Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-02-22
Min do ji Sebîheya xanima Heyder Diljen bihîst Ednan Tuysuz bi îşkence kuştine. Ez îro ji bo serxweşiyê çûm mala Bişar Tuysuz.
Pir li ber kuştina Ednan ketim. Min Ednan baş nas dikir, peyayê Hemo Tuysuzê(Mehmet Tuysuzê) rahmetî bû, li mala wî dima, sîleha wî li piştê tim Hemo ra digeriya.
Hemo Tuysuz, endamê partiya me(KÎPê) bû û di komîteya partiyê ya Rihayê da bû. Ew û Elî Bûrûn û hevalekî qereqoyunî di komîteyekê da bûn.
Dewlet eynî wek dema Ocalan li Îtalyayê bû, dîsa bi hemû dem û dezgehên xwe ve li hember HADEPê teroreke mezin dimeşîne. Girtina hersê reyisan li Ewrûpayê jî olaneke mezin daye.
XXX
1997-02-22
Medelehavs Museet(Muzeya Derya Navîn) bi Federasyonê ra li du rojan ser kurdan hin civînan çê dike. Ez çûm civîna îro. Rojnamevan Stêfan Hjertên, Matîn Van Bruinessen peyivîn. Stêfan di axaftina xwe da cilqî û qeçmerî kir. Ez ji axaftina wî pir aciz bûm. Ji Tirkiyê bêtir henekê bi kurdan kir.
Lê axaftina Martîn baş cidî bû, baş bû. Li ser îdentîtêta(huwîyeta, nasnameya)sekinî.
Dûra panel çê bû. Di panelê da Ove Profesorê huqûqnas Ove Brîng, Anîta Klum(Amnesty), Xalid Salih(Doktorê ilmê siyasî)û Emer Şêxmûs peyivîn.
Ec cara pêşî bû min li Xalid Salih gudarî dikir. Xortekî zana bû, pir kêfa min jê ra hat. Ji Silêmaniyê ye. Piştî panelê min çû ew pîroz kir, jê ra serketin xwest. Kêfa wî hat.
Gelek kes hatibûn. Min ji lawikê me Azad ra gotibû tu jî were, ew jî hat. Kêfa wî jî ji panelê ra û ji Xalid Salih ra hat.
XXX
1999-02-22
*Medîa Tirkiyê ji nuha da dest bi propagandayê kiriye,
dibêjin Abdullah Ocalan teslîm bûye. Lê hîn tu numûneyeke konkret nedane, tenê
wer dibêjin.
Heger dermanan nedinê îhtîmal heye li ber xwe bide, teslîm nebe.
Ez zêde ne bi hêvî me, lê dîsa jî dixwazim wê mêraniyê bike...
*Li her dera Kurd lê hene me û liberxwedan dom dikin. Bi
taybetî li Kurdistana Îranê û Iraqê tiştên gelkî baş dibin.
Li gor xebera
telewîzyona MEDê do li Silêmaniyê pêncî hezar kes meşiyaye, milet êrîşî hin
bînayên Tirkmenan kiriye, sîleh jî bi kar anîne.
Welhasil ev çend roj in kurd
wek miletekî hereket dikin. Ev yek hêvî û moral dide meriv.
*Civîna Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewrûpa îro qediya, do dest
pê kiribbû. Li ser mesela Abdullah Ocalan belavok belav kirin. Belavok ne baş
e, li gor dilê Tirka ye. Hêvî dikin tirk, Abdullah Ocalan bi hawakî adil
mahkime bikin.
Û ji kurdan ra jî dibêjin me nerehet nekin, hûn me nerehet bikin emê li hember we tedbîrên
sert bigrin.
Yanî tu meyl û daxwazeke wan a ku zorê bidin Tirkiyê tuneye. Helbet ji bo me ev
şêleke pir xerab e.
*Şêrko Bêkes li ser Abdullah Ocalan şiîrek nivîsîye, îşev di
telewîzyonê da xwend, kezeba min şewitand.
Hevalekî Riya Azadî telefonî min kir, got roja 2ê adarê Refîq Qaraqoç tê vir, ewê li ser xebatên partiya legal agahdariyê bide. Camêr ez jî vexwendim wê civînê.
Diyar e piştî ziyareta min û Salim (Çelîker )a Kemal Burkay, camêran ez di çav
xwe ra kirime.
XXX
2000-02-22
Li ser mesela kitêbê ez bi Firat Cewer Cewerî ra peyivîm. Got Kultur Rådetê daxwaza alîkariyê red kiriye, lema jî ezê nikanibim çap bikim. Min got baş e wê demê ezê bidim yekî din. Yanî êdî bazara min û Firat xera bû, divê ez çapxaneyeke din bibînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar