22 februari 2022

Zor gêzerê radike û ji meriv ra dewletê çêdike

Herêmên Doneskê û Lûhanskê bi piştgiriya Rûsyayê ji sala 2014a û vir da bi rengekî de-facto ji Ukraynayê veqetiya bûn.

Serokê Rûsyayê Pûtîn, do bi şev serxwebûna herduyan jî qebûl kir û eskerên xwe şandin wir.

Pişta meriv hebe, xurt be meriv kane serxwebûna xwe îlan bike.

Tirkan jî li Qibrisê wer kirin.

Yê me ji ber ku Rûsya me, Tirkiya me tune ye em ne li başûrê Kurdistanê, ne jî li rojavayê wê nikanin serxwebûna xwe îlan bikin.

Ev dinya dinya hêzê û zorê ye, hêza te hebe, tu xurt bî tu kanî heqê xwe jî bistînî û neheqiyê jî li xelkê bikî. Zor gêzerê radike û ji meriv ra dewletê çêdike !

Tirkiye li dijî biryara Pûtîn rabûye, gotiye em vê biryarê qebûl nakin. Heger Tirkiye zêde bi pêş da here, zêde Pûtîn nerehet bike, îhtîmal heye nabêna wan xera bibe û ev yek tesîrê li siyaseta Pûtîn ya Sûrîyê jî bike.
Pûtîn bixwaze kane Tirkiyê ji Sûriyê derxe. Lê ez dibêjim Erdogan ewê Pûtîn zêde aciz neke.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE