04 februari 2022

Xelîfeyê Daîşê yê duduya jî di himêza Tirkiyê da hat kuştin

Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî jî do bi şev li Idlibê wek Ebpbekir Bexdadî di himêza artêşa Tirkiyê da hat kuştin. Çimkî Tirkiye sitar û hêlîna terorîstên Daîşê ye.
Tirkiye endamê Natoyê ye, xwedîgiravî di nav cepheya li dijî Daîşê da ye, lê serokên Daîşê yek bi yek di himêza Tirkiyê da tên kuşûtin.
Ev serokê Daîşê yê sisiya ye li derên di bin kontrola Tirkiyê da  tên kuştin.

Bi sedan, bi hezaran serok û kadirên Daîşê di bin destê artêşa Tirkiyê da ne. Amerîka, Nato, Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya vê yekê zanin lê tiştekî bi Tirkiyê nakin.

Bi kuştina kelmêşan gerrek, batirxan hişk nabe, dibê gerrek, batirxan were hişkirin, ew jî Tirkiye ye.

Bexdadî çû Îbrahîm El Haşimî ket dewsa wî. Sibe jî Tirkiye ewê yekî din bike Xelîfeyê Daîşê. Yanî hetanî Tirkiye li pişt Daîşê be Daîş naqede, Xelîfeyek were kuştin, piştî çend rojan ewê xelîfeyekî din tayinî dewsa wî bikin.

Hûnê bibînin hetanî çend rojên din ewê yekî din bikin xelîfeyê Daîşê. Heta ji we tê xelîfeyan bikujin, bi kuştina xelîfeyan Daîş naqede. Heger hûn dixwazin Daîşê biqede dibê hûn berê xwe bidin dewleta, kesê xelîfeyan tayin dike.

XXX

Cîranê baş ji birayê nebaş çêtir e. Ji şans û siûda me ya xerab ra her çar cîranên me jî dagirker û neyarên me ne.

Ji cîranên me hema yek jî ne dijmin bûya, ne neyarê serê me bûye, belkî me kanîbûya ji wir bîna xwe bigirta, riya çûyin û hatinê ewê li ber me hebûya.

Lê çarhawêlî me neyar in, her çar jî keftar û gurên har in. Dora me girtine, em nikanin tevbilivin.

Ez bawer nakim li dinyayê miletekî din wek me ketibe feqeke hewqasî xerab, em çi bikin jî em bi tena xwe, bi hêza xwe tenê nikanin vê feqê bişkînin, dibê hinek werin alî me bikin, me ji vê feqa zaliman xelas bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE