Ev 40 sal e ji bo ku kurd qedir û qîmetê bidin zimanê xwe, ji bo ku bi kurdî bipeyivin, ji bo ku bi kurdî binivîsin ez carnan bela xwe di wan didim, carnan gilî û gazinên xwe bi wan dikim. Bawer bikin bi gotinê, bi pitepitê êdî mû zimanê min ve hat.
Di van 30-40 salên borî da serokê, siyasetmedarê, nivîskarê, edîbê, ronakbîrê di mesela zimên da min rexne nekiribe, min gilî û gazinên xwe pê nekiribe hema hema tune ye.
Lema jî min dilxwazên kêm, dijminên xwe zêde kirin. Wek gur, navê min jî bi harî derketiye.
Di dawiyê da ez
westiyam, min darê xwe di ber xwe da berda, min rexneyên xwe, gazinên xwe pir kêm
kirin.
Dubarekirina zêde dibe neqaret.
Heta nuha ez bi tenê bûm, kes nedibû hevalê min, bi devkî
digotin tu rast dibêjî, lê li gorî rastiye hereket nedikirin, li fêzê tiştek tunebû.
Lê nuha wa ye Arif Zêrevan jî dev ji tirkî berdaye(demek bû
bi tirkî dinivîsî) û wî jî ji nişka ve şûrê xwe ji kalên kişandiye û bûye hefadê
kurdî û çend gurz jî dawşandiye hin dost û hevalên xwe.
Bi vê sirprîza Arif Zêrevan û ji ber ku hevalekî min çêbû ez pir kêfxweş im, ez kal bû me, wek berê nikanim têkevim gewriya xelkê, bira êdî vî îşî, vî şerî demekê jî Arif Zêrevan bike.
Lê dibê ew bizanibe ez tim li pişta wî me…
Salek berê dema Ariv Zêrevan dest bi tirkî kir ez matmayî mam û min ew rexne kir. Nivîsandina tirkî parast, got ew dixwaze tirk jî bizanibin ew çi dibêje, lema kî nivîsandina bi tirkî rast e.
Lê wa ye nuha poşman bûye û ne tenê dev ji tirkî berdaye, di ser da jî hin kesên din jî rexne kirine, gotiye nivîsîna tirkî bi we nakeve, dibê hûn dev ji nivîsîna bi tirkî berdin.
Kêfa min hat, hevalekî min çê bû, min jê ra li çepika xist. Hêvî dikim careke din poşman nebe û û dîsa li tirkî venegere...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar