06 februari 2022

Gelo çend tirk ne li dijî avabûna Kurdistanê ne?

Ji partiyên kurdî daxwazeke min heye, dibê partiyek kurdî di nav tirkan da anketekê bide çêkirin. Tenê pirsekê ji tirkan bipirse, bibêje:

- Heger kurd li Îranê, li Sûriyê ya jî li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ava bikin, tu yê li dij derkevî ya na?

Ji bo ku Kurdistan çênbe, kurd li tu derê nebin xwedî dewlet tu yê şerê kurdan bikî ya na?

Dibê meriv bizanibe çend tirk ne li dij in kurd ji Sûriyê, ji Îraqê ya jî ji Îranê veqetin û ew jî dewleta xwe ava bikin.

Bi texmînî em gelek tiştan dibêjin, lê dibê meriv anketekê, lêkolînekê bike rasttir e.

Heger şîrketeke lêkolînê ya kurdan heye bira ew şîrket vê ankêtê bike.

Bi baweriya min ev mijareke pir cidî ye, rica min partîyên kurdî, ji akademîsyenên kurd, ji şîrketên lêkolînê vê mijarê piştguh nekin, fikrên xwe bibêjin, di vî warî da lêkolînekê bikin.

Tirkan li ser me bi hezaran lêkolîn kirine, dibê em jî bizanibin ji sedî çendê tirkan ne li dij in kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe?

Dibê em bizanibin di nav tirkan da dostên me, dilxwaz û xêrxawazên me çiqas in, çend kes in?

 

XXX

 

Serokê Tirkiyê bi bêûjdanî gelek buhtanan li kurdan dike, li ser PYDê her derewê, çi peyva xerab tê devî dike.

Dijminatî ne bêexlaqî ye. Lê mêrik ji exlaq şuştî ye. Gotina xerab ji devê mirdaran, sipî ji qerpalan xalî nabe.

 

XXX

Îdareya Kurdistana Rojava destûra xebatê ji Rûdawê stendiye û karê wê li rojava qedexe kiriye.

Ev biryareke şaş e, dibê meriv li dij derkeve. Rûdaw îdareya roja rexne bike jî, xeberên çawa çêke jî dibê xebata wê neyê qedexekirin. Dibê meriv medya mixalifê xwe qedexe neke.

Sansorkirin û qedexekirina medyayê, ya kê dibe bira bibe ne rast e, li dijî demokrasiyê ye.

Dibêjin li Kurdistana Başûr ew jî destûrê nadin medya PKKê, PYDê û dezgehên nêzî wan. Ew jî şaş e, dibê meriv wê jî mahkûm bike.

Azadiya em ji Tirkiyê, ji dijminên xwe dixwazin dibê ew li ba me jî hebe, gerek demokrasî û azadiya me ji ya dijminên me ne kêmtir be.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE