Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-06
Îro Diya Aslan Kaya, Bedrîye li mala me bû. Carnan çaxa bîna wê teng dibe tê ba
me. Rê fêr bûye, kane here were.
Êvarî saet di 7a da çûm civîna zarokzaneyê. Ji çendakî carê dê û bavên zarokan
dicivînin, li ser zarokan agahiyê didin wan. Swêdî pir li zarokên xwe miqate
ne, giş tên civînan, di heqê zarokên xwe da ji personalan pirsan dikin.
XXX
1987-02-06
Me civîna Komela Stockholmê li Federasyonê çêkir. Bavê Nazê jî li wir bû. Camêr bi min ra nepeyivî. Wî û NedîmNedîm Ozbîngol) mîzanpaja kitêba xwe çêdikirin. Hey gidî dinyayê, ez bûm mêrikê xerab, Nedîm jî bû dostê wî.
Rojnameyan îro jî dîsa li ser PKKê nivîsîne. Qumsêr Hans Holmêr gotiye:
"Qatilên Palme apocî ne, piştî kuştinê ewê bigirtana ser xwe. Lê gava dîtin reaksîyona dunyayê pir mezin e lê xwedî derneketin. Û bi îhtîmaleke mezin qatil ji Belçîkayê ye..."
Ev xeber di rojnameya Expressenê da heye.
XXX
1996-02-06
Serê min û çavê min pir diêşin. Ev ne bes e, ji do da ye ez
bi bapêşî jî ketime. Yanî serêş, çavêş ne bes bû bapêşê jî xwe da ser.
Heger halê min xweş bûya, ez ne destteng bûma ez îro nediçûm kar, minê li mal
çend rojan rehet bikira. Lê dema bêrîk vala be meriv nexweş be jî diçe kar.
Roja pêşî ya nexweşiyê sîgorta pera nade, meriv qurişekî jî nagire. Rojên din jî ji %75 e. Li Swêd çar zarokên meriv hebin û di malê da du kes nexebitin debar zor e. Meaşê min têrê nake. Xanimê jî kar bikira me yê rehet bikira.
Xwedêgiravî em li Ewrûpayê dijîn. Dengê defê ji dûr va xweş tê…
1999-02-06
Ez çûm meşa apociyan. Meş seet ne di yekê da, di duduyan da
bû. Hewa 12 derece di binê sifirê da sar bû, ez qefilîm.
Lê li gor vê sermayê jî ez dibêjim li dora 300-400 kes hebûn.
Tişê min ji axaftinên hin kesên wan fêm kir, fena ku ewê li hin
bajarên Tirkiyê dest bi hin bûyerên mezin bikin, êrîşan bibin ser hin derên
sitratejîk.
Bi kêmasî yên vir li bende bûyerên wiha ne. Esas van
rojên dawî di telewîzyonê da jî sinyalên bi vî rengî didin. Yanî dibêjin bira şer hinekî jî di
mala wan da bibe. Ewê kanibin bikin, nikanibin ez nizanim. Lê bi texmîna min heger bixwazin kanin bikin. Lê bikin jî ne xema tirka ye, ewê hinekî din har bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar