bikin, him jî di warê psîkolojîk da muqawemeta hevalên wî û kurdan bişkînin.

Pirr bêbav in, pirr rezîl in. Meriv nikane li telewîzyonên wan binêre, çimkî nayê tehamulkirin.

Ez şaş û matmayî ma me, nizanim çi bibêjim…
Hêviya min ya herî mezin Ocalan  li ber xwe bide û ya din jî  PKK ji hêz da nekeve, bêyî Ocalan jî bikanibe şerê xwe bidomîne.
Heger Abdullah Ocalan bi mêranî li ber xwe bide, tirk nikanin tiştekî pê bikin, çimkî wê demê bi rastî jî ewê bibe qehremanekî mezin.
Na ku teslîm bibe, a wê gavê piştî ku ew pîs kirin ewê bi hawakî bikujin, lê îdam nakin.

XXX
2011-02-18

Mustafa Kaplan çîroka min ecibandiye, lê gotiye xwezî te di dewsa ”kurtancî” da tiştekî din bi kar anîbûya. Rast gotiye, ez jî fikirîm lê min nekir.

Musta Kaplan:
”Kekê Hêja
Te çêrokek gelek têgeh tijî nivîsîye. Destên te û mejîyê te sax bi. Wek soranên me dibêjin”bi yarmetîya te” anji bi destûra te ez de nîşanek pirsê danim ber gotina te ya “kurtan+cî” bi min pîna “cî” bêhna tirkî dide. Wek tu ji dizanî tirkî de gotina“semer” û “semer+ci” heye. Semer; nav e.(navdêr) û semer+ci ji kesê/n semeran çêdike ye. Wêca kurtan kurdî ye le bi min “cî” tirkî ye. Gelo ez xeletim ? Bi min mirov wek te serî de gotî bi gotina”kurtanfiroş” şuna ”kurtancî bihata karînan dê pitir bêhna kurdî bidaye. Anji gotina”kurtançêker” Hîvîdikim tu li min negrî , dibe ez xelet bim. Ligel silavên birayetî ye dem xweş
Musta Kaplan

XXX
Merheba!

Birayê ezîz, diyar e kurdan tu pir tirsandine, loma jî tu hewqasî bi "temkîn" dibêjî paşpirtika kurtên "cî" bi tirkî ye.
Bêguman "cî" ya dawiya kurtên bi tirkî ye. Esas ez fikirîm "kurtanfiroş” bikar bînim, lê min bikar neanî.
Nuha hat bîra min, em li Wêranşarê dibêjin "palik".
Belkî meriv bibêje palikvan, kurtanvan jî dibe... Dibê kesên zimanzan vê gelşa kurmancî careser bikin.
Di kurmancî da ev form carnan problem e...
Bi tirkî dibêjin:
-Taşci, boyaci, kunduraci, sivaci, semerci, kalayci û hwd...
Gelek sipas ji bo îroveya te. Ji kerema xwe ra şiroveya xwe têxe binê nivîsê ji bo ku kesên facebooka wan tunebe jî bixwînin.
Gelek silavên dostaniyê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar