23 februari 2022

Erê serokên me ne tu serok in, lê dinya jî pir bêbav e !

Îbrahîm Xelîl Baran gotiye, welatên Rûsyayê serxwebûna wan nas kiriye, nufûsa yekî 1,5 û ya yê din jî 2,3 milyon e.
 Mezinahiya wan jî li ser hev bi qasî erdê Rihayê û Semsûrê ye.

Heyran vê yekê her kes zane. Li Ewrûpayê 6-7 welatên erdên wan ji Rihayê gelkî biçûktir û nufûsên wan jî ji ya Rihayê gelkî hindiktir hene.

Mesele ne ku kes viya nizane, ya jî kurd naxwazin bibin dewlet û kurd ”şîzoîst” in.


Na, dinya nuha naxwaze Kurdistan çê bibe, ji bo çêbûna Kurdistanê ne amade ye.

Heger dinyayê bixwesta li başûr û rojavayê Kurdistanê ji zûda ve Kurdistan çêbûbû.

Ji ber ku NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê nexwestin Kurdistan çê nebû û ereb û tirkan kanîbûn Efrînê, Serê Kaniyê, Kerkûkê dagir bikin.

Heger Amerîkayê nexwesta ereban nikanîbûn Kerkûkê, tirkan nikanîbûn Efrînê û Serê Kaniyê dagir bikin.

Ma Tirkiyê nîvê rojava û başûrê Kurdistanê dagir nekiriye?
Ka kê Tirkiye protesto kir û ambargo danî ser Tirkiyê?
NATOyê ji bo piştgiriya Ukranyayê, li hemberî Rûsyayê bi hezaran leşker, bi sedan balafir, sîlehên giran şandin Polanyayê.

Tirkiyê jî başûr û rojavayê Kurdistanê, beşekî erdê Sûriyê û Îraqê dagir kiriye. Ma NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê dengên xwe kirine, ji rojan rojekê ji Tirkiyê ra gotine ev dagirkerî ye, dibê hûn ji Efrînê û Serê Kaniyê vekişin?

Em ne ukraynî ne, em kurd in, kes ne li ser me dixeyide, ne jî nabêna xwe bi Tikriyê ra xera dike.
Ez nabêjim serokên me baş in, jêhatî ne, bêqusûr in û karê rast dikin. Na ez wisa nabêjim, ez tim dibêjim serokên kurdan yên nuha mala kurdan şewitandine, hebûna serokên wiha ji bo me bêtalihiyeke mezin e.

Lê heger dinyayê bixesta kanîbûn van serokên bêvîzyon, bêferaset, egoîst mecbûrî yekîtiyê û gavên netewî bikirana.
Ji ber ku ew jî nuha Kurdistanê naxwazin van serokan bêvîzyon îdare dikin, wan mecbûrî yekîtiye netewî nakin.

Heger Amerîka, Fransa û Almanya bixwazin kanin serokên PDKê, YNKê, PYDê, PKKê û yên din mecbûrî yekîtiyeke netewî bikin. Gava bi ya wan nekirin dibê alîkariya wan nekin, bi wan ra rûnenin. Wan ji gurên faris, ereb û tirk ra bihêlin.


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE