23 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -45-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-23

Piştî danê nîvro çûm çarşiyê. Ez, Nafî Çilgin û Şêxmûs Cibran li pastexaneyekê bîstekê bi hev ra rûniştin, me ji xwe ra sohbet kir. Şêxmûs got ew li Sêwregê bi A. O. ra peyivîye. A.O jê ra gotiye di hefsê da wan du caran êrîşî Emer Çetîn kirine, xwestine lêxin. Şêxmûs got ez aciz bûme, min jê ra gotiye ”we ne baş kiriye.” 

Xebereke din jî, got van rojên dawî hin hevalên me hatine berdan. Navê du kesan da, got ”yek Husên e, yek jî şagirtê wî ye.” Şagirtê Şêxê yê necariyê.

XXX
1987-02-23

Civîna TKSPê ban me jî kiribû em neçûnê. Min sebebê neçûnê pirsî. Gotin KÎP jî ewê were civînê lema jî em neçûn. Heyder Diljen li dijî vê yekê bû, ez jî li dij bûm. Lê gotin qerara partiyê heye dibê em bi wan ra(KÎP)tiştekî îmze nekin.
Min ji Heyder got, em ji xwediyên vê biryarê ra bibêjin "siyaseta nahêle em piştgiriya gelê xwe bikin em qebûl nakin, em nikanin qebûl bikin. Em ketin nav vê partiyê ji bo ku em ji miletê xwe ra xizmetekê bikin, ne ku li zulm û zora dijmin temaşe bikin."

XXX
1988-02-23

Rojnameya Kurdistan Pressê îro ji min ra hat. Yekî ji Tirkiyê nameyek şandiye. Di nameya xwe d aresmen muxbîriya hevalên me dike. Qala nivîskarekî Kovara Noktayê dike. Dibêje berpirsiyarekî PÊŞENGê ew anî ba min, xwest bi min r abipeyive. Lê min jê ra tiştek negot.
Dibêje min dûra bihîst li ser navê min hin tişt nivîsîye. Dibêje berpirsiyarê PÊŞENGê gotiye viya dostê me ye, piştî cûnta leşkerî hin hêzan kadirên xwe xistin nav rojnameyên tirkan.
Yanî hevalê me çi jê ra gotiye, giş nivîsîye.
Yekî din jî nivîsîye, gotiye, ”çuqas qûnek, kerxanecî, serxweş, derewçîn, diz hene hemû bûna siyasetmedar.”
Min telefonî Kurdistan Pressê kir, Abid Gurses bersîv da. Min ev herdu mesele jê ra gotin. Min got dibê hûn tiştên wiha çap nekin, mêrik ji xelkê ra gotiye ”qûnek, kerxanecî”.
Abid got me tiştekî çewt nekiriye, ”bira bibêje, ma em qûnek in em bigrin ser xwe?”
Min got dibê meriv bi vî zimanî li siyasetmedaran hqaretê neke, ne rast e. Dema yek ji meriv ra bibêje ”qûnek, kerxanejî” dibê meriv xwe neqeherîne, bibêje em ne qûnek û kerxanecî me.
Kenîya, got kez Zinar dev jê berde, tişt nabe. Me li hev nekir. Abid xortekî jîr e, xebatkar e, nabêna min û wî pir baş e. Lema me xweş qedand.

XXX
1996-02-23

*Hefta pêş me Sportlov e, yanî tahtîla destpêka salê ye. Îmkan hebûya minê zarok bi derekê da bibirana. Ji ber ku Serhat gelkî kercala vê yekê dike. Çimkî gelek hevalên wî bi malbatên xwe ra çûne tahtîlê. Li dibistanê ewê ji hev ra qala seyahetên xwe bikin. Ew jî dixwaze wek havlên xwe qala tahtîla xwe bike. Lê îmkana em herin tahtîlê tune ye.

*Sibe kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd e. Haya min jê tunebû. Salim Çelîker îro ji min ra got. Ezê nerimê. Ez endam in, ne enda mim nayê bîra min.

 

XXX
1999-02-23

*Îro çar abûqat, ji wan yek jî Ahmed Zekî Okçûoglû ye, çûn Mûdanyayê ji bo ku herin girtîgeha Îmralîyê Abdullah Ocalan bibînin.

Lê belê dewletê li Mûdanyayê rê nedan wan û nehîştin herin Îmraliyê. Tew di ser da jî çend pûlisên svîl û faşîst anîn ba hev û xwestin li abûqatan xin.

Bi îhtîmaleke mezin dixwazin bi vî hawî wextê di ser ra derbas bikin, ji bo ku şopa îşkenceyê wenda bikin.

*Li ser daxwza Wezîrê Karên Hundur yê Almanyayê Wezîrên Yekîtiya Ewrûpayê civiyan. Rojeva wan protestoyên kurdan yên li Ewrûpayê bûn.
Biryarên girtine eşkere nekirin, lê beyana li ser navê wan hat dayin ji bo kurdan pirr xerab e. Bi taybetî beyana Wezîrê Karên Hundur yê Almanyayê pirr sert û pirr xerab bû.
Digot li hember tevgerên kurdan divê em hevûdu hîn baştir agahdar bikin û tedbîrên serttir bigrin.
Ev şêla Ewrûpa bêtir cesaretê dide Tirkiyê û kurdan jî bêhêvî dike. Rewş pirr xerab e, tiştê ez dibînim dunya hemû li hember me ye, ji Tirkan ra dibêjin destê we ji we ra, hûn çi dikin bikin…

*Li Kurdistana Îranê bûyer berdewam in. Tê gotin hin kes hatine kuştin.


XXX
2000-02-23

*Hersê reyisên belediyê Ferîdûn Çelîk(Diyarbekir), Selîm Ozalp(Sêrt) û Feyzullah Karaaslan(Bîngol)  piştî heft seet îfadeya li ba sawcî, îşev derxistin mahkimê.

Heta yanzdê şevê jî mahkimê hîn dewam dikir. Lê dûra eşkere bû ku hersê jî tewqîf kirine.

Hêdî hêdî siyaset û nêta dewletê ya rastîn eşker dibe. Ew jî ewe ku dewlet dixwaze ne tenê di warê çekdarî da, her wisa di warê legal û siyasî da jî tevgera kurdan a siyasî tesfiye bike, biqedîne.
Helbet heger bikanibin. Yanî ewê ji alîkî ve serî li Ewrûpayê bigerînin, bi derew merewan hin sozan bidin wan, ji alîkî din ve jî bi hemû hêza xwe ve êrîşê bibin ser tevgera kurdan a legal. Dibe ku jî li gor hesabê dikin, ewê bikanibin di nav çend salan da vê hêz û tevgera legal ji nav bibin.

*Ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê Perwer Bengî telefon kir, got em dixwazin rûpelên kurdî yên zêdeyîya(eka) rojnameyê zêde bikin, gelo tu nikanî alîkariya me bikî?
Min got ji xwe berê ez her hefte du çîrokên zarokan ji we ra dişînim. Lema jî ji bo barekî din ez nikanim tu sozê bidim. Lê heger wexta min hebe û ji min bê herçî mesela kurdî ye ez qet texsîr nakim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar