23 februari 2022

Debara malbatê

Mêrikê îngilîz pênc Sterlîn da hevalê xwe yê zaroktiyê yê parsek. Hevalê wî pênc Sterlîn hindik dît, got:

-Te sala berê 20 da, sala çûnî 10 da, îsal jî te daxist 5a.

Mêrik got:

-Mêze birako, du sal berê ez zewicîm, sala çûnî(par)zarokek ji me ra çê bû û bi vê yekê ra mesrefên me jî sal bi sal zêde bûn...

Yê parsek gotina wî birrî, got:

-Keko, bala min lê ye tu bi perê min îdareya malbata xwe dikî...

 

Bilindayî

Mêrik dema qala tiştekî dikir tim çavên xwe digirt. Hevalê wî jê ra got:

-Li qusûra min nenêre, ezê tiştekî ji te bipirsim. Dema tu dipeyive çima tu çavên xwe digre?

Mêrik got:

-Ji ber ku ez qala tiştên pir bilind dikim, ji jor da newêrim li jêr binêrim, dewxa min dihere.

 

Ferq

Lêwik ji eskerîyê gazin dikir, digot ez fêm nakim çima navê viya kirine ”deynê weten” ?

Bavê jê ra got:

-Ferq ji xwe ev e. Di deyndariya normal da meriv qet naxwaze wahdeya deyn biqede. Lê di ”deynê weten” da meriv bi bêsebrî li bende roja qedandinê ye.

 

Taktîka dîk

Birrek mirîşkên mêrik hebûn, dîkê wî tune bû. Çû dîkek kirî, bir bera nav mirîşkan da. Dîk di cî da yek bi yek li mirîşkan siwar hat, îşê hemûyan qedan û dûra jî got terp û ket erdê.

Mêrik matmayî ma, çû ba dîk, bala xwe dayê. Dîk jê ra got:

-Dengê xwe dernexe, min ji bo xapandina başoqê hanê xwe avêtiye erdê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE