06 februari 2022

Qey Suleyman Soylu çûye şîna Îbrahîm El Qureyşî

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu

do, piştî kuştina Emîrê Daîşê Îbrahîm El Qureyşî bi du rojan çûye serdana Îdlibê.
Diyar e li ser navê hukûmeta xwe çûye şîna Îbrahîm El Qureyşî.
Heqê wan heye herin şîna wî û reşê girê bidin, derbeke pir mezin xwarin. 
El Qureyşî tirkmen bû û merivekî Tirkiyê yê pir muhîm bû. Miheqeq Tirkiyê ew tayîn kiribû.

Lema jî Tirkiyê Îbrahîm El Qureyşî jî wek El Bexdadî li ba xwe veşartibû. Lê dîsa jî ji destê kurdan û amerîkiyan xelas nekirin.

Bêguman kuştina Îbrahîm El Qureyşî ji bo Tirkiyê zayîateke pir mezin e. Çiqasî heznî bibin, çiqasî porê xwe birûçikînin û li çonga xwe xin jî heqê wan heye, Îbrahîm El Qureyşî ji pişta Tirkiyê çû.
Çûna Suleyman Soylu şîna Îbrahîm El Qureyşî vê yekê îspat dike.

Lema jî bi kuştina El Qureyşî hukûmeta Soylu pir xemgîn e. Lê ya xerab ji tirsa Amerîkayê ne diwêrin bigrîn, ne jî diwêrin reşê girê bidin.

Tirs hebe kûçik ji tajî bezatir e. Ji tirsa Amerîkayê newêrin xeyda xwe, hêrsa xwe nîşan bidin, newêrin şîna xwe jî eşkere bikin.

Heger kurdan El Qureyşî kuştiba ewê qiyamet rakirana, lê ji ber ku Amerîka ye feqîra newêrin bibêjin we çima kuşt ?

Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane. Hersê jî li ba Amerîkayê bi zêdayî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE