Zengînekî teksasî Hamlet xwend û bû heyranê vê piyesa muhteşem. Hewqasî ji piyesê hez kir, rabû nameyek ji edresa Shakespeare şand, ew dawetî çewliga(çiftliga)xwe kir, got were çendakî bibe mîvanê min.
Piştî demekê nameya wî lê vegerandin. Li ser nameyê wiha nivîsîbûn:
-Wî ji vê edresê di 23ê nîsana 1616a da ye bar kiriye.
Hîn tu nebûye
Qirala Fransayê Louîsê Hijda di nav nivîna da li ber mirinê
bû. Xwest lawê wî bînin ba wî. Dema lawik birin balê, bi zimanekî giran ji
lîwik pirsî:
-Navê te çi ye?
Lîwik got:
-Louîsê Nozda.
Qirêl mirûzê tahl kir, bi hêrs got:
-Na, ecele meke, hîn tu nebûye...
Mizgînî
Xort zanîngeh qedand û li ba bavê xwe dest bi abûqatiyê kir.
Dahwa bavê wî deh sal bûn neqedandibû wî di celsekê da qedand û bi kêfxweşî
mizgînî da bavê xwe. Bavê jê ra got:
-Te pîroz dikim. Lê heger min jî wek te bikira, her dahwe zû
biqedanda min nikanîbû texsîdên mekteba te bida.
Hevalê baş
Mamoste di dersê da qala başî û fêda kitêban dikir. Gelkî
pesnê kitêban da, got kitêb hevalekî pir baş e. Û dûra jî ji xwendekarekî
pirsî:
-Bi ya te kitêb ji bo çi hevalekî baş e?
Lêwik got:
-Deynê xwe ji meriv naxwaze, meriv aciz nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar