24 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -46-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-24

Îro min dest bi karê xwe yê nuh(alîkariya malê) kir. Lê nexebitîm. Agahîn dan min, malên ezê herimê nîşanî min dan, ez û xanimekê bi hev ra çûn wan malan. Em çûn malên du kalan. Xanimê ez bi wan dam naskirin.

Hinên din jî hene, ezê bi dor herim alîkariya wan. Hinek li ser xwe ne, kanin xwarina xwe çêkin, lê hinek jî nikanin. Ji hinekan ra her roj alîkarî lazim e, ji hinekan ra jî her roj ne lazim e.

Ji ber ez nuh im û ecemî me ewê karên sivik bidin min, yanî ewê min bişînin malên hin kesên li ser xwe. Yên giran û seqet jî ezê bi tenê neçim, emê tim du kes bin. Xanimeke xwedî tecrûbe heye, ezê bi wê ra bixebitim.

XXX
1987-02-24

Ez çûm komelê, hin nivîs li ba min bûn, min rast kiribûn, min dan Mumtaz ji bo ku binivîsîne.
Ez Yilmaz û Mahmûd Lewendî em hatin amala me. Lewendî nivîseke soranî ji min ra kir kurmancî.


XXX
1988-02-24

Me îro civîna redaksîyona Armancê çêkir. Min û Mûrad Ciwan li ser nivîsandina ”tuxtor” li hev nekir, em hinekî ketin gewriya hev. Min got dibê em di Armancê da ”doktor” nenivîsîn, ji dêlî navê ”doktor” em tuxtor, tixtor binivîsin. Min got dibê em navan, peyvan bi telefuza kurmancî binivîsin. Her peyva biyanî dibê li gorî telefuza zimanê me be, ne li gorî ttirk, alman, îngilîz çawa dibêjin. Eslê peyvê çawa be jî dibê em li gorî kurmancî binivîsin. Pêşniyara min qebûl nebû. Hevalên redaksîyonê gişan alîkariya Mûrad kir, gotin dibê em ”doktor” binivîsin.
Bi baweriya min ev şaş e, kurmanc nabêjin ”doktor”, dibêjin tuxtor, tixtor ya jî textor…
Peyva pûlis jî eynî tişt e. Ez nabêjim ”polîs”, ez dibêjim pûlis. Swêdî, danîmarkî, norweçî, îngilîz, alman, fransî giş nabêjin ”polîs”, her miletek li gorî telefuza zimanê xwe dibêje.

XXX
1999-02-24


*Abûqat îro jî nikanîbûn biçin ba Abdullah Ocalan, ji bo sibe soz dane du heban.Yek jin e, yek jî Ahmed Zekî Okçûoglû ye.

Rewşeke çuqasî tirajîk e, kê bîr dibir ku ewê rojekê Ahmed Zekî Okçûoglû bibe abûqatê Abdullah Ocalan !
Gelo dema Evdila, A. Zekî Okçuoglu li hember xwe bibîne ewê çi his bike?
Çimkî gelek neheqî li A. Zekî kirin e.

*Medenî Ayhan, ew jî abûqatê Abdullah e, îşev beyanek dirêj da telewîzyona MEDê. Axaftina wî pirr bi cesaret û baş bû.
Ez dibêjim moralekî baş da kurdan; mesela moral da min, gelkî kêfa min jê ra hat.

*Ji bo ku alîkariyê bi me ra bikin, min îro telefonî kovara ORDFRONTê kir. Min got çima li hember vê zilma li me kurdan dibe hûn bêdeng in?
Çima hûn ji bo me jî wek ku we ji Filîstînî û ji Afrîka Başûr ra dikir, komîteyan ava nakin, di medîayê da piştgiriya me nakin ?
Min gelek nimûne dan û gelek gazin ji çep û demokratên Swêdî kir. Min got em bi man û nemanê ra rû bi rû ne.
Xatûnê got me kitêbeke nivîskarekî kurd çap kiriye, ez bawer dikim qesta wê kitêba Mihemed Ûzûn bû.
Min got, xatûna hêja, ez alîkariya konkret, ji bo îro dixwazim, weşandina kitêbekê baş e, lê ji bo îro alîkariyê bi me ra nake, tu fêdê nade me.
Min got ez dixwazim bi Maria Pia Boäthius û Jesus Alcala ra bipeyivim, ya jî bi kêmasî telefona wan bide min, ji bo ku ez ji wan alîkariyê bixwazim.
Got ez nikanim telefona wan bidim te, lê ezê van gazin û daxwzên te îro bigihînim wan.
Min numra telefona xwe dayê ku bixwazin ewê li min bigrin. Medîa Swêd pirr bêbaviyê dike.

*Danîela Mîtterand îro nameyeke gelkî baş ji serokwezîrê Fransa û hemû welatên Yekîtiya Ewrûpayê ra şandiye. Telewîzyona MEDê nama wê belav kir, name pirr ji dil û pirr baş bû. Digot divê Ewrûpa alîkariya kurdan bike.

XXX
1996-02-24

*Koalîsyona Erbekan û Mesût Yilmaz çênebû. Ev koalîsyon çêbibûya mimkûn bû ji ya Tansu Çîllerê baştir bûya. Îhtîmal e Yilmaz dîsa bi Çîllerê ra li hev bike. Hukûmeta Yilmaz û Çîllerê ewê siyaseta îro li hemberî kurdan tê meşandin bide domandin. Lê baştir nake.

*Ez û Salim em çûn mala Yilmaz. Hemîdoyê birê Salim û farqînîyekî din jî mîvanên wî bûn. Me heta derengê şevê bi nezerê lîst. Saet piştî donzdê şevê em rabûn. Min di ber Hemîdo ra avêt, min got min bibe malê, lê ez nebirim. Ew, xanima xwe û Salim li ereba xwe siwar bûn û çûn mal. Di wê berf û sermayê da min berê xwe da tunnelbanayê.

Li T-Centralê gava ez ji tirênê daketim, min çentê xwe di vagonê da ji bîr kir. Bi daketinê ra ez pê hesiyam, li şofêrê tirênê qîriyam lê dengê min neçûyê, camêr derîyên tirênê girt û çû. Min çû li jor, ji kulûba bilêtfiroş telefonî şofêrê tirênê kir, mesele jê ra got.
Bîstek din tirên ewê bi paş da vegeriya. Li bende sekinîm. Jinikekê dîtibû, teslîmî şofêr kiribû. Min çentê xwe girt. Ev cara pêşî ye tiştekî min ê wendabûyî li min vedigere.
Heger tiştekî bi qîmet tê da hebûye ew jî li min venedigeriya. Destê sibê gihîşt mal, lê perîşan bûm. Li bajarê mezin ereba meriv tunebe wiha ye.


XXX
2000-02-24

*Mahkima Anqerê îro ceza li serok û berpirsiyarên HEDEPê barand. Serokê berê Mûrad Bozlak û yê nuha Ahmet Demîr Turan her yekî sê sal û neh meh ceza xwarin. Û ji bo 18 kesên din jî cezayê cihê dan.

Diyar e nêta wan ewe ku partiyê jî bigrin. Çimkî bi van cezan êdî delîl jî peyda bû. Sebebê van cezan jî ewe ku salek berê, di dema teslîmkirina Abdullah Ocalan de HADEPê li şûbeyên partiyê musaedeyî grewên birçîbûnê kiriye. Yanî mane ye. Ji xwe kêla mana tu carî tije nabe.

*Firat Cewerî biryara Kultur Radetê bi nameyekê re ji min re þandiye. Di nameyê de dibêje ku min dixwest çap bikim, lê ji ber ku alîkarî nedan hukmê min lê nayê ku çap bikim. Lê ya rast di bazara me de tu þertekî wiha tunebû, yanî ji min re negotibû heger ez alîkariyê bigrim ezê biweþînim. Ev sebeb nuha derket. Lê xem nake.

XXX
2002-02 24

Ji berpirsiyarên kampanya zimanê kurdî ra

Heta nuha min çar caran ji bo piştgiriya kampanyayê ji we ra mesaj û nivîs şandin. Lê we ne nivîsa min weşand û ne jî navê min di nav kesên piştgir da belav kir.

Ez dixwazim bizanibim ji bo çi hûn weha dikin?
Sebebê ku hûn ambargoyê didin ser navê min û nivîsa min naweşînin çi ye?

Dibê hûn bersîvekê bidin min.
Heger hûn îcar jî bersîvê nedin, ezê vê şêla we ya antîdemokratîk ji bîrûraya giştî ra eşkere bikim.

Zinarê Xamo


XXX
2018-02-24 23:44

Ji Şakir Epozdemîr ra

Kekê Şakir merhba!
Bi dîtina min bi parastina Mûrad Ciwan tu nehq î.
Însan bi başî û xerabî, bi şaşî û rastiyên xwe mesûlê tarîxa xwe ye.
Ji ber ku Mûrad îro ji AKPê dûr ketiye, nabe em wê tarîxa wî ji bîr bikin.
Gava merivekî, çep, komunîst, serokê partyeke kurd ya serxwebûnxwaz piştî ji partîya xwe îstîfa kir here di telewîzyona dewletê da bi merivên pir pîs ra bi pera programan çêke û serokwezîrê Tirkiyê bi Che Guevara miqayese bike, bibêje  "Erdogan efsane ye…” dibê meriv rexne bike û vê şêla wî neparêze.
Ma Erdogan wê demê ne serokwezîrê Tirkiyê bû?
Ma Kurdistan ne di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye?
Serokekî kurd yê kevn çend sal berê Kurdistaneke serbixwe diparast, çawa kane serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi canfîdayekî wek Che Guevara ra miqayese bike?
Tiştê Mûrad Ciwan di vê vîdeoyê da dibêje ne tiştek e, Mûras Ciwan piştî îktîdara AKPê gelek tiştên xerabtir kirin û gotin.
Ez nizanim haya te ji wan kirin û nivîsên Mûrad Ciwan di heqê Erdogan û AKPê da heye ya tuneye.
Mûrad Ciwan çû ba cimata Gulen jî, semîner û konferans da wan jî û Gulen jî parast, di telewîzyona wan da program çê kir.
Mûrad Ciwan ji YNKê, PDKê, telewîzyona PKKê, TRTê bigre, heta bi Dunya TVê hêza neçû cem û jê pere negirt tuneye.
Mûrad Ciwan bi Celal Talabanî ra, bi Dr. Qasemlo ra, bi Mesûd Barzanî, bi Kemal Burakay ra, bi Yaser Erefat ra rûdinişt û cephe çê dikir.
Ma Dr. Qasemlo ji partiya îstîfa bikira û biçûya di telewîzyona Îranê bi pera program çêkira normal bû, te yê biparasta?
Ma Mahmûd Osman, nuha here di telewîzyona Îraqê da programê çêke normal e?
Ma Kemal Burkay nuha here di TRTê da bi çend quriş pere programan çêke normal e? Kekê Şakir, zanîn, ilim û îrfan, întellektuelî şaşî û sûcên meriv nade efûkirin.
Mûrad Ciwan serokê partiyeke kurd bû, Kurdistaneke sosyalîst, serbixwe û yekbûyî diparast. Ji wir çû TRTê û ji serokwezîrê dewleta welatê wî îşxal kiriye ra dibêje ”efsane…”
Û tu jî hîn vî kesî diparêzî.
Yekî wek te dibê dostî û hevalbendiya dijmin xweş nebîne û neparêze…
Li gel silavan
Zinarê Xamo
2018-02-24

XXX
Bersîva Şakir Epozdemîr

Kek Zinar,
1- Ez Mirad bi çend lêkolînan nas dikim. Ez rastî Çend konferans û seminerên wî hatim e.
2-Hîç nizanim ka serokê kîjan rêxistinê ye. Ez wî weka DDKD'liyê berê hizir dikim.
3-Bi ya min yek ji nivîskarên Kurd e. van 4-5 salên dawîyê li ser dirokê lêkolînan çêdik e.
5- Dibe sebebê ku Kurd hafîza xwe ya dîrokî ji xeletan biparêzin. Ev xizmet liba min, li gor dîtina min pir giring e. Ez wî weka ku piştî salan û salan hê taze ketibî ser riyeke rast dişopînim. İnşallah min xelet dernax e.
6-Car caran tiştên ne li gora dilê me bibêje jî, em dikarin xeletên wî pêra minaqeşe bikin û bêjin ev ne rast e.
We vidyoyek weşand. Lazim bû ku bi zimaneke medenî bihata rexnekirin.
Lê şoreveyên pir bê keys û bê tam hatine kirin. Orhan Miroğlu û Muhsin Kızılkaya dostên min bûn, gava xwe teslîmi dewletê kirin min eleqeyê xwe ji wan birî.
Eger Murad Cıwan jî derdê wî ew be bighêjê wan'a ezê têkilîyên xwe jê qut bikim.
Ne ku bibe Şaredar ango parlamanê AKP yê, eger di dijê Kurdan da bikeve propaxandayê ezê eleqeyê xwe jê bibirim.
Prensibê min ji berê va ev e. Şerefeddin Elçi hevalê minê 50 salan bû.
Di kijan partida cih bigirta, bi kîra runişta bijtexiliya, bibuya wezir angp parlaman, tû wextî dilê min lê xira nedibuya.
Mesud Barzanî 100 caran bi Tirkiya ra, bi Ereb û Eceman ra runê, dilê min lê xira nabî.
Gava ku xwedan misyonek xwe nas bike û bizanê 50 milyon Kurd wî qontrol dikin, nikarê li pêşberê dîrokê xeletiyan bik e.
Gava ku kir, xisarê dide nefsa xwejî.
Keko Can, ez terefê yekrêziya Kurdanim. Divê em hev tehemil bikin û tiştan mezin nekin.
Ez nuha dixwazim lêkolînên xwe bi her aweyî bighêjînime rayagiştiya Kurdan,ya Tirkan,ya Ereban û Farisan; bi kîjan imkanan dibe bila bî dixwazim derkevime televizyonan dîtinên xwe bibêjim.
Ji bona min ferqa TV ya helbet heye lê gava TV yên Kurdî vê daxaza min neynê cih, TRT Kurdî jî dibe derfetek.
Li ser komkujiya Helepçeyê, Li ser Tifaqa Kurd û osmaniyan û li ser medreseyên Kurdistanê, çend caran derketime TRT Kurdi, min weka ku rasti çîye bê kêmanî gotî ye.
Hema meriv berê xwe bide ekranê ku rewşenbirêkê Kurd diştexilê, gelo di derbek da ew kes dibe xayin?
Rewşenbirên me hev tehemil nakin.
Nezanên me jî dibêjin "Çi şolê te li TRT-6 ê heye, TV yên Kurdan jî naxwezin navên me di TV yên xwe da derbaz bikin.
Di destê min bi xwe da maye Fecabook. Hevalên weke cenabê te tiştek dibê ez dixwinim, ez ji carcaran şoreveya dikim, piştî şerê vê paşîyê derket pê va TRT-Kurdî çend caran xwest li ser hindek mijaran bi minra got û bêj bikin, min gote wan:"
- Kengê şer rawesta, kengê pêvajoya çareserkirina mesela Kurdan hate xeberdan ku sax bim belki bême ser TV ya we."

2018-02-25

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar