05 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -28-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-02-05
Çûm şîna Îdrîs Barzanî. Bi texmîna min di şînê da li dora 200 kesî hebûn. Quran dihat gudarîkirin û motîfên dînî, axaftinên dînî derdixistin pêş.
Grûbên îslamî yên îranî û îraqî pir hatin. Berpirsiyarên şînê pir qedir û qîmet dan wan. 
Di şînên kurdên başûr da axaftinên dînî, xwendina Quranê wek standartekê ye.

Ji şînê çûm Kurdistan Pressê. Ev demeke em mîzanpaja Armancê li Kurdistan Pressê çê dikin.

XXX
1996-02-05

Belavoka ku min bi Hesenê Xazî, Henefî Celeplî, Emer Şêxmûs ra îmze kiribû, min îro ji Henefî xwest. 79 kesan belavok îmze kirine.
Henefî, Hesenê Xazî, Cemşîd Heyderî û Emer Şêxmûs wek heyetekê çûbûn ba wezîra karên derve ya Swêd Lena Hjelm Wallên û belavok dabûn wê. Xebera wê di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da derket.

Me ji Swêd alîkarî xwestiye, ez dixwazin Swêd zextê bide ser Tirkiyê, têkeve nabêna kurdan û Tirkiyê.
Henefî bêyî ku ji min bipirse unwanê min nivîskar nivîsîye. Min jê ra faks şand, min got dibê te ji min bipirsiya, dûra binivîsîye. Min got heger te ji min bipirsiya minê bigota ”rojnamevan” binivîse.

XXX
1997-02-05

Reîsê belediya bajarê Sîncanê şeveke bi navê ”Şeva Qudsê” çêkir. Di şefê da sefîrê Îranê jî axaftinek kir. Him axaftina wî, him jî axaftina serokê belediya Sîncanê li Tikriyê olaneke mezin da.
Roja din li Sîncanê yekî li jineka rojnamevan xist. Vê yekê bûyer hîn jî mezintir kir.
kemalîstan qiyameteke mezin rakirin. Sefîrê Îranê qewitandin, serokê belediyê îro ji wezîfê girtin û bi suret teqîf kirin.

Serokê belediyê ji partiya Refahê ye. Esker dîsa har bûne, dibêjin heger wiha here emê dest deynin ser hukûmetê. Yanî ewê hukûemta heyî biqewitînin û hukûmeteke eskerî çêkin.

Îro li Sîncanê bi sedan tank di nava bajêr ra derbas kirin. Ji serokwezîr Necmedîn Erbekan ra, ji hukûmetê ra dibêjin ya hûnê di bin emrê me da bin ya jî emê we bixînin.
Hetanî siyasetmedarên tirk ev tirsonek û rebenên bizirav bin esker jî ewê tim li wan siwar bin.

XXX
1999-02-05

Min di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da (di înternetê da) xwend kovara Avaşîn derketiye. Min lêxist ez çûm Enstîtuya Kurdî ya apociyan.
Min Avaşîn û deh hejmarên Azadiya Welat ên dawî kirîn. Mîrhem Yigît li wir bû, me hinekî sohbet kir, gewzê wî jî gelkî ne li cî bû, lê digot ewê ev tengasî jî derbas be.

Moral da min, bîna min hinekî fireh bû. Got sibe seet di yekê da em meşekê çêdikin. Min got ezê werimê.

Dunya gelkî sar e, deraka ez biçûyamê jî tunebû, lema jî ez raste rast vegeriyam mal.
Carna meriv dixwaze hevalekî xwe bibîne û pê ra hinekî sohbet bike, lê cî tuneye.
Berê carna ez diçûm qahwa Heçî, lê ev dusê meh in gelkî kêm diherim. Îmkana sohbetê tuneye, dibê meriv bi kaxeta bilîze. Ew jî êdî bi min ne xweş tê, di demeke wiha hesas da ûjdanê min qebûl nake herim çend seetan bi kaxetan bilîzim.

Ya din jî gelek kesên tên wir û xwediyên qahwê bi xwe jî qet ne xema wan e ku dewleta Tirk bi ser ketiye ya na, li hember êrîşên Tirkiyê yên dibe ser Abdullah Ocalan û PKKê meriv di ruhê wan da, di hestê wan da tu nerehetiyekê nabîne. Ev yek jî min pirr diêşîne. Lema jî naçim.

XXX
2000-02-05

Operasyonên bi derewan yên li hember Hizbi Kontra dom dikin. Dewlet dixwaze her tiştî têxe hustuyê çend qatilên xwe û bi vî hawî destê xwe yê bi xwîn bişo. Lema jî nahêle kes vê meselê zêde munaqeşe bike.
Heta nuha zêdeyî pêncî cendek ji bin erdê derxistin. Hema li Diyarbekrê di hewşa  malekê tenê da 12 cendek derxistin.
Lê tiştê herî balkêş heta nuha PKKê qet dengê xwe nekiriye û tu beyan nedaye.
Ez bawer dikim ji roja ku Ecevît gotiye dibê Ocalan û PKK dengê xwe nekin û virda ye ne Konseya Serokatiyê û ne jî organeke partiyê ya din dengê xwe nekirine û li ser tu meseleyekê beyan nedane. Dîyar e daxwaza Ecevît wek emrekî qebûl kirine.

XXX
2002-02-5

Merheba birayê Dilbixwîn(Dilbixwîn Dara), gelek spas ji bo ku te nivîsa min weþand. Lê ez þaþ dimînim te ew rismê min ji ku dîtiye?
Min zanîbûya minê yekî xweþiktir ji te ra biþanda. Kî wî rismî bibîne ewê jê bitirse. Ez henekan dikim. Diyar e "esil" çibe sûret jî ew e.

Zinarê Xamo

XXX
2022-02-05

Ji Kenanê Nado ra
Merheba birayê minê ezîz! Kitêba Dr. Çetîn Taş a li ser rêziman û rastnivîsa kurmancî derketiye. Ji şiroveya te di binê reqlama kitêbê min fêm kir tu Çetîn xoce nas dikî. 

Ez camêr nas nakim, lema min xwest li ser navê kitêbê fikrê xwe ji te ra bibêjim. Belkî carê tu pê ra sohbet bikî, jê ra bibêjî. Navê kitêbê ”Waneyên rêziman û rastnivîsîna kurmancî” ye. 

Ez nizanim ev ”WANE” ji ku derxistin, etîmîlojiya wê çi ye? 

Ev demeke ev gotin pir populer bûye, bûye benîşt û ketiye devê gelek kesan. 

Bi baweriya min ”WANE” peyveke pir bêmane ye, ciyê DERSê qet nagire. Heger bi kurdî be, di kitêbekê da derbas bibe jî di nav xelkê da kes vê gotinê bi kar nayne û jê fêm jî nake. 

Û nikane ciyê DERSê bigre. Bi peyva ”wane” navê kitêbê nayê fêmkirin. Çima van salên dawî hin kurdên kurmanciya ”akademîk” dipeyin bûne heyranê vê gotinê ez fêm nakim? 

Peyva ji sedî 99,9ê miletekî jê fêm neke meriv li ser xelkê ferz nake û nake navê kitêbekê. 

Çi bi DERSê hatiye, şaşiya wê çi ye? Yanî ji bo ku bi erebî ye emê bi kar neynin? 

Di zimanê me da bi dehhezaran peyvên erebî hene, wê demê em gişan li xelkê qedexe bikin. 

Ya din DERS him lêker e, him navdêr e, bi sedan gotinên bi dersê tên gotin hene. 

Ders çêkirin, ders dan, ders girtin, ders xebitîn, ders çêkirin, dersdar, dersdarî, dersxane, dersxwendin, ders negirtin, ders jê girtin, min dersa xwe girt. Ez zêde dirêj nekim bi sedan gotin, gotinên pêşiyan ji lêker û navdêra dersê hene. 

Baş e bi ”wane” çi heye? 

Çima emê hemû peyvên din gişan bi dersê bibêjin, lê DERSê bi kar neynin, bibêjin WANE? 

Bi baweriya min bikaranîna ”wane” ne rast e, tahma kurmancî jê nayê, piraniya kurdan jê fêm nake, dilê meriv ji kurmancî sar dike. 

Em hîn nebûne dewlet, hîn mektebeke me tune ye, ji sedî 10ê însanên me nizanin bi kurdî bixwînin û binivîsînin, em zimanekî kes jê fêm nake bikar tînin. 

Ez viya pir şaş dibînim. Lema jî min xwest vê fikra xwe ji te ra bibêjim û tu jî rojekê ji Çetîn Taş xoce ra bibêje û vê mijarê di nava xwe da minaqaşe bikin. 

Heger tu bixwazî tu kanî nivîsa min jê ra jî bişîne. Min nikanîbû jê ra bişanda. 

Gere kem dev ji peyvên çêkirî û yên xelk jê fêm nakin berdin, zimanekî hêsa, xelk jê fêm dike bi kar bînin. 

Gelek silavên biratiyê 

Zinarê Xamo 

2022-02-05 Stockholm


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar